LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Gelo ev car Cinev wê karibe formulek hevsengiyê ji bo Sûriyê bibîn e ?

Gelo ev car Cinev wê karibe formulek hevsengiyê ji bo Sûriyê bibîn e ?

NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya lez û beza buyerên ku li Sûriyê diqewimin de, qaşo ji bo çareseriyek ji pirsgirêka Sûriyê re bê dîtin trafîqa civîn û hewildanan jî didom in. Ji bo wê kîjan alî tevlî civîna Cinev bibin, li Riyadê civîn tê kirin. Civînên Cinev ku heta niha gelek caran ji ber nakokiyan û bê projeyî bê encam diman, tê meraqkirin gelo piştî têkçûna peytexta DAIŞ’ê wê evcar di Cinev de formulek hevsengiya siyasî ya ji bo Sûriyê bê dîtin?

Hate ragihandin ku Erebistana Sûadî îro civîna Riyad 2 ji bo avakirina şandeyeke nû ji opozisyona Sûriyê û peydakirina formuleke siyasî ya nû ji bo tevlîbûna civîna Cinêv-8 tê lidarxistin.

Tê zanîn, civîna Cinêv 8 di 28 ê Mijdarê de wê were encamdan ku ji aliyê Nûnerê Netewî li Sûriyê Staffan De Mistura ve hate ragihandin.Tevî ked û xebatê ku her yek ji Dewletên Yekîtiya Emerîka (DYA) , Rûsya û dewletên Erebî bi serkêşiya Erebistana Sûadî ku civîna Riyad 2 pêşwazîkiriye, nakokiyên ji bo avakirina şandeya Opozisyona Sûriyê û daxwazên herêmî û nav dewletî, bû sedema berteka Opozisyonê li dijî gihiştina formuleke destpêkê.

Civîna Riyad 2 vê carê rewşek û hewayek cuda bi xwe re anî, ji ber ku vê carê civîn bê Desteya Bilind a Danûstandinan di dema guhertinên veşartî ku ji aliyê maseya Moskoyê û Qahîra û hin aliyên din ji bo insiyatîfên siyastmedar û fermandarên Rûsî, hate kirin.

Ji aliyekî din ve hate ragihandin ku şandeyên ku wê tevlî civîna Cinêv 8 bibin amadekariyên xwe dane destpêkirin. Li gor lîsteya hatiye aşkere kirin ku dê di civînê de; 22 endamên Koalîsyona Netewî li Sûriyê, 21 endamên Desteya Hevrêziya Netewî, 10 endamên Maseya Qahîre, 7 endamên maseya Moskow, 21 endamên girûpên Leşkerî û 70 endamên serbixwe hatine vexwendin.

Girêdayî mijara lidarxistina civîna Cinêv 8 û armanca yekrêziya şandeya Opozisyona Sûriyê û nerîna siyasî, ji aliyê Desteya Bilind a Danûstandinan ve pêvajoya istîfakirinê hate destpêkirin, hate diyar kirin ku di nav vê desteyê de ji sereke endamên desteyê Salim El Mislit, Suhêr El Etasî, Riyad Nasan axa, Lîwa Ebdulezîz El Şelal, Muqedem Ebû Bekir, Rayîd Ebû Usama El Colanî, Samir Hebûş û Ebdulhekîm Beşar bûn, di nav de jî giringtirîn istîfa ya Serokê Desteya Bilind Riyad Hicab bû.

Tê payîn ku istîfaya Riyad Hicab têkildarî lidarxistina du civînên girîng Riyad 2 û civîna di navbera Rûsya, Îran û Tikriyê de ji bo xwendina Dosya Sûriyê bû.

Di civîna ku wê were lidarxistin de û bi taybet ji aliyê şandeya Opozisyonê vê carê guhertineke mezin heye, ji ber ku wê ji sedî 30 nûnertiya jin tevlî civînê bibin, ku ev yek wekî gaveke nû ku Opozisyon davêje.

Li gorî çavdêriya hin analîzvanan tê pêşdîtin ku hewildana aliyên ku garantiya çareseriya pirsgirêka Sûriyê dikin ku bighêjin qonaxeke nû ji bo yekirina şandeya Opozisyona Sûriyê pir zehmet e, ji ber ku gelek Cinêv li pey hev pêre jî Astana mîna wê nikarîbûn rewşeke kuncav ji bo diyaloka netewî Sûriyê biafirîne, lê ew tenê diyalok û guhdarkirina nerînên hev bû, li gorî hate eşkere kirin hate zanîn ku ew civînên mîna Cinêv û Astana tenê ji bo derengxistina desthiladariya Îranê li ser tevahiya xaka Sûriyê ji Helebê destpê bike heta dawiya Rojhilata Navîn û xwe gihiştina sînorên Dêra zorê bi taybet piştî nêzîkbûna kontrolkirina wê heremê û çola Sûriyê bi giştî.

Di heman demê de analîzvanan dane xuya kirin ku hemû gav ji Cinêv û insiyatîfên dîtir ji bo aramiya Sûriyê heger hemû aliyên Sûriyê werin tunekirin bi hemû pêkhateyên xwe, naçin serî.

Analîznan destnîşan kirin ku diyaloka çareseriya kirîza Sûriyê û serkeftina wê ne girêdayî aliyekî bi tena serê xwe ye, her aliyên Sûriyê divê tevlî van diyalokan bibin û nabe ku tu alî neyê red kirin.

Tê payîn ku li dora çareseriya siyasî zîvirandin û li gorî biryara 2254 esas girtin ku hemû mase tevlî kombûnan bibin, tevî ku civîna Riyad 1 binkeftî derbas bû û ev yek vedgere binkeftina aliyên opozisyonê û ne gihiştina formeke siyasî, lê cardî bi wê biryarê ve girêdayî jî hîn hêviyên ku li bendeya civîna Sotşî di rojên bê de heye.

22.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً