LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Pêwîste civak sed ji sedî baweriyê bi hêz û xebata jinê bîne

Pêwîste civak sed ji sedî baweriyê bi hêz û xebata jinê bîne

Di dîroka mirovahiyê de, her mirovek bi hêz û vîna xwe îspat kiriye û têkoşîneke bê hempa kiriye da ku mafên xwe yên jiyanê bi dest bixe.

Di serdema civaka xwezayî de, ew serdema ku bi wekhevî, azadî û hes kirinê dihat nas kirin, bi pêşengtiya jinê (Kilan) dihat birêvebirin, lê bi derketina Şaman ango zilamên desthiladar re derbeyeke mezin li jinê ket ango şikestîna yekemîn di şexsê jinê de hate kîirin, rêvebirina civakê ji destê wê hat birin û ked û emega wê jê hat dizîn.

Jiyan ji rewşa xwe ya xwezayî veguherî rewşeke serdestî û bindestî ango çînî (Tebeqî). Jin jî di dema Someran (derketina Dewletê) de ji cewherê wê hat derxistin û dûrxistin, navê wê bi fahîşetê re hat girêdan. Bi derketina Kaptalîzmê re jî jin ji pîrozbûna wê hat qutkirin û wekî amûreke bazirganiyê hat destnîşan kirin û bikaranîn. Jin rastî gelek şikandinan hat, her wiha 104 zagonên ku wê vedîtibû jê hate dizîn û kirin e mal û milkên xwe.

Ev rewş her berdewm kir, heta di dema Cahiliyetê de jî, dema ku keç dihate jiyanê, wekî rûreşiyekê dihat binavkirin û ew zarok bi saxî dixistin bin axê ango dixistin gorê de (weid El-benat).

Bi derketina Ola Islamê re ango di dema serweriya Hezret Muhemed de jin ji wê rewşê xilas bû û mafê xwe yê jiyanê bi dest xist, her wiha bi çavên mirovahiyê lê hat nêrîn. Bi taybet jî piştî temeya H. Muhemed dema ku got rifqen bilqewarîr. H. Muhemed jin bi tiştê herî nazik û nazdar teşbîh kir û temeya her kesî li wan kir da ku tu zerar û sîtemê nebîne.

Her çiqas ol û tevgerên wekî tevgera Suryalî ,tevgereke Firansî ya wêje ye, derketin û doza maf û azadiya jinê kirin jî, lê her dem bandora sîstema Kapitalîzmê a bikaranîna cur bi cur alav û amûrên xwe feroz kirinê, ji ya wan xurtir bû. Dikarîbû jinê di bin bandora fikir û felsefeya xwe de bifetisîne, her wiha serweriya xwe li ser wê bimeşîne û wê wekî ayidê xwe bihesibîne.

Lê bêguman bi derketina Tevgera Azadiyê (Tevgera Azadiya Kurdistan) re jinê ew qalib û sînorê ku Kapitalîzmê jê re danîbû, şikand. Bi sedan jin berê xwe dan çiyan û hêza xwe ya windayî li nav wan dar û beran vedît in. Jinan çek rakirin û mil bi mil bi mêran re li hember sitemkar û dagirkeran sekinîn û şerkirin. Wan jinan bi liv û tevgera xwe hêza jina azad û xwedî vîn ên wekî Zenûbya, Nefertîtî, Meryem û hwd, ji nû ve vejandin. Jinên têkoşer xwe di her qadê de îspat kirin. Bi ked û hêza xwe her dem riyên asê û girtî vekirin, her wiha di qadên şer de bûn sembola berxwdan û jiyana azad wekî Hevrên Ş.Zîlan, Ş.Bêrîtan, Ş.Viyan Soran, Ş.Leyla Qasim, Ş.Arîn Mîrkam, Ş.Viyan Amara û bi dehan têkoşerên jin.

Bi şehadeta her hevalekê re riyeke nû ji azadî û têkoşînê re vedibû, li pey xwe jî bandoreke pir mezin dihişt. Jiyana mirî vediguhertin jiyaneke bi wate. Ji tevahî gerdûnê re ev ragihandin; ”jin jiyan e,tu carî dê jiyan bê jinê neyê afirandin ” ,” jina ku civakê perwerde dike, tu carî nabe amûreke bazirganinê ne jî ya fahîş ê ”.

Bi şoreşa 19′ ê Tîrmehê re hejmareke mezintir tevlî kar û xebatên cuda cuda bûn. Jinê di hemû qadên jiyanê de bi avakirina sîstema hevserokatiyê jî bi taybet cihê xwe girt. Kêm zêde jî karê xwe bi awayekî serkeftî derbas dike.

Ji wan qadên ku jinê cihê xwe tê de girt , du qadên bingehîn in di avakirina her welat û civakekê de ne, ew jî qada parastinê û qada perwerdê ye. Hejmareke mezin ji jinan cihê xwe di wan herdu qadan de girtin. sedem jî ew bû ku di avakirina nifşên paşerojê û parastina xaka xwe ya pîroz de rolekê bilîzin, xwestin bibin hêmenekî bingehîn di avakirina welatê xwe de.

Lê her çiqasî em di rewşa şoreşê de jiyan dikin û banga yekemîn azadiya jinê ye, lê mixabin hîn jî hin jin di nava çar dîwaran de hatine fetisadin. Karê wan tenê zarokanîn û firaq şûştin e.

Sedemên vê yekê jî ev in;

a-Hîn hin jin negihaştine wê baweriyê ku ew bindest û kole ne .

b-Hişmendiya zilamê desthiladar hêjî heye.

c-Kevneşopiyên civakê yên her tiştî ji zilam re rewa dike û di heman demê de ji jinê re qedexe dike heye.

ç-Tirsa di hundirê jinê de ji nêrîna civakê heye, eger hewl bide ku azad bibe dê wekî jina ji rê derketî bê binav kirin.

ji ber van sedeman divê beriya ku em jinê perwerde bikin, em zilam perwerde bikin û bi taybet zilamê ku cihê xwe di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de digirin.

Bi rizgarkirina bajaran û bi berxwedanî û lehengiya ku li tevahî cîhanê deng veda, bi hezaran jinan ew xof û tirsa di dil û mêjiyê xwe de şikand in. Gava yekemîn ber bi riya azadiyê ve avêtin. Mînaka wê jî di şexsên hevalên YJA Star, YPJ û mamosteyan de temsîl dike.

Her çiqasî hejmareke mezin ji jinan tevlî kar û xebatê bûne jî, lê em nikarin bêjin ku jina civaka me azad bûye û xwe ji kevneşopiyên civakê rizgar kiriye. Ji ber ku heta niha jî hîn hejmarek mezin li malê rûniştî ne û ya herî balkêş jî jinên ku heta niha cihê xwe di nava saziyên dewletê de digirin. Heta vê qonaxê di nava saziyên dewletê de mayîn tê wateya ku koletî û bindestî li ser xwe heq dîtine û bi taybet dema ku sîstemeke tam berovajî wê sîstemê hatibe avakirin ango sîstemeke piransîpa wê ya bingehîn azadiya jinê û hevjiyana azad be.

Ji aliyekî din ve jî em dikarin netvlîbûna hin jinan ji sîstema bi hin xalan ravebikin;

a-Girtina her kesî di nava kar de yanî gelek kesên ku ji aliyê civakê ve nayên pejirandin cihê xwe di nava saziyan de digirin. Li gorî nêrîna civakê, pêwîste ku di destpêkê de wan perwerde bikin û ji tevahî civakê re diyar bike ku rêxistina me dikare kesan biguhêrîne, piştre wan derbasî nava kar bike.

b-Pêwîste kesên ku şaştiyan bikin li gorî rê û rêbazên dirust bên ceza kirin. Yanî kesên ku pêwîste bên ceza kirin ne wekî tê gotin; dê dema wê bê. Wekî hûn dizan piraniya jinên ku tevlî kar bûne yan dixwazin tevlî bibin ji ber ku baweriya wan bi hêza wan heye ku dikarin dîrokê ji nû ve binivîne. Ji ber vê yekê pêwîste kesên ku kar dikin hilbijartî bin, ne her kes be, ji ber ku giranî,rastî û girîngiya wî karî dernakeve û baweriya civakê jî pê nayê.

c-Gelek jinên ku ji destpêka şoreşê di nav kar de bûn û bê dudilî xebat dikirin, îro li nav çar dîwaran, li malê rûniştî mane, sedem çi ye tu kes nizane. Rewşên wisa tirsekê li gel gelek jinan diafirîne. Gelek dibêjin eger bi kesên xwedî ked re wisa tê kirin,wê rewşa me çi be! ya baş em dûr bimînin.

d-Jinên ku ji destpêkê ve bi vê Tevgerê re ne, tirsa wê bêtirî her kesî ye ku rojekê di nava gelê xwe, xwe biyanî bibîne. Her wiha bê cih û war bimîne.

Di dawyî de û li gorî nêrîna min, ji bo ku em karibin jina azad qezenc bikin, pêwîste civak sed ji sedî baweriyê bi hêz û xebata jinê bîne, her çiqasî kêm be jî û pêwîste neyê şikandin ji ber ku berê têra xwe êş kişandiye. Ji ber ku mirov hêzê ji derdorê digire û nikare tiştên di hundirê xwe de derxînin eger pişgiriyê nebînin.

28.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً