LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Jina Rûs ku ji DAIŞê hatibû rizgarkirin, radestî rayedarên Rûs hate kirin

Jina Rûs ku ji DAIŞê hatibû rizgarkirin, radestî rayedarên Rûs hate kirin

 

NAVENDA NÛÇEYAN- Jina ku tevî malbata xwe tevlî DAIŞê bibû, dema dixwest ji çeteyan bireve ji alî hêzên YPG û YPJê ve hate rizgarkirin.

 

Li gorî malpera çapemeniyê ya YPGê ya fermî de hat ragihandin ku Jina bi navê Amisbula Hamisbiyeva Danuyevna ku dixwest ji esareta çeteyan bireve, ji alî YPGê ve hat rizgarkirin. Danuyevna tevî 3 zarokên xwe di 25.12.2017an de li Efrînê radestî rayedarên leşkerî yên Rûs hate kirin.

Danuyevna di sala 2014an de tevî malbata xwe û zarokên xwe, bi rêya Tirkiyê derbasî Til Ebyad bibû. Jina Rûsî ya ku li Tebqa, Musil û Dêrezorê jî dimîne, ji alî çeteyan ve ji malbata xwe hatibû veqetandin û du caran hatibû zewicandin. Pişrî mirina çeteyê bi zorê pê re hatibû zewicandin, direve û berê xwe dide malbata hevjînê xwe yê ku li Ezazê dijîn.

Danuyevna dema ku dixwest bireve û xwe bigihîne rayedarên Rûsî, ji alî YPGê ve hat rizgarkirin. Danuyevna tevî 3 zarokên xwe duh li Navenda Koordînasyona Hevbeş ya Operasyonan ya YPG û artêşa Rûs, radestî rayedarên leşkerî yên Rûs hate kirin. Jin û tevî 3 zarokên xwe ji bo zivirandina welatê xwe ji Efrînê birê ketin.

Danûyevna anî ziman ku piştî esareta bi salan ew pirr kêfxweş e û spasiya YPG û artêşa Rûs kir.

26.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً