LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rêjîma Sûriyeyê : “Erdogan berpirsê rijandina xwîna gelê Sûriyeyê”

Rêjîma Sûriyeyê : “Erdogan berpirsê rijandina xwîna gelê Sûriyeyê”

 

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karên Derve û Penaberan a rêjîma Sûriyeyê di daxuyaniyeke xwe de got ku serokê rêjîma Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan di rijandina xwîna welatiyên Sûriyeyê de berpirsyar e û destwerdana wê di Sûriyeyê de wêneyekî alîkariya terorîstan e.

 

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya rêjîma Sûriyeyê (SANA) ragihand ku Wezareta Karên Derve û Penaberan a rêjîma Sûriyeyê di derbarê destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê de daxuyaniyek da ye. Di daxuyaniyê de hatiye gotin serokê rêjîma Tirkiyeyê Erdogan raya giştî dixapîne da ku hincetan ji sûcên xwe yên li dijî gelê Sûriyeyê re bibîne û alîkariyeke bê sînor bi hemû şêwaz û rêbazan bi terorîstan re yên di Sûriyeyê de ne dike û êdî ev yek ji her kesî re zelal e. Di encama vê yekê de serokê rêjîma Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan di rijandina xwîna welatiyên Sûriyeyê de berpirsyar e û ev dagirkeriya wî di axa Sûriyeyê de wêneyekî ji wêneyên alîkariya bi terorîstan re ye û daxwazbilindiya wî ya dagikeriyê piştrast dike.

 

Di berdewama daxuyaniyê de li gorî ajansa SANA’yê Erdogan Tirkiye veguhertiye zîndaneke mezin û têde devên çapemeniyê û hemû aliyên ku ji siyaseta wî ya hilweşîner ne razî ne girtine, ne tenê di derheqê Sûriyeyê de lê belê encamên wê di hundirê Tirkiyeyê de jî kambax bûn. Her wiha di nûçeya SANA’yê de hate gotin ku ti carî bawerî bi Erdogan nabe.

 

Di dawiya daxuyaniyê de jî li gorî nûçeya SANA’yê wiha tê gotin: “Erdogan bi nexweşiya xwemezinbûnê ketiye û di nava xeyalên kevin de jiyan dike û ji bîr kiriye ku impratoriya ku ew pê xeyal dike hatiye helandin û ti carî venagere û êdî dewlet ne wîlayetên girêdayî wê ne û êdî gleên azad xwedî vebijêr û biryarên niştimanî ne û parastina serweriya xwe dikin. Her wiha ti carî derfetê nadin Erdogan ku destwerdana xwe bike. Bê guman ev hêza wî ya xirabkirinê ku êş û ziyan bi welatiyan kiriye, dê di heman asta li wî vegere.”

28.12.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً