LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / YPG:Du leşkerên dewleta tirk hatin kuştin

YPG:Du leşkerên dewleta tirk hatin kuştin

KOBANÊ-  Fermandariya YPG’ê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku YPG û YPJê li leşkerên Tirk yên ku dixwestin li ser sînorê Aşmê rê çêbikin û derbasî mile Rojava bibin dan Di encam de 2 leşkerên tirk hatine kuştin.

Fermandariya YPG’ê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker di saetên sibê de li ser sînorê Kobanê, li herêma gundê Aşmê kete nav tevgereke rê çêkirinê. Hat aşkere kirin ku leşkeran xwestin ku sînor îhlal bikin û derbasî alî Kobanê bibin û ev agahî da: ” Li vir şervanên YPG û YPJê yekser mudaxele kirin û di encam de pevçûn derket. Li gor ku hatiye zelal kirin du leşkerên artêşa dagirker a Tirk hatine kuştin û seyareyeke zirxî jî hate îmha kirin. Herwiha hejmarek ne diyar jî brîndar hene. Duh êvarê jî li heman herêmê artêşa Tirk a dagirker êrîşî şervanên YPG YPJê kir. Li ser bersivdana şervanan pevçûneke demkurt qewimî.”

Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremê hatî dayîn, hejmarek leşkeran jî birîndar bûne.

Li herema pêvçûnê her du alî jî tedbîrên ewlekariyê berfireh kirin

13.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً