LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bagera Cizîrê: QSD‘ê gihaşt sînorê Iraqê

Bagera Cizîrê: QSD‘ê gihaşt sînorê Iraqê

Dêra Zor – Di Hemleya Bagera Cizîrê de şervanên QSD ê di nava 3 rojan de 40 km pêş de çûn û serê sibehê gihaştin sînorê Iraqê ku dikeve 9 km bakurê El Bukemalê.

Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşveçûnên şervanên QSD‘û û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê didome. Şervanan 40 km pêşde çûn û derbeyên giran li çeteyên dan.

Pengava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 77‘an de bi pêşveçûnên şervanan didome. Şervanên ji aliyê şirketa Tenek ve ketin tevgerê û di nava 3 rojan de 40 km pêş de çûn û serê sibehê gihaştin sînorê Iraqê ku dikeve 9 km bakurê El Bukemalê.

Di pêşvêçûna şervanan de di navbera çeteyên DAİŞ‘ê û şervanên QSD‘ê de de şerên dijwar rû da. Di encamê pêvçûnê de gelek çete hatin kuştin, 11 cenazeyên çete û miqdareke çek û cebilxane û maşîneyeke zirxê kete destê şervanan.

27.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً