LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Pilana Tirkiyê li ser Efrînê

Pilana Tirkiyê li ser Efrînê

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN – Yek ji bajarên Rojava ye, her wiha nevenda kantona Efrînê ya herêma Efrînê ye. Li koşeya herî bakurê rojavayê sînorê Sûriyê – Tirkiyê ye. Ji aliyê rojava ve, Lîwa Iskenderon û ji aliyê bakur ve xeta tirênê ya ji Meydan Ekbesê heta Kilisê ye. ji aliyê rojhilat ve Ezaz û ji aliyê başûr ve jî herêma çiyayê Semaanê ye.

Efrîn ku herêmeke çiyayîye, navîna bilindahiya wê 700 – 1269 metre ye. cihê herî bilind Girê Mezin e û beşek ji rêze çiyayên Toros e di Sûriyê de. Firewhiya Efrînê derdora 3 hezar û 850 Km ango derdora ji % 2 ji fireiya Sûriyê ye.

Di Efrînê de her wiha deşt hene, di nav re çemê Efrînê diherike, nêzî 85Km di Sûriyê re diherike û wek çavkaniyê avê yê herî girîng tê hesab kirin.

Efrîn 63 Km ji Helebê ve dûre. Hejmara niştecihên navenda bajêr derdora 50 hezar kese. Ji bilî bajarê Efrînê ji 7 navçeyan “ Şera , Şiyê, Cindirêsê, Reco, Bilbilê, Mabeta û Şêrewa“ pêk tê. Her wiha ji 366 gundan pêk tê. Bi giştî hejmara niştecihên herêma Efrînê û navçeyên wê li gorî serjimariya hikûmeta Sûriyê ya sala 2012`an 523 hezar û 258 kes in, piraniya niştecihan Kurd in ji % 90 pêk tînin.

Lewra komên çete yên girêdayî Tirkiyê dixwazin êrîşî Efrînê bikin bi piştgiriya Tirkiyê bi nave ( operasiyon Şûrê Firatê).

Erdnîgariya Efrînê cûdayî Erdnîgariya Kobanê û Cizîrê li Sûriyê, Efrîn xwedî istiratîciyeke mezine di pirojeya kurdan de.

Lê pirs ewe çi armanca Enqera ji êrîşkirina Efînê ?

  1.  Tirkiyê baş dizane ku ew bi awayekî zêde bi hêz hatiye parastin, ji bilî ku xwezaya wê jî çiyayî ye, ev yek jî jiberxwedanê re alîkar dibe.

2. Her êrîşekî Tirkiyê tê wateya şerê vekirî bi YPG`ê û YPJ`ê re, li hemû eniyan jî dê bersivê bidin.

3. Efrîn ji Kobanê cûda ye, Efrîn rêyên xwe yên vekirî hene, dikare ji gelek alî ve cebilxaneyan bigihîne hêzên xwe û dê ji her aliyekî be jî bersiva êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê bide.

4.Tirkiyê dixwaze rola kurdan lawaz bike,ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve Tirkiyê naxwaze ku kurd federaliya bakurê sûriyê ilan bikin.

Her wiha gelek armancên din yên  Tirkiyê hene ku êrîşekê li ser Efrînê pêk bîne:

– Tirkiyê bi kontrolkirina bajarê Babê di riya mertala Firatê hîn ne gihiştiye armancaa xwe, Hewildanê wê gihştina Efrinê bi rojhilatê firatê hîn berdewame.

– Tirkiyê bi biryarek ji Amarîka dûrî operasyona rizgarkirina Reqqayê ket,lê piştî dît ku kurd rizgar kirin û naskir ku kurd berê wan li Efrînê be, lewra dixwaze operasyoneke li ser bide destpêkirin da ku rê li ber projiya kurdan bi avakirina Fedraliyê bigire.

– Tirkiyê dixwaze Efrînê kontrol bike da ku istratîjiyeke mezin li ser erdê bigre dest ji aliyê girêdana bajarên bakur rojhilatê Helebê bi Idlibê, ev yek hebûna Tirkiyê li Sûriyê dide nîşan.

Lewra Her êrîşek ji aliyê AKP`ê ser herêma Efrînê dê şerekî vekirî di navbera komên çete û artêşa Tirk a dagirker ji aliyekî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji aliyekî din ve derxîne. Bi vê yekê jî QSD`ê dest girtî namîne dê êrîşên berfireh li aliyê Cerablos, Bab, El-Raî û Ezazê pêk bîne, Tirkiyê jî vê yekê naxwaz e

 

Ji Fermandarên YPG`ê Mehmûd Berxwedan, di çarçoveya hevdîtina bi Ronahî TV re, hebûna atêşa Tirk a dagirker li Sûriyê wek dagirkeriyê bi nav kir, di heman demê de hişyarî da ku “ yê hewil bide dest bighîne xaka Efrînê dê nikaribe jê derbikeve.“

Fermandar Berxwedan her wiha helwesta şêniyên Efrînê berz nirxand û got ku şênî dest ji xaka xwe bernadin “ Di ferhenga wan de ji bilî berxwedanê, têkoşîn û ji xak û rûmetê dest neberdan tu ne ye. ji destpêka şoreşa Rojava ve ew li derdora lehengên xwe di eniyên şer de rawestîne. Şêniyên Efrînê ji her êrîşekê ku wan hedef bigre re baş xwe amade kirine, dê hemû koployên li dijî wan tên çêkirin vala derxînin. Yê hewil bide derbasî (ictiyah)Efrînê bibe dê dawiya wî wek ya DAIŞ`ê be, şêniyên Efrînê xwedî hêzeke xurtin, dikarin bi wê hêza xwe dewleta Tirk û çeteyên wê vala derbixin.

12.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً