LEZGÎN
الرئيسية / Civak û Jiyan / Gundiyên di bin kontrola Rejîmê de alîkarî ji Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî xwestin

Gundiyên di bin kontrola Rejîmê de alîkarî ji Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî xwestin

QAMIŞLO – Gundiyên nêzî 34 gundên li Qamişlo yên di bin qontrola Rejîma BAAS de ne, ji ber ku rejîm alîkariya mazot û pêdiviyên jiyanî nadin wan, serî li Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî ya bajarê Qamişlo ya Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîr a Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê dan û alîkarî xwestin. Gundiyan anîn ziman ku Rejîm BAAS tenê wek e nav heye û pêdiviyên jiyanî ya gundiyan pêk nayine.

Piştî 19’ê Tîrmehê 2012’an Şoreşa Rojava, Rejîma Sûriyê ji gelek bajarên Rojava neçar ma derkeve, lê tenê di Hesekê û Qamişlo de di bin banê walitiyê de hin gund û tax di bin qontrola wî de maye. Li bajarê Qamişlo ya girêdayê Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, ji aliyê başûrê bajar ve nêzî 60 gund û 3 taxên navenda bajêr hêj jî di bin qontrola Rejîma BAAS de ye. Bi hatina zivistanê re her sal ku ji bo sotemeniya zivistanê mazot dihat belavkirin, Rejîma BAAS li 34 gundên k udi bin kontrola wî de ne mazot belav nekiriye. Li ser vê yekî gundiyan serî li Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî ya Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê dan.

Rejîm serê bermîlê 25 hezar Ls dixwaze

Niştecihên 30 gundên di bin kontrola Rejîmê de ku serî li Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî dane, diyar dikin ku Rejîma BAAS bi hinceta ew di hêla siyasî de piştgiriyê didin Sîstema Federaliya Demokratîk her tim astengî ji wan re derdixin û mazota ji bo sotemeniya zivistanê jî serê bermîlê 25 hezar Lîreya Sûriyê difiroşin wan. Gundiyan anîn ziman ku ji ber 5 qat zêdeyê buhaya normal a mazotê tê firotin ew derfeta wan a madî tuneye bikirin. Gundiyên ku ji ber ewlekariyê naxwazin navên xwe aşkere bikin, anîn ziman ku wan gelek caran ji bo werin rêveberiya Xweseriya Demokratîk alîkariyê bixwazin lê ji aliyê hêzên ewlekariya Rejîmê ve ew hatine astengkirin.

Hat diyarkirin ku Rejîm serê bermîlê 25 hezar Ls difiroşe, lê ji aliyê komînên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ve tenê serê bermîlê 5 hezar Ls li hemwelatiyan belav dike.

Gundiyan alîkarî xwest Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî dest bi alîkariyê kir

Destpêkê niştecihên gundên Rişmaniyê, Cinewiyê û Xirbit Emo ku serî li Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî ya Qamişloya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê dan, pirsgirêka ku Rejîma BAAS ji wan re derdixe vegotin. Li ser vê yekê endamên rêveberiya meclîsê dest bi alîkariya mazotê ji wan re kirin.

Endamên rêveberiya Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî ya Qamişloyê ku yek bi yek navê niştecihên destpêkê gundên Rişmaniyê, Cinewiyê û Xirbit Emo qeyd kirin û piştre jî tangêra mazotê li gundiyan belav kirin. Endamên rêveberiyê ku mazotê belav dikirin, diyarkirin ku wan li ser daxwaza gundiyên ku di bin kontrola Rejîmê de ne alîkarî ji wan xwestine ew mazotê belav dikin. Rêveberên meclîsê, anîn ziman ku ew tu firq û cudahî naxin nav niştecihan û li gor wê alîkariya xwe dê belav bikin.

Navê gundên ku di bin kontrola Rejîmê de ne û mazot li wan belav nekiriye, wiha ne:

Mesedê, Til Buyer, Qubat, Heyehî, İskenderun, Behera, Xûrmir, Xizna Cedîda, Poladiya, Recabiyê, Xirabesker, Hemo Qiser, Xirbit Sed, Heciya Mezin û Biçûk, Hilwa, Xirbit Nûra, Tewaric, Tiweyir Herp, Siwêda Biçûk, Mezraya Til Eyd, Himêra, Cirmis, Aweca, Sêx Ecin, Deyo, Reşwaniyê, Cinêdiyê, Selamûaleykum, Dedoşiyê, Qîser, Carku û Xirbit Emo.

22.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً