LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rejîm li Dêra Zorê di bin navê QSD’ê de sivîlan topbaran dike

Rejîm li Dêra Zorê di bin navê QSD’ê de sivîlan topbaran dike

DÊRAZOR – Li Dêrazorê hêzên leşkerî ya Rêjîma BAAS dîsa di bin navê noqteyên QSD’ê de sivîlan topbaran dike.

Pêngava Bagêra Cizîrê di roja xwe ya 106’an de bi pêşveçûnên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) didom e. Lê Rejîma BAAS wek e piştgiriyê dide DAIŞ’ê dîsan bi teng û topan êrîşên noqteyên QSD’ê û gundê ku sivîl lê dijîn dike. Rejîma BAAS bi topan êrîşê noqteyên şervanên Pêngava Bagêra Cizîrê ya li gundê Daban pêşve çûye kirin, yek sivîl 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku Rejîma BAAS di vê hefteyê de cara sêyemîne ku êrîşê gundên ku sivîl hêj jî lê dijîn û noqteyên şervanên Pêngava Bagera Cizîrê dike.

25.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً