LEZGÎN
الرئيسية / Civak û Jiyan / Qedexeya zozanan: Koçeran xwe berda kontarên Bagokê

Qedexeya zozanan: Koçeran xwe berda kontarên Bagokê

MÊRDÎN – Bi sarbûna hewayê ree koçerên ku li zozanan bi hezaran sewalên xwe diçêrînin, bi kîlometreyan rê dimeşin û di vegera malê de ne. Koçer li pêşbiniyên Bagokê bi cih bûn û bertek nîşanî qedexeya li ser zozanan dan û gotin ku “Ne di avahiyan de û ne jî di bin sîha qereqolan de em nikarin sewalên xwe biçêrînin.”

 

Li navçeyên Silopî, Cizîr û Hezexê yên Şirnexê di mehên havînê de koçer berê xwe didin zozanan, van roja di rêya vegerê de ne. Koçerên ji zozanên Feraşînê yê dikeve sê goşeya Şirnex, Colemêrt û Wanê, koçeran demek dirêj lê sewalên xwe çêrandin, îsal ji ber “Herêma Ewlehiya Taybet” bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Ji ber ku di demsala havînê de navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gelekî germ e, koçer neçarî berê xwe didin çiyayê Bagokê, bi hezaran sewalên ku xwedî dikin, li wir diçêrînin.

‘Ji ber qedexeyê rê dirêj bû’

Welatiyê bi navê Halîl Soran qasî 500 mîh û bizinên wî hene, aşkera kir ku rêwîtiya wan 2 meh ajotiye. Soran da zanîn ku tekane karê ku pê debara xwe dikin sewalkarî ye, lê ji ber qedexeya leşkerî rêyên wan gelekî dirêj dibin. Soran da zanîn ku piştî hatine navenda Şirnexê, bi rêzê li Cizîr, Hezex û Midyadê re derbasî Bagokê bûne û wiha got: “Ji ber ku hin qad qedexe ne rêya me dirêj dibe. Heta bihar tê em mehên zivistanê li vir derbas dikin. Hêvîdar im sala bê ev qedexe rabin.”

‘Nikarin me ji çiyayên me qut bikin’

Saît Tatli jî destnîşan kir ku ew bi salan e koçer in, lê piştî pêvajoya şer dest pê kir, rewşa wan zehmet bûye û wiha axivî: “Her roja ku derbas dibe ji ber qedexeyê qadên me teng dibin. Bi hincetên ‘Ewlehiyê’ gelek herêm ji holê tên rakirin. Me îsal bi derfetên xwe zozanê xwe ava kir. Nehiştin em bi maşîneyan di rê re jî derbas bibin. Em heta Bestayê çûn. Piştre di şiverêyan de me xwe gihand zozanên xwe.” Tatli bertek nîşanî qedexe û zextên dewletê da û got ku “Ew nikarin me ji zozanên me û çiyayên me qut bikin.”

‘Ji bo sewalan me maşîne kirê kir’

Tatli destnîşan kir ku qereqolê her roj erdên derûdora wan bombe dikir, di warê dîtina xwarin û vexwarinê de gelekî zehmetî kişandine. Tatli aşkera kir ku di dema vegerê de jî gelek pirsgirêk derketine pêşiya wan û wiha pê de çû: “Dema em nêzî pireya Cizîrê bûn, nehiştin em sewalên xwe derbas bikin. Ji bo em ji preya 100 metreyî derbas bibim, maşîne bi me dan kirêkirin. Me ji bo vê maşîne kirê kir.”

‘Em nikarin di malê de sewalên xwe xwedî bikin’

Tatli anî ziman ku ji bo ew zivistanê derbas bikin hatine pêşbiniyên Bagokê, lê ji ber qedexeyê dê çawa zivistanê derbas bikin ew nizanin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji me re dibêjin ku ‘Hûn welatiyên me ne’. Lê cihê ku em sewalên xwe lê biçêrînin tên qedexekirin. Zivistan tên lê hêj cihê ku em xwe lê bi cih bikin tune. Dibêjin ku ji bo ewlehiya me qedexeyê îlan dikin. Ji bo xwedê bila hema li her derî ewlehiya me negirin. Em nikarin di mal û bin sîha qereqolan de sewalên xwe xwedî bikin.”

23.11.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً