LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Herêma Kurdistanê di bin serweriya Emerîka û Iraqê de ye ?

Herêma Kurdistanê di bin serweriya Emerîka û Iraqê de ye ?

Rohan Ebdulah

NAVENDA NÛÇEYAN- Herêma Kurdistanê di nav tawanên parçekirina Iraqê de , ji aliyê Emerîka û Iraqê ve li bendeya rehmê ye, ku ew bi parçekirina Iraqê tewanbar dikin, ji ber wê jî Iraqê ji milekî û Emerîka ji milekî din ve Herêma Kurdistanê xistine bin serweriya xwe de. PDK jî ji serxwebûna Herêma Kurdistanê berê xwe da budçeya herêmê û dibêje ku ji sedî 12 kêmtir bûye û ev jî têra parêzgehekê jî nake.

Helwesta Hikûmeta Iraqî û civînên bi Emerîka re

Di 24 Cotmehê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Wezîrê Karên Derve yê Emerîka Rex Tillerson re li Bexdayê hevdîtin pêk anî, hate ragihandin ku hevdîtin li ser esasê çareserkirina pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê hatiye encamdan. Hate diyar kirin ku di hevdîtinê de Tillerson ji herdu aliyên Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku pirsgirêkên xwe di riya guftogoyan de çareser bikin.

Têkildarî hevdîtina ku pêk hatî, hikûmeta Bexdayê di destpêka vê mehê de daxuyaniyek belavkir û tê de ragihand ku di destûrnameya Iraqê de nabe tu girûpên Mezhebî yên Iraqê serxwebûna xwe îlan bike û di daxuyaniya belavkirî de hate diyar kirin ku destûrnameya Iraqê ya sala 2005 an li ser Yekîtya Iraq tekez dike.

Di vê derbarê de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bersiva daxuyaniya Hikûmeta Iraqê hate dayîn û tê de banga guftogoyan bi Bexdayê re û li ser esasê destûra Iraq ya sala 2005 an hate kirin.

Ku em vegerin dema beriya refrandoma ku Berzanî  îlankirbû, beriya refrandomê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hate eşkere kirin ku xakeke pir zêde ji Iraqê di bin serweriya Herêmê de bû. Bi taybet piştî şerê li dijî DAIŞ ê û paqijkirina hin herêman, li vê derê tiştê balê dikşîne piştî ku Şengal hate radestkirin û çeteyên DAIŞ ê derbasî Şengalê bûn, payebûna Berzanî û pêşmerge ket.

Bi armanca xwe ji nû ve xuya kirin, Berzanî xwest ku bi refrandomê bawerî û dengê xwe bi alîkariya hin dewletên ku li Berzanî zîvirîn vegerîne. Bi encamdana refrandomê heta astekê dengê xwe da lê niha hemî gotin û axaftinên ku ji aliyê gelemperiyê ve têne kirin ketina Berzanî tesbît dikin û yê li ser erdê xurt niha nîşan didin Ebadî ye, ji ber vê yekê niha li gor xwe Ebadî guftogoyan pêş dixe û rê nade biryara herêma kurdistanê ya rferandomê pêk were. Ev yek jî tesbît dike ku biryara malbatî tu carî çareserî bi xwe re nayne berovajî wê sîstema wê deverê dihilweşîne.

Emerîka Berzanî hişyar kir û Ebdaî jî hembêz kir

Ji aliyekî din ve jî Emerîka ragihandin ku ew dixwaze “yekîtiya Iraqê” biparêze û hewldanan li ser vî esasî dike ku bi hin gavan û pêşniyaran Hewlêrê razî bike û niqaşan pêş bixe.

Di 11 Mijdarê de Kongiresa Emerîkî diyar kir ku wan biryar daye ku alîkariyên leşkerî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge bike, di nav de jî hate ragihandin ku Emerîka wê 265 Melyon dolar bişîne ji Herêma Kurdistanê re bi şertê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl bike ku tevlî yekîtiya Iraqê bibe û ev tê wê wateyê ku Hikûmeta Herêma Kurditsanê encamê refrandomê rawestîne.

Piştî vê daxwazê ji aliyê xwe ve Hikûmeta Herêm Kurdistanê diyar kir ku ew li ser esasê daxwaza Sistanî, kesayetên Iraqê û hin dewletan ewê li destûra Iraqê vegerin û li gorî wê gavên xwe bavêjin û ev yek rêbazê herî rewa ji bo yekîtiya Iraqê li gorî madeya yekemîn ya destûrê ye. Piştî van daxuyaniyan Emerîka bersiva Hikûmeta Herêma Kurdistanê erênî nirxand û got ku ev yek rêya çareseriyê vedike.

Li gorî pêşdîtinên ku têne dîtin Emerîka niha vê gavê davêje ne tenê ji bo çareserî, lê armanca Emerîka ewe ku Ebadî di vê demê de bide pêş da ku karîbe li ser siyaseta xwe bimşîne, Emerîka di vê demê de helwesta wê beramberî rewşa Iraqê diyar bû, bi pêşketinên Heşda Şabî Emerîka xwest ku Ebadî bide pêş, ji ber ku Ebadî heta astekê xwe nêzî Emerîka dike û bandora Îran jî li ser tune ye.

ji bo vê yekê di biryara Refrandomê de Emerîka ji aliykî ve xwest ku Berzanî hişiyar bike û ji aliyekî din ve jî Ebadî bide pêş, ji ber wê dema ku artêşa Iraqê Kerkûkê girt Emerîka dengê xwe nekir û tenê banga yekîtiya Iraqê li Mesûd Berzanî dikir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav kirîza aborî de ye

Piştî israra Mesûd Berzanî ji bo lidarxistina refrandomê li Başûrê Kurdistanê û biryardayîna serxwebûna ji Iraqê rewşa Herêma Kurdistanê bi tevahî hate guhertin. Hate eşkere kirin ku milkên Başûr li ser vê biryarê teslîmî Hikûmeta Iraqê dibe. Berzanî daxuyand ku ewê bi gava xwe serxwebûn û îrada kurdan isbat bike lê rastiya Berzanî derket holê û rastiya ku hatiye raxistin li ber çavan tevî ku nexweşe, lê diyar dike ku tiştek di destê wî de nema ye.

Piştî radestkirina Kerkûkê û hin heremên din ji aliyê Pêşmergeyên PDK û YNKê ve, niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li çareseriya siyasî bi Iraq re digere. Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî banga navdewletî kir ku alîkarbin di çareserê de û daxwaz ji Iraqê kir ku guftogoyan di derbarê her dosyayê nakok de bi Iraqê re li gorî destûra Iraqê bikin. Di eynî demê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Berzanî derbarê vê mijarê de got ku ew amade ne ji bo nîqaşan lê tiştê ku giranî balkişand e ser mijara aborî bû, Nîçîrvan Berzanî got ku reşnivîsa zagonî ya budçeyê Federaliyê ya sala 2018 an pir xerab e ji ber ku budçeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sedî 17 zîvirî ye 12 û ev pir kêm e û ev rêje mafê parêzgehekê pêk nayne.

Pêşmergeyên PDK û YNK dev ji deh herêmên xwe berdan

Bi gefên Hikûmeta Iraqê armanca Kerkûk bû, ku êrîşa Artêşa Iraqê û Heşda Şabî li ser bajarê Kerkûkê hate destpêkirin ku sînorê xwest sala 2003 vegerîne.

Di 16 Cotmehê de Artêşa Iraqê, Heşda Şabî û hin girûpên Tirkman êrîşî bajarê Kerkûkê kirin, di encama êrîşa ku 24 saetan dirêj nekir bi giştî bajarê Kerkûkê kete bin kontrola Artêşa Iraqê û Heşda Şabî de, ji aliyê xwe ve Hêzên Pêşmerge bê bersiv ji bajar vekşiyan.

PDK û YNK bajarê Kerkûkê radestî Artêşa Iraqê kirin, ev yek eşkere hate xuya kirin, lê PDK hewl da ku YNK sûcdar bike û xwe dûrî buyera radestkirinê bike. Di mijara êrîşa artêşa Iraqê de gelek herêm wekî Bajarê Kerkûk û Tozxormato ji pêşmerga hatin girtin, ji bilî van jî hin herêm bi êrîşa Heşda Şabî û Artêşa Iraqê ve hatin teslîmkirin û ev herêm li gorî agahiyên ku hatibûn parvekirin wiha ne : Xaniqîn, Celewla, Mexmûr, Başîqa, Bendava Mûsilê, Herêma Awênat, Şengal û Rebîa ne. Ev heremên nav borî dema ku êrîş bi ser de hat pêşmergeyên PDK vekşiyan û tenê li hin deveran bersiv hebû lê tu encam negirt ji ber ku li gorî diyar bû biryara teslîmkirina wan herêman ji aliyê PDK ve hatibû dayîn.

Malbata Berzanî hewar dike: Wê bîrên petrolê herin

Di xwestek û israra malbata Berzanî ji bo refrandoma Herêma Kurdistanê gelê Başûrê bi mecbûriyeteke netewî pişt dane biryarê tevî ku şek, tirs û guman li ser vê yekê jî hebûn, lê ji ber ku mijar netwî bû her kes berê xwe dane sendûqên hilbjartinan û li ser refrandomê erêkirin. Gelê Başûr ne zanî ku wê bi vê biryara yek alî xeteriyeke mezin bi ser kurdan de bîne, her alî li gorî xwe ev yek şîrove dikir, lê ne di asta ku Kerkûk û gelek herêm werin radest kirin di şev û rojekê de.

Berzanî di axaftinên xwe de hestên gel bikaranî û dixwest di aliyê netewî de bandoreke mezin bike û her dem gotinên ku ewê parastina Herêma Kurdistanê heta dawiyê bike bikartanî, lê di xeteriya destpêkê de diyar bû ku Berzanî nikare tu tiştî ji bo mafê gelê Başûr bike, tersî wê xeteriya herî mezin malbatçiya Berzanî ye. Piştî radestkirina gelek herêman heta niha malbata Berzanî siyaseta xwe dewam dike, yekemîn dixwaze careke din têkliyên xwe bi Tirkiyê re wekî berê vegerîne, dûyem jî aboriya herêma kurdistanê ya ku malbata Berzanî hemî xistibû bin serweriya xwe de careke din bidestbixe ku di demên dawî de hatin eşkere kirin ku 36 bîrên petrolê yên girêdayî malbata Berzanî li derdora Hewlêrê ne, ku heta niha cihê niqaşan bi hikûmeta Iraqê re ne, ji ber ku ew bîr ne wekî bîrên hikûmeta federal dihatan binavkirin, ew bîr bi malbata Berzanî dihatin naskirin.

21.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً