LEZGÎN
الرئيسية / Jin / ‘Eger bê xwestin em ê li kêleka şervanan jî şer bikin’

‘Eger bê xwestin em ê li kêleka şervanan jî şer bikin’

 

EFRÎN – Jinên li dirûngeha Şehîd Delîl kar dikin diyar kirin ku ew ji ber pişgiriyê didin şoreşê û ji bo şervanan dirûnê dikin kêfxweş in û dibêjin ku eger ji wan bê xwestin ew ê li çeperên şer jî li kêleka şervanan rûmet û axa xwe biparêzin.

 

Li Kantona Efrînê pênc sal in ku gel hemû pêwîstiyên xwe bi destê xwe hildiberîn û tevî hemû astengiyan jî jiyana xwe didomîne.Yek ji wan xebatên balkêş jî dirûngeha ku ji bo şervanên YPG/YPJ’ê bi eşqeke mezin ji aliyê jinan ve dirûn lê tê kirin ku hatiye vekirine. Piraniya xebatkarên vê dirûnxaneyê jin in û hemû xebatkarên dirûnxaneyê  jî malbatên pakrewanan e.Jinan derbarê xebatên xwe de ji Jinnews re axivîn.

 

Yek ji xebatkarên dirûnxaneyê Henana Çawîş wiha behsa pêwistiyên şervanan û pêkanîna wan dike: “Çar sal in ez di dirûnxanê de kar dikim, pir kêfxweşim ku dikarim ji bo şervanên me xizmetê bikim. Şervanên me niha di çeperên şer de li ber sermayê ne, ew ji bo me canê xwe feda dikin, em jî tişta ku dikeve ser milê me ji bo şervanên xwe dikin û cilan didirûn. Ne tenê dirûtina cilan, ji bo şervanên me çi ji me bê xwestin em amedene ku ji bo wan bikin. Ji ber ku ew me diparêzin û xwîna xwe di ber mede didin.Em jî weke şopdarên wan çi dikeve ser milê me em dikin.”

 

‘Karê me pîroz e’

 

Her wiha jina bi navê Fîdan Qido ku xwişka pakrewan Zafêr e,pênc sal in di dirûngehê de dixebite û wiha qala xebatên xwe dike:”Karê ku em dikin karekî gelekî pîroz e. Şervan di çeperên şerde me diparêzin, em jî weke malbatên wan ji bo zarokên xwe cil û bergan didrûn. Dema min dest bi kar kir min tiştek nedizanî.  Lê her ku ez li rewşa şervanan fikirîm zûtir fêr bûm.Ez pir ji karê xwe hez dikim.Şervanên me parastina mirovahiyê dikin em jî ji bo şervanên xwe wê xizmetê bi eşqeke mezin dikin.”

 

‘Ger ku pêwit bike em ê li çeperan bin’

 

Fîdanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji seat 8’ê sibehê heya seat 5’êêvarî kar dikin. Em li vir qet nawestin ji ber ku hemû xebatkarên li vir bi coşeke mezin kar didin meşandin û dizanin ji bo çi li vir in. Loma westandin nayê bîra me. Karê min ambilaj e, cilên ku tên dirûtin ez ambalaj  didim û didim hev. Em hemû jinên li vir ligel hemû xebatkaran ji karê xwe gelekî hez dikin. Em di karê xwe de pir rehetin. Xizmetkirina şervanên azadiyê rûmeteke herî mezin e.  Îro em li dirûngehê ne, lê dema bê xwestin em ê di çeperên şerde li kêleka şervanên xwe bisekinin û em ê bi hev re rûmet û axa xwe biparêzin.”

25.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً