LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / DEYARDEYA AVÊTINA ASÎTÊ LI SER RÛYÊ JIN LI IRANÊ

DEYARDEYA AVÊTINA ASÎTÊ LI SER RÛYÊ JIN LI IRANÊ

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Iranê gelek caran jinên Iranî rastî karên bê exlaqî û xwekujî kuştin, îşkence revadin tên. Raporê Neteweyên Yekbûyî yê Mafên Mirovan li Iranê Ahmed Şehîd ragihand ku ji sedî 85 ji jinan û ji sedî 35 ji Mêran rastî tecawizbûyînê di zindanên Iranê tên. Herwiha îşkence di Îranê de hatiye bi rêxistinkirin  û belav bûye di nav girtîgehên Îranê de.

Lê Jinên Iranê rastî Deyardeya herî xirab di nav van deyardeyan hatin ewe avêtina asîtê li ser rûyê wan. Ev deyarde gelek metirsî di nav jinên Iranê de çêkir, ev deyarde herî zêde li bajarê (Esfhanê) bi rengekî berfireh belav bû ye û herwiha dem bi dem gihişt gelek bajarên din li Iranê.

Diyardeya avêtina asîtê li ser rûyê jinan li Iran ji dema ku hin radîkal salên çûyî bi sedan jin û ciwan li Esfhanê bi madeya Asîtê armanc girtin belav bû, lewra bi awayekî lez ev deyarde gihşte bjarên Iranê yên din.

Bi hezaran Kes li paytexta Iranê li pêşiya avahiyê perlemantoyê li bajarê Esfhan li pêşiya Dadgehê li dijî deyardeya asîtê ji aliyê hin radîkalan derketin xwepêşendanan. Ev deyarde rû û laşên 15 jinan li Esfhanê şewitand yek ji wan jiyana xwe ji dest da ji ber xerabûna şewata wê.

Li Esfehan, Tehran û bajarên din li Iranê, gelek rêflêksên hişk û xwepêşandan li hember vê deyardeyê derket. Polîsan bi zordarî li hemberî xwepêşandaniyan derdiket û hejmarek ji jin ên çalak yên ku ev xwepêşandan bi rêxistin kirin girtin. Herwiha Fermandarê Polîsa Iranê ragihand ku 318 rewşa êrîşkirina bi asîtê li dijî jinan di nava sala 2014 an de pêk hatiye.

Rewşeke Metirsî Hat Avakirin

Rewşeke metirsî di nav jin ên Iranê de dewam dikir piştî zêdebûna êrîşên asîtê li kolanên Iranê ji aliyê Radîkalan heta ku gihişt astekê ku jin ên Iranê rûyê xwe bi helmetekan (xuzeyan) veşêrin da ku rûyên xwe ji êrîşan biparêzin. Du rewşên wisa hatin derbas kirin, jinek û keça xwe ji aliyê radîkalan ve bi asîtê hatin êrîşkirin, li gorî rojnameya Xeresan. Ji aliyekî din ve Rojnameye (Şerq) da zanîn ku Di encamên lêkolînên nimûneyê asîtê de ji aliyê komîteya parlamentoyê ve  ku ev operasyon bi hevdu girêdayî ye û ji demên berê de hatiye amadekirin li gelek deverên din.

Li gorî şûna tilîkan tê sûçdar kirin ku ev radîkalên ku van êrîşan pêk tîne ji mîlîsên Huzbellahin yên ku berê bi nave deyardeya (ne baş veşartina por) an jî (Xerab bûna hijab ê) jin tehdîd dikirin û didan zanîn ku jinên serê xwe negirtin Şeriî esas negrin dê ewê werin işkence kirin, ev yek metirsî di nav jinan de çêdikir. Pirniya Jinên ku dihatin hedef girtin ew jin ên ku porên xwe ji bin Hijabê derdixistin an jî ne baş diveşartin û yên ku mantoyên kin û bi reng li xwe dikirin.

Girtina Kesên Asît Kar Di Anîn

Gelek tevlihevî çêbû derbarê naskirina nasnameyên kesê ku bi asîtê êrîşan pêk dianîn. Lewra wezareta hundirîn ya  Iranê ragihand ku 4 girtiyên gumanbar hatin girtin Giştî Berdevkê peywendiyên girtîgehên vê mijarê red kir. Ev deyarde dewamkir hejmara qurbaniyên wê ghişt 17 jin li bajarê Asfhanê.

 

Şêvazê DAÎŞ ê Li Iran ê

Li ser tora civakî hate belavkirin ku kesên ku bi vê deyardeyê radibin bi nave (DAÎŞ ê Iranê) dane nasîn, Şêwazê wan weke Şêwazê DAÎŞ ê li Sûrî û Iraq ê ye. Lewra li Iran kesên radîkal daxwaza dayîna sînorekî ji jin ên ku teqeyidê bi sere xwe girtinê nekin. Di derbarê vê de Encumena Perlemantoyê yasaya Yên ku dizanin çi tiştê qenc e û xerabiyê qedexe dikin ” (الأمر بالمعروف والنهي عن المنكر) goftûgof kirin. Ji bo ku jinên olî yên girêdayî rêjîma Iranê  qezenc bikin û di riya van jinan jinê ku  teqeydê bi sere xwe girtinê û pîvanên ol nakin bi rengekî yasayî iqna bikin. Ji bilî ku ev yasa ne dixwest ev kes işkençê bi kar bîne.

Nûnera Amerîka Samansa Baro Ev deyarde Şermezadkir û got  Hejmarek ji jinên Iranê rastî vê Şewatê hatin di encamê de yek ji wan jiyana xwe ji dest da ji ber kurbûna şewata wê. Herwiha Baro li ser hissabê xwe yê Tiwîterê nivîsand: Ku Amerîka van êrîşên ne mrovahî li dijî jinên Iranê ji ber ne girtina sere xwe şermezadkir. Herwiha Baro ji hikumeta Iranê xwest ku van kesên ku bi vê deyardeyê radibin ceza bikin. Û got raporên ku ji hezar xwepêşandanan yên ku dixwestin hikumetê têxin tevgerê, asta pişgiryê ji jinên Iranê diyar dike.

Malperên Iranê Dîmenek belav kirin têde çawa Sûhêla Corkêş awirên Çavê vedigerîne, Sûhêla yek ji jinên Iranê yên ku êrîşên asîtê bi ser wan hatibûn ji aliyê radîkalan. Lewra awirên çavê wê windabibûn ji ber avêtina asîtê li ser rû û çavên wê. Di wê demê de bijîjşkan di gotin hêvî tuneye ku Sûhêla awirê xwe vegerîna ji ber ku rêjeya şewata wê ji sedî 80 ê bû. Sûhêla li nexweşxaneya (Barakr) li Ispaniya yê hate derman kirin û pêvajoya wê ya duyemîn bi serkeftî derbas bû. Sûhêla  awirên çavê wê piştî salekê vegeriyan.

Dîmena Sûhêla dema derdikeve kolanan û bi kêfxweşiya vegerîna awirên wê şahdibe.Di rewşeke din de jinek 34 salî rastî êrîşa bi asîtê li ser destê hevjînê wênî berê yê 38 salî hat li parka Meryem li navenda bajêr, ji piştî êrîşê bi çend saetan hate zindan kirin.

Êrîşên bi asîtê bû tiştekî normal di nav gel de, gihişt astekê ku ev êrîş ne tenê bi ware ol de tenê pêk dihat. Nimûneyek jineke din bi navê Emîna Behramî kur bû piştî derkîstê wê  ava asîtê avêt ser rûyê wê sedem  ji ber ku Emîna mafê zewacê jê redkir.

Tiştê ku me dît hate niha zilm û zordarî bi rengekî berfireh û rotinî ji hemû aliyan li dijî jinê dewam dike û li gelek bajaran hîn mafê jinê û azadbûna fikrê wê kêmên.

10.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً