LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rejîma BAAS û Tirkiye dixwazin li Sûriyê şer nû bikin

Rejîma BAAS û Tirkiye dixwazin li Sûriyê şer nû bikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Reqqa ji DAIŞ’ê hat paqijkirin, li Sûriyeyê lêgerînên çareseriyê zêde bûn. Di civînên li Soçî, Riyad û Cenevreyê de çareserî derneket, lê rejîma Baasê û Tirkiye di nava hewldanên nû de ne û dixwazin agirê şerekî nû gur bikin.

 

Di sala 2011’an de li Sûriyeyê şerekî navxweyî dest pê kir, bi milyonan mirov ji warên xwe koçber bûn, bi sed hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Piştî DAIŞ ji Reqqa û Dêra Zorê hat paqijkirin, bi civînên Riyad, Soçî û Cenevreyê re hêzên navneteweyî û hêzên herêmî ji bo qadan bo xwe zeft bikin, ketin tevgerê. Civînên ku hatin kirin, li ser navê gelên li Sûriyeyê hin kom beşdar bûn û hêzên navneteweyî û rejînê li ser maseyê cih girt, lê derket holê ku ji bo gelan tu projeyên wan tune ne, hemû hêzan bi rêya komên girêdayê xwe, xwestin di qadê de ji xwe re cih bigirin.

Siyaseta Tirkiyeyê û planên wê  

Tirkiyeyê, bi hêzên girêdayê El Nusrayê yen wekî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) re li hev kirin, ew ji qadê vekişand û li Idlibê xwe bi cih kir. Piştî Qatar û Erebistana Siûdî av li ser Tirkiyeyê birîn, Tirkiyeyê têkiliya xwe ya bi komên li qadê re careke din li ber çavan re derbas kir. Tirkiyeyê xwest komên li sê goşeya Ezaz-Bab û Cerablusê di tevgerê de ne, têkiliya wan bi Erebistanê re qut bike û wan mihtacî xwe bike. Bi taybetî dixwaze van komên ku bixe bin bandora xwe, li dijî Federasyona Sûriyeya Demokratîk bi kar bîne.

Sê goşeya Ezaz-Cerablûs û Babê  

Tirkiyeyê di sê goşeya Ezaz-Bab û Cerablusê de, xwest di bin navê “xizmet û perwerdeyê de” herêmê bike tir û wekî herêma biryargeha leşkerî bixebitîne û ji ber vê komên Mertalê Firatê bê bandor hişt. Komên ku rola wan zeyîf bûn, di navbera wan de şerê serkêşiyê dest pê kir. Ji xwe şerê di navbera El Cebhe El Şamiyê, Firqêt Sultan Mûrad û Ehrar El Şerqiyê, wekî şerê “qad zeftkirinê” tê nirxandin. Tirkiye dixwaze ji vê herêmê êrîşê Efrînê bike, nê ji ber ku ev kom niha lewaz in, vê êrîşê nikare pêk bîne.

Hesabên li ser Efrînê  

Her çendî ji bo rewşa bê pevçûn li Idlibê serwer bibe, Tirkiye tev li civîna 7’emîn a Astanayê kiribin jî, bi HTŞ’ê re li hev kirin û di aliyê rojhilat de Efrîn dorpêç kir. Ji ber helwesta hêzên navneteweyî heta niha Tikriyeyê li dijî Efrînê êrîşeke berfireh nedaye destpêkirin. Lê dixwaze bi destê El Nusra û Tabûrên Nureddîn Zengî li dihî Efrînê êrîşeke hewayî ya wekî Qereçoxê pêk bîne.

Ji derveyê vê bi eşîrên li herêmê re li hev dike, dixwaze jiyana hevbeş a li Efrînê xirab bike. Dixwaze bi vê hevkêşeya herêmê xirab bike û nêrîna hêzên navneteweyî biguherîne. Demên borî hesabên Tirkiyeyê yên Helebê negirtin, niha jî dixwaze ji korîdora Til Rifat û Idlibê re vê armanca xwe pêk bîne.

Piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Reqqa azad, Dêra Zor jî ji DAIŞ’ê paqij kir û vê yekê di gel de hêviyeke mezin derxist holê. Tirkiye dixwaze bandorê li ser eşîrên mezin bike û li dijî QSD’ê bide şerkirin. Di vê çarçoveyê de hêzeke ji 200 kesî li rojavayê Efrînê, li herêmên wekî Atme û Qeleya El Semanê bi cih kiriye.

Ji hêla din ve ji derveyê piştrigiya leşkerî ya ji bo eşîrên herêmê, li rojavayê Efrînê perwerdeya sekvaniyê dide hin hêzan. Tê gotin ku ev kesên ku perwerde kirine, li Efrîn û Minbicê dikan ji bo wan vekirine û ticartiyê bi wan didin kirin. Dîsa îstixbarata Tirkiyeyê, gundên ereb ên li ser sînorê Kantona Efrînê bi çek dike û mirovan ji bo wan peyda dike.

Tevgerên dewleta tirk ên li ser sînor  

Di demên dawî de tevgera Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li ser sînor zêde bû. Balafirên kifşê qet li ser Efrînê kêm nabin, li hin herêman pevçûnên dem kurt diqewimin. Ji gundê Şediye û Çeqela yên li ser sînor tevgera maşîneyan qet ranaweste, di navbera rêya kevin a leşkerî û Şehîdgeha Sêran de xendek hatin kolan. Li hemberî gundê qermîtliqê çeper tên çêkirin, li Daristanên Merxe yê qasî 2 kîlometreyan dûrê gundê Çeqelan e, qereqol tê avakirin. Deriyê li gundên Şîltehtê û Mersewayê hat vekirin, li dora derî çeper tên kolandin. Hêzên TSK’ê li noqteya Şêx Bereket bi cih bûne, di warê teknîkî de xwe gurç û pêç dike û di warê kifşê û sîxuriyê de xebatên xwe dewam dike.

Di siyaseta derve û hundur de rewşa Tirkiyeyê  

Tirkiye di muxalefeta siyasî ya navxweyî de her kes tasfiye kir, bi welatên rojavayî û Ewropayê re di nav gengeşiyê de ye. Bi hincetên wekî ne li gorî pîvanên Ewropayê ye, Tirkiye tê rexnekirin. Bi tatbîqada dawî ya li Norveçê re bi NATO’yê re jî qutbûn çêbû. Tirkiye di kirîna fuzeyên S400’î de israr e, DYA jî gefên dê balafirên F35’an nefroşe li Tirkiyeyê dixwe. Tirkiye dixwaze bi gefên wekî dê radarên NATO’yê bigire, bersivê dide, lê têkilî hişk dibin. Tirkiyeyê aşkera kir ku bazirganiya bi Rûsyayê re ji 30 milyar dolarî derketiye 100 milyar dolarî, bi Venezuelayê re dikeve nav têkiliyan. Vê yekê DYA hêj zêdetir tengijand. Tirkiye di polîtîkaya dijberiya kurd de israr dike, di van hemû hevdîtinan de tenê şertekî dide pêş: “Divê têkiliya bi kurdan re bê qutkirin.”

Rejîma BAAS’ê û hevkariya wan  

Rejîma Baasê, bi pişgiriya Rûsiya û Îranêre bi hêza Hîzbûllahê ya li qadê re dixwaze aktîfbûna xwe dayîmî bike. Rejîmê bi operasyona herî dawî ya li dijî Dêra Zorê re, moral girt, bang li gelên Sûriyeyê kir, soz da ku dê “terorê” ji hemû qadên wan der bixe. Di vê çarçoveyê de bang li memûrên ne di nav qada wê de ne jî kir û xwest biçin ser peywira xwe, dixwaze xwe bigihîne erka dewletê. Rejîma Baasê bi taybetî li çoltara Efîn û Helebê rêveberiyeke nû ava kir. Rêveberiya di bin serokatiya Ala El-Dîn Mihemed Şêx Menle Osman de hatiye avakirin, Dahêr Ehmed El Hesen, Mistefa Ebdo Osman, Ehmed Ebdil Rihman El Hemîd, Nêroz Ebdil Menan Kalo, Feysel Şuban Ehmed û Remedan Mihemed Bakîr jî di nav vê rêveberiyê de ne.

Hewildanên Tirkiyeyê yên li Bakurê Sûriyeyê  

Piştî Reqqa ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, nîqaşên çareseriya li Sûriyeyê dest pê kir. Çavkaniyên li herêmê der barê xebatên li qadê yên Tirkiye û rejîmê de ev agahî dan:

* Tê gotin ku li Minbic, Tabqa, Girê Spî û Efrîn’de di bin navê “Ketîbe Ebu Emara” de hucreyên girêdayê MÎT’ê hatine avakirin. Ev hucreyên di bin serokatiya Cûfele Ebû Bekrî de, li navendên bajarokên Xendura û Marê hatine avakirin, van kesan perwerdeya sekvaniyê girtiye û niha xebatên îstixbaratî dimeşînin. Tê gotin ku yên di van hucreyan de dixebitin zêdehiya wan jin in û bi vê xebatê re pere distînin.

 

* Komên ku hêz dan TSK’ê ku bikeve Idlibê, li herêmên wekî Minbic, Hirbil û Ezazê li hemberî çeperên QSD’ê bi cih bû. Şervanên ku hejmara wan 12 hezar e, hemû ji hêzên eşîrên herêmê pêk tên, tê gotin ku li Dêra Zor, Hama û der û dora Humusê jî hêz bi cih kirine. Ev koma ku wekî paraleliya artêşa rejîmê hatiye avakirin, bi şêweyê tabûran xwe bi cih dike û ji vana hêza herî mezin a bi navê “Kete’êb Tela’êh El Nesir” e. Ev hêz di bin serweriya Ebû Ehmed El Mihene de ye. Li gorî agahiyan ev hêz ji DAIŞ’ê ne kêm tirin, berdêla xebatan herekî ji wana 300 dolarî digire.

* Tişta ku Tirkiyeyê bi Astanayê da kirin, dixwaze bi dironeyên bi navê “El Pego”, “Kargo” û “Togan” herêmê bombe bike.

Eniya başûr a Efrînê  

– Di 14’ê Mijdarê saet di 14.40’an de li dijî Girê Şehîd Barîn 1, li dijî noqteya YPG’ê ya Çiyayê Şaderê 2 êrîşên topan pêk hat.

– Di 15’ê Mijdarê saet di 15.30’an de, topek avêtin Girê Bazê. Di saetên şevê de li gundên Şadêrê û Îskan û li Tepeyê Birîndaran di navbera El Nusra yê de şer derket.

– Di 17’ê Mijdarê de 3 top avêtin Tepeyê Birîndaran.

– Di 18’ê Mijdarê de li dijî noqteyên YPG’ê yên li Tepeyê Birîndaran êrîş pêk hat.

– Di 19’ê Mijdarê saet di 09.20’an de balafiren kifşê yên tirkan li ser esmanê Efrînê geriyan.

– Di 20’ê Mijdarê saet di 21.20’an de 2 top li Tepeyê Birîndaran ketin.

– Di 15’e Mijdarê 8 top li noqteyên YPG’ê yên rojavayê Basufanê ketin.

– Di 16’ê Mijdarê saet di 10.00’an de topek li noqteya YPG’e ya gundê Basufanê ket.

– Di 17’ê Mijdarê saet di 13.00’an de li dijî noqteyên YPG’ê yên gundê Basufanê ê êrîşa bi topan pêk hat.

– Di 20’ê Mijdarê saet di 10.00’an de, fuzeyên Grad jî di nav de 8 top avêtin noqteya Basufanêê ya YPG’ê.

– Li herêmên wekî Birc Silêman, Xerab Batota û Mirîşgeha Xerab El Mişedeyê, 8 top lê ketin.

– Milîsên rejîmê yên li ser sînorê kantonan, bi hinceta “qadên leşkerî ne” nahêlin gundiyên Ziyaretê erdê xwe biçînin.

08.12.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً