LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê dê wiha be

Qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê dê wiha be

NAVENDA NÛÇEYAN – Tê payîn ku hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 1’ê Kanûnê de bêne lidarxistin. Ev hilbijartin jî qonaxa duyemîn a hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên federaliya Bakurê Sûriyeyê ye ku ji sê qonaxan pêk tê. Qonxa yekemîn hilbijartina hevserokên komînan bû, di qonaxa duyemîn de jî dê rêveberiyên herêmî bêne hilbijartin û di qonaxa sêyemîn de jî hilbijartinên herêman û kongira gelên demokratîk ku ew jî tê payîn ku di 19’ê çileya 2018’an de bêne lidarxistin.

Qonaxa duyemîn a hilbıjartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, dê di 1 Kanonê de pêk werin. Li ser vê yekê Komseriya Bilind a Hilbijartina ya sê herêmên Bakurê Sûriyê bi daxuyaniyekê perspektîfên derbarê hilbijartinên Rêveberiyê herêmî de eşker kir.

Perspektîfên hilbijartinên meclîsan çine?

Perspektîfên Komseriyê wekî hatine dayîn wihane:

“Piştî deryê xwe yê namzetan di 17/10/2017 de ta 31/10/2017 ꞌan de hate vekirin em xalên wê radighînin:

Yek : Ji sendîkeyen siyasî tê xwestin.

a- Wêneyê qoçana ( ruxse) ya her sendîkeyen siyasî .

b-Wênyê sembola her sendîkeyen siyasî.

c-hejmara ber namzetê her sendîkeyk siyasî û navên wan .

ç-du wêneyên kesayetî yên xwe ber namzet pêşkêşkiriye.

d-ji her ber namzetekî tê xwestin belgeyekê ji komîn xwe bîne ku têde diyar bike ku li cihê ku endamê wê xwe lê hilbijartiye .

e-wêneyek nasnameya her ber namzetekî.

ê- peymaneke niviskî ji nûnerê sendîkeyk siyasî têde soz dide ku hemû ber namzetê sendîkeya wî xwe li tu cihekî û meclisek din xwe hilnebijêre .

f-her ber namzetek ji sendîkeyen siyasî dosyekê bi zincîr bîne .

g – nûnerê her sendîkeyk siyasî wesleyek bi nirxê (5000) pênc hezar diravên sûrî yên ku bidin komîseriya hilbijatinan , pêşkêş bike .

h-nûnerê sendîkeyên siyasî ji devêla hemû ber namzetê pêkhatexwe belgeyên hatine ragihandin li ser berpirsyariya xwe ya kesayetî pêşkêş dikin .

i-her pêkhateyeke siyasî lîsteya xwe ya girtî û rêzkirî têde wekheviya herdû zayendan di ber çavan debas bike. Ji bo navçe û bajarok (navçe û şarederî) (4) çar ciwan û (6) şeş ciwan ji bo kantonê .Divê ev lîste ji hêla nûnerê pêkhateya siyasî îmzekirî be her wiha wê komserî vê belgeyê bingeh bigre , na ku tu sererastkirin yan jî guhertin tê de çêbibe piştî pêşkêşkirinê.

Têbinî : ji bilî belgeyên ku ji pêkhateyên siyasî hatene xwestin , hemû belgeyên ku li jor hatine diyarkirin ji hilbijêrên serbixwe tên xwestin.

Duyemîn: Eger du pêkhate yan jî çend pêkhateyên siyasî hevpeymanekê di nav xwe de çêkin ev belge tên xwestin.

1 – wêneyekî qoçana (ruxse) ya her pêkhateyekî siyasî di hevpeymanê de be .

2 – hemû pêkhateyên siyasî yên ku hevpeyman di nav xwe de pêk anîne sembolekê ji xwe re diyar dikin , ev sembol ji aliyê komîseriyê ve di pelika dengdayînê de tê bikaranîn .

3-Nabe pêkhateyên hevpeyman ,tevlî heman cihê hilbijartinê yen jî heman meclisê bi rengekî serbiwxe ji bilî lîsteya hevpeymanî bibe . wê ev bibe sedema mafê hilbijartinê ji dest here.

Têbinî: Hemû belgeyên ku ji pêkhateyekê tên xwestin ji pêkhateyên hevpeyman jî tên xwestin.

Sêyemîn: Ji mafê her pêkhateyeke siyasî yan hilbijêekî serbiwxe ji xwe re kefîlan destnîşan bike, çi taybet çi jî giştî be .destnîşankirina kefîlan ji 1/11/2017ꞌe deştpêdike , ta 15/11/2017ꞌe berdewam e.

Lîsteya hevpeyman wek lîsteyeke kevpeyman kefîlan desnîşan dike û nabe tu pêkhate ya cihê xwe di lîsteya hevxweymanê de bigre, ji xwe re kefîlên taybet destnîşan bike.

Çaremîn: Ji mafê kefîle piştî ku nasnameya komîseryê û wêneyê wî/wê lêbe û ji komîseryê mûhrkirî be, bigre , li hemû navendên hilbijartinê li gortekê binere û dengan bijmêre , girtekê binîvîse , wêneyên wê bigre , çap bike yen jî agahiyan jê binîvîse , her wiha ji mafê wî ye li ser imze bike li kêleka imzeyêm komîta çavdêr li navenda hilbijartinê , û ji mafê wî ye jî li ser girtekê û encama dawî imze bike.

Pêncemîn: Rahiştina çek (sîlah ) di hindirê navendê hilbijartinê qedexeye ji bilî hezên parastina navendê .

Şeşemîn: Kesên ku dixwazin çavdêriya hilbijartinên fedraliya demokratîk ya bakûrê suryê ( meclisên rêveberiya herêmî ) bike serdana ofîsên komîseryê li her sê herêman bike , ji bo nasnameya çavdêriyê bigre wêneyekî kesayetî bîne.

Heftemîn: Ji ber ku wê li her navendeke hilbijartinê sê sendoq hebin û ji bo hêsankirin karê hilbijartinê û di rojekê de bi dawî bibe , biryar hat dan ku hejmara tomakeran pir bike.

Heştemîn: Nasnameya hilbijartinê di vê qonxê de tenê bingeh tê girtin û ne ji mafê tu kesiye bêyî nasnameya hilbijartinê tevlî hilbijartina bibe.

Nehemîn: Her kesê ku zêdeyî deh (10) salan bi rengekî berdwam li herêmên fedraliya demokratîk Bakurê Suriyê dijî ji mafê wane xwe hibijêre û were hilbijartin ji bo hemû meclisan .Divê niştecîbûna xwe bi belgeyekê ji komîa ku lê rûdinê û ji ofîsa niştecîhan ya Asayîşê hatibe çespandin.

Dahemîn : Ne ji mafê tu kesye ku hilbijêre û xwe hilbijêre ji bilî cihê hilbijartina ku lê dimîne .

Yazdemîn: Hilbijêr dengê xwe dide listeyekê tenê ( yan hilbijêrekî serbixe yan jî lîsteya partiyekê tenê ).

Dozemîn: Ji bo hejmartina dengan dan û stendina bi listeya ferdî wekî listeya girtî tê kirin ,sîstema ( hayer nîmayer /hejmara kursiyên heyî × hejmara dengên her lîsteyekê stendiye ÷ hejmara hilbijêran ) di vê hijmartina dengan di lîsteyên ferdî de piştî bikaranîna sîstema Hayrnîmayer ,bi wergirtina hilbijêrê ku dengên herî bilind stendiye pêk tê.

Sêzdemîn: Kursî di her lîsteyekê ferdî yan girtî de wekheviya herdu zayendan de ,dengên her zayendekê çiqase be , bi rengekî rêk û pêk tê kirin .

Çardemîn: Divê ku pêkhateyên siyasî lîsteyên xwe hevsengiya zayendan bi rengekî bi rêk û pêk tev hebûna çar hilbijêrên ciwan di lîsteya hilbijartinên meclisên navçeyan û bajarokan , şeş hilbijêrên ciwan di meclisa kantonê decih bigrin .

Pazdemîn : jimartina dengan ji sedî çil (%40)ji lîsteya girtî yan jî ferdî ya ku dengên herî bilind bi dest xistine tê jimartin . heger rêjeya pêkhatekî di vê lîstê de tunebe lîsteya bi dû de rêzkirî bingeh tê girtin.

Şazdemîn: Di derbarê gundên ku hatine (wafidîn) herêmên federasyona demokratîk bakurê sûriyê li gorî biryareke siyasî navendên taybet ji wan re li gundên wan ji bo hilbijartina nûnerên wan di meclisên bajarokan de tên diyarkirin.”

Rêbaza hilbijartinan

Endamên Meclîsên Fedraliya Demokratîk a Herêma Firatê wiha dê pêk were:

60 ji sedî ji nûnerên gel dê di hilbijaritnên giştî de werin hilbijartin, hemû gel dengê xwe bikar tînin.

40 ji sedî ji nûnerên werin hilbijartin wê li gorî rêgeza demokratîk û hevkariya pêkhateyên olî, mezhebî, çandî û civakî werin hilbijartin. Ev li gorî guhertina demografî ya li herêmê li gorî Kota were diyarkirin.Dema nûner dengê pêwîst neyînin, wê endamên wan li gorî kota bi dengên zêde werin diyarkirin.

Navendên hilbijartinan hatin diyarkirin û serokê û endamên komîteyên ku dê li ser kar û xebatên hilbijartinan dê berî roja hilbijartinan bi sê rojan ji aliyê Komseriya Bilind a Hilbijartinan werin diyar kirin. Ev komîteyên ku ji 5 kesan pêk tê wê li ser kar û xebatên hilbijartinan bisekine. Hilbijartin wê li gorî lîsteya kesayetî û lîsteyên girtî werin diyarkirin.

Li aliyekî din kartên wekîlan ango mûşahidên sendoqan têne amadekirin. Ji bo her lîsteyeke hilbijartinan wekîlek heye û ji mafên her namzetekî serbixwe wekîlên xwe li her navendekê erekdar bike.

Kî dikare dengê xwe bikar bîne?

Ji mafê hemû welatiyên Herêma Fedraliya bakurê Sûriyê û yên di rêza wan de ji Mektûm û kesên nasnameyan wan di sala 1962’an de ji wan hatine girtin dengê xwe bikar bînin.

Divê 18 sal derbas kiribe

Aliyê wê yê qanînî:

Divê karta hilbijartinan li gorî qanûnan bidest xistibe.

Ev şertên li jor divê li ser namzetên hilbijartinan ên Bakuêr Sûriyê jî pêk tê, lê zêde jî ev şert divê di namzet de hebin:

18 sal kiribe.

Di dadgehê de tu sûcên cînayî nekiribe

Zanibe bixwîne û binivîse, an jî xwedî tecurbe be

Wergirtina karta hilbijatinan çawa ye ?

* Komîseriya Bilind a Hilbijartinan diyar kir ku ji bo wergirtina karta hilbijartinan, divê her hilbijêrek wêneyekî xwe bîne eger bi xwe serdana navenda Komîseriyê bike û eger kesekî din ji ber wî ve hat divê wêneyekî xwe û kopiyeke nasnameya xwe bi wî re bişîne.

* Di derbarê kesên li Bakurê Sûriyeyê hatine bicihkirin de Komîseriya Bilind a Hilbijartinan eşkere kir ku Ji bo kesên bi eslên xwe ne ji bajarên Sûriyeyê ne û ev bêtirî 10 sal in li Bakurê Sûriyeyê hatine bicihkirin, dikarin karta hilbijartinan werbigirin, lê divê ev kes kaxezekê ji komîna xwe werbigirin û ji (Mala Gel) îmze bikin û radestî buroya sandîkeyê ya girêdayî Asayîşê bikin da ku karibin bi riya wê karta hilbijartinan werbigirin.

* Ji bo kesên xwendin û nivîsandina wan tune ye, dê ji aliyê hin kesên ku Komîseriyê erkdarkirine ve bêne pêşwazîkirin da ku çawaniya dengdayînê ji wan re şîrove bikin.

* Li ser kaxezên hilbijartinan dê semboleke her lîsteyekê bê danîn û ji bo namezetên serbixwe dê wêneyê wan li ser kaxezan bête çapkirin.

* Her sindoq û kartek bi rengekî cuda ye, ji bo hêsankirina çalakiya hilbijartinan hate diyar kirin ku li her navendeke hilbijartinan a navçe û bajarokan dê sê sindoq bêne bicihkirin, lê di derbarê navendên herêman de dê du sindoq bêne bicihkirin û ji bo her sindoqekê dê bi rengekî cuda bêne boyaxkirin, her wiha rengên zerfan jî dê weke rengê sindoqan be. Ango rengê spî dê taybet bi hilbijartinên şaredariyan be, rengê zîvî dê taybet bi hilbijartinên navçeyan be û rengê taybet bi hilbijartinên navendên kantonan dê bi rengê şîn be.

Mele çawaniya dengdayînê şîrove kir !

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Roken Mela Îbrahîm diyar kir ku ne ji mafê hilbijêr e bêtirî navekî yan lîsteyekê bipejirîne û wiha got: “Piştî ku hilbijêr namzetên xwe hilbijêre ji mafê wî ye dengê xwe ji bo lîsteya hilbijartinê bi awayekî giştî hilbijêre yan jî namzetekî serbixwe tenê carekê hilbijêre.”

Piştî ku hilbijêr zerfa xwe bixe sindoqê, erkdarên li ser sindoqan dê karta hilbijartinê muhir bikin her wiha dê tiliyeke wî boyax bikin da ku careke din dengê xwe bikar neyne.

– Rewşên betalkirina kaxeza dengdayînê

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Roken Mela Îbrahîm rewşên ku têde kaxeza dengdayînê tê betalkirin di van xalên jêrîn de diyar kirin:

-Eger hilbijêr du lîsteyan hilbijêre

-Eger lîsteyek û namzetekî serbixwe hilbijêre

-Eger du namzetên serbixwe hilbijêre

-Eger di zerfê de kaxezeke derveyî kaxezên Komîseriyê hebe, ango kaxeza ku namzet pê çalakiyên xwe yên propagandeyê dikin.

-Eger nîşana dengdayînê tam ne di cihê wê de be

-Eger zerf xistibe sindoqeke şaş

Navên bernamzetan û navendên dengdayînê li hersê herêmên Bakurê Sûriyê evin:

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê di civîneke çapemeniyê di 15 Mijdarê de navên namzetên meclîsên herêmî bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyanî bi Kurdî û Erebî ji aliyê Hevserokên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Izeddîn Ferhan û Rûken Mele Ibrahîm ve hate xwendin.

Daxuyaniya komîseriyê wiha ye:

“Komîseriya Bilind a Hilbijartinan navên namzetên xwe ji bo hilbijartinên meclîsên herîmî radigihîne.

Li herêma Cizîrê 3048 namzet hatin pejirandin û 102 hatin redkirin. Li Herêma Firatê jî 1170 namzet hatin pejirandin û 4 kes hatin redkirin. Lî herêma Efrînê 1273 namzet.

Hejmara navendên dengdayînê li herêma Cizîrê 824, li herêma Firatê jî 256 û li herêma Efrînê jî 205 navend in.

– 10280 mamoste ango li her navendekê derdora 8 mamoste wê li ser sindoqan bisekinin. Ji îro ve heyanî roja 29’ê mijdarê 2017’an hemû lîste û namzet dikarin propegandeya xwe bikin.

Propegande jî wê bi riya belavok, mîhrecan û şahiyan û di vê çarçoveya hanê de were kirin:

  • Tu namzet li dijî namzetê dîtir propeganda nake û jiyana hevbeş û biratiya gelan a hemû pêkhateyan tê parastin.

  • Wêne û reklam li ser cihên olî nayên daleqandin (dêr û mizgeft).

  • Di wextê ku namzet konê propeganda deynin û şahiyan lidar bixin divê agahî bidin navenda Asayîşê da ku parastina wan bike.

  • Hilbijartinên Meclîsên Herêmî roja 1’ê kanûna 2017’an pêk tên û divê bi kerta hilbijartinan deng were bikaranîn.

  • Welatî dikarin heyanî 29’ê mijdarê li buroyên komîseriyê kertên xwe yên hilbijartina çêbikin.

  • Nabe ku karmendên rêveberî û navendên fermî bi tu awayî destdirêjiyan bikin an jî sîfatên xwe ji bo tu kesî bikar bînin.

  • Dive lîsteyên hilbijartinan hemû tiştên girêdayî propagandayên hilbijartinan di nava 15 rojan de rakin. Eger nayê rakirin dê komîserî hilşyariyê bide. Eger dîsa neyê rakirin wê komîserî bi hevkariya şaredariyê wê bi xwe li ser hesabê lîste an jî namzet, rabike.

Piştî ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan navên namzeyên hilbijartinan eşkere kir, xebatên propagandayê yên hilbijartinan dest pê kir. Di vê çarçoveyê de Navenda Lîsteya Netewa Demokratîk daxuyaniyek da û bang li welatiyan kir ku dengê xwe ji wan namzetên wan bikar bînin.

Daxuyanî li Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li bajarê Qamişlo ji aliyê Sekreterê Partiya Demokratîk a Sûriyeyê Cemal Şêx Baqî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt tê gotin:

“Em ji bo berjewendiyên gelê xwe bi berpirsyartiyên xwe yên dîrokî beşdarî hilbijartinan dibin. Hêzên niştîmanperwer ên Bakûrê Sûriyeyê ji bo xurtkirina projeya demokratîk a gelan û aktîfkirina rola hemû beş û pêkhateyên civakê, xwedî li van hilbijartinan derdikevin.

Wekî hêz û partiyên li Bakûrê Sûriyeyê bi durişmeya “Ber bi civaka demokratîk ve” em hevbendiya xwe ya di Lîsteya Netewa Demokratîk de, radigihînin.

Li ser riya demokratîk a biratiya gelan û jiyana hevbeş a pêkhateyan em bi bawer in ku tevlîbûna hilbijartinan peywireke niştîmanî û exlaqî ye. Ev hilbijartin ji bo pêşxistina xebatên rêveberî û siyasî qonaxeke girîng e.

Ev hilbijartin nûnertiya rastiya pêkhateyan dikin û dûrî netewperestiyê ne. Di van hilbijartinan de mafê hemû pêkhateyan tê parastin û dadmendiya civakî pêk tê, her wiha wekheviya di navbera jin û mêr jî dixe dengeyekê. Di vir de, armanca ji bo pêşerojeke xweştir ku ji tevahiya Sûriyeyê bibe nimûne, bicih tîne û welat ber bi Sûriyeke azad, demokratîk, pirengî û nenavendî ve dajo.

Di nava Lîsteya Netewa Demokratîk de 18 partiyên siyasî yên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûriyan hene. Em bang li hemû welaqtiyan dikin ku mafê xwe yê demorkatîk bikar bînin û ji bo hilbijartina nûnerên xwe yên rasteqîn dengê xwe bidin.

Armancên lîsteya me ev in:

1-Ji bo xebatên xizmetguzariyê yên şaredariyan pîlansaziyeke setratejîk were derxistin.

2-Di hemû demsalan de pirsgirêka avê were çareserkirin

3-Li Herêma Cizîrê riyên mezin were çêkirin.

4-Li gundan xebatên xizmetguzariyê werin pêşxistin.

5-Çandinî û pîşesaziya ekolojî were pêşxistin, her wiha berhemdariya herêmî were aktîfkirin.

6-Ekolojî were parastin û li pêş her malekê darek were çandin.

7-Stasyonên enerjiyê yên alternatîf werin avakirin.

8-Li ser bingeha wekheviya di navbera jin û mêr de kar were meşandin.

9-Bi rihê ciwantiyê em ê xizmeta civaka xwe bikin.

10-Navendên ciwanan ên werzîş, çandî û civakî werin pêşxistin.

11-Perensîpa wekhevî û dadmendiya civakî were rûniştandin.

12-Li her taxekê û her gunekî Herêma Cizîrê xizmet werin pêşxistin.

13-Tax bi awayekî fermî werin binavkirin.

14-Hemû bazar bi awayekî ku aboriya Federaliya Demokratîk xurt bikin, werin pêşxistin

15-Taxên kevnar li herêmê werin tamîrkirin.

16-Beşên şaredariyan li herêmê werin zêdekirin.

17-Ji bo avakirina peymangeh û zanîngehan li herêmê pîlansaziyeke setratejîk were amadekirin.

18-Dîrok were vegerandin û yekemîn mûza li herêma Cizîrê were avakirin.

19-Ji bo xizmetên tenduritiyê bêyî pere werin pêşkêşkirin, navêndên tenduristiyê werin zêdekirin.

20-Ji bo Saziya Malbatên Şehîdan alîkariya pêwîst were pêşkêşkirin.

21-Têkiliyên di navbera welatî û meclîsê de werin pêşxistin.

22-Çanda lêpirsîn û çavdêriya di xebatên saziyan de werin pêşxistin.

Partiyên Lîsteya Netewa Demokratîk ev in:

-Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

-Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê

-Desteya Niştîmanî ya Erebî

-Partiya Demokratîk a Kurdistanî “Ebdulkerîm Siko”

-Partiya Kesk a Kurdistanê

-Partiya Lîberal a Kurdistanê

-Partiya Yekîtiya Suryanî

-Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê “Mihemedê Mûsê”

-Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

-Partiya Nûkirinê ya Kurdistanê

-Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê

-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

-Partiya Aşûrî ya Demokratîk

-Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê “Mihemed Ebas”

-Partiya Yekîtiya Niştîmaniya Azad li Sûriyeyê

-Partiya Mûhafizkarên Demokratîk

-Partiya Roj a Kurdistanê

-Partiya Biratî ya Kurdistanê

Ji aliyê xwe ve jî Lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê bernameya xwe ya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Fedraliya Bakurê Sûriyê di 19 Mijdarê de, eşkere kir.

Daxuyanî li avahiya hevbendî ya taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê ji aliyê endamê hevbendiyê Îmad Micwel ve hate xwendin.

“Ji bîr û baweriya me wekî Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi girîngiya demokratkirina civakê û pêkanîna mafê hilbijartinê wekî mafeke xwezayî, em biryara beşdarbûna hilbijartinên demên pêş yên bajarok, navçe û kantonên Rojava û Bakurê Sûriyê da. Li ser vê yekê em ê bi lîsteya bi navê “Hevbendî”beşdarî hilbijartinan bibin da ku hêviyên welatiyan di azadî û jiyaneke hevbeş bi edaketî û wekhevî pêk bînin.

Lîsteya Hevbendî wê bi hemû enerciya xwe bi xebite, armanca me ev in:

1- Pêkanîna wekheviyê di erk û mafan de di navbera hemû pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê.

2 – Bi hêzkirina biratî, jiyana hevbeş di navbera hemû rengên niştimanî yên Rojava û Bakurê Sûriyê, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen û Tirkumen, Mislim, Xiristiyan û Êzidî de.

3- Piştgiriya bi hêzên leheng YPG, YPJ û QSD.

4- Kar û xebat ji peydakirina derfetên kar û bi dawîkirina betalê.

5-Peydakirina nav û başkirina kalîteya wê, her wiha belavkirina wê bi wekhevî.

6- Pêşxistina xebatên perwerdeyê û derbaskirina astengiya û amadkirina kadroyên perwerdeyê.

7- Sererastkirina riyan, bi taybet riyên di navbera gund, bajarok û bajaran.

8- Parastina ekolojiya û xebat ji bo peydakirina rêbazên tamîrkirina parkan û zêdekirina hejmarên wan.

9- Xebat ji bo çareserkirina pirgirêkên av û elketrîkê.

10-Pêşxistina beşê ciwanan.

11- Pêkanîna wekheviyê di navbera jin û zilam de.

12- Parastina şûnwaran û belgekirina wan.

13- Pêşxistina çandiniyê û peydakirina pêdiviyên wê.

14- Pêşxisitna tenduristiyê.

15-Têkoşîna li dijî fesadiya di beşê reveberî û aborî.

Li ser vê yekî dengê xwe bidin lîsteya xwe, lîsteya hevbendî..lîsteya biratî, wekhevî û rûmetî”

28.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً