LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Hikumeta AKP’ê di mijara Efrînê de tenê maye

Hikumeta AKP’ê di mijara Efrînê de tenê maye

EFRÎN – Dewleta tirk ku di bin navê “Heremên kêmpêvçûn” de di ser Idlibê de xwe gihiştand sînorê Efrînê, di plana xwe ya “Êrîşa Efrînê de” bi tena serê xwe ma. Komên “Mertalê Firatê” yên girêdayên Tirkiye ya ku hêj ji Rûsyayê destûra “Erêkirin” negirtiye, bi hev ketine. Hesaba wan a “Artêşa Niştîmanî” jî nagire.

 

Tirkiye ya ku krîzên xwe yên bi DYA, Yekîtiya Ewropa, welatên kendavê û ya dawî jî bi Teşkîlata Hevkariya Îslamê re derbas nekiriye, di armanca xwe ya êrîşa îhtîmal a li ser Efrînê jî bi tena serê xwe maye. Li gor agahiyên dawî yên ji heremê tên, Rûsya di bin navê senaryoya “Heremên kêmpêvçûn” de destûr  da ku Tirkiye di ser Idlibê de nêzî sînorê Herêma Efrînê bibe û tehdîdên vala bike, lê ji êrîşê re musade nake. Dîsa ji bo Tirkiyê li Ezaz, Cerablûs û Babê de kar pir baş naçe. Nakokiyên di navbêra komên “Mertalên Firatê” de zivîrîn pêvçûnan, baweriya wan bi wan nemaye, gelên heremê jî li dijî polîtîkaya “Turkmenkirinê” di îsyanê de ne.

 

Li gor Tirkiyê tê tevgerandin

 

Desthiladariya AKP’ê ku di polîtîkaya xwe ya Sûriyê de tu encamî nagire, niha jî di sêgoşeya Cerablûs-Ezaz-Bab ku bi destûra rejîm û Rûsyayê ketiye wir, dixwaze lez bide polîtîkaya xwe ya “Turkmenîkirinê” hebûna xwe mayînde bike. Di vê çerçoveyî de xebatên xwe yên zêdekirina baregehên leşkerî, asayîş û îstîxbaratê bi leztir dike. Herî dawî dixwaze di heremê de di bin navê “Xizmetguzariyê” de bi sîstema banqeyê, heremê bike wek perçeyek ji Tirkiyeyê.

 

Di plana Efrînê de tenê ye

 

Amerîka ku nehişt Rusya xwe bigihijîne Reqayê û baregehên xwe yên leşkerî di heremê de ava kir, Rûsya jî di rojhilatê Sûriyê de faliyetên wî asteng kir, Rûsya di rojavayê Firatê de pêşiya DYA yê girt. Bi vê armancî Rûsya plana xwe ya “Heremên kêmpêvçûn” xiste dewreyê û hişt ku desthiladariya AKP’ê tehdîdên xwe li ser Efrînê bike. Rûsya taybetî hewil dide daxwazên xwe li ser hêzên Efrînê bide qebûl kirin, eger nebû jî difikire qet nebe hêzên Rejîmê di Efrînê de bide bicih kirin. Ji ber vê yekî jî tenê “Erêkirina” tehdîdê da Tirkiyê, erêkirina êrîşê nedaye.

 

Rûsya; pir naxwaze xwe nêzî Tirkiyê ya ku di navbêra wî û DYA, YE, Yekîtiyên Ereban û welatên heremê re krîz heye bike û li gor agahiyan ji ber van sedeman Rûsya êrîşa ser Efrînê erê nekiriye. Tirkiyeya ku di plana êrîşa Efrînê de bi tenê maye, leşkerên xwe di sînorên rojavayê Efrînê de bi cih dike û amadekariya şerekê dike.

 

Li aliyê din di navbêra komên “Mertalê Firatê” yên bi Tirkiyeyê re tevdigerin de jî nakokiyên mezin tên jiyîn, pêvçûnên wan ên desthiladariyê didom e. Ji ber vê yekê ev gruban di hêla êrîşeke îhtîmal a li ser Efrînê baweriya wan bi xwe nemaye, baweriya Tirkiyê jî êdî zêde bi wan nemaye.

 

“Artêşa Niştîmanî” ya ku ji dehan komên di nava Artêşa Azad hatiye avakirin jî di qada Sûriyê de ji daxwazên Tirkiyeyê re nabe bersiv. Hejmara leşkeran ku wek e 15 hezar hat aşkerekirin û wek e hêza herî mezin a di Sûriyê de tê pênasekirin jî, hejmara çekdarên koma herî biçûk a di Sûriyê de jî ji hejmara vê artêşî zêdetir e. Mînak, hejmara çeteyên komên El Nûsra û Ehrar El Şam li derdora 50 hezarî de ye.

 

 

Cerablûsî di îsyanê de ne

 

Li aliyê din jî di sêgoşeya Ezaz-Cerablûs-Babê de ku polîtîkayên “Turmenîkirin” û desthiladarî bidesxistin jî bû sedema bertekên mezin û gel li hemberê vê polîtîkayî îsyan dike. Cerablusiyan di 19’ê kanûnê de derketin qadan û bi daxuyaniya “Dewleta tirk firq û meylî dixe nava ereb û tirkmenan. Hemû sazî û navendan bi destê tirkmenan ve berdan e. Alîgirên DAIŞ’ê ji me zêdetir diparêzin, dewleta tirk jî turkmenan diparêzin” bertekên mezin nîşan dan. Dîsa li Cerablûsê di 17’ê kanûnê de di navbêra Tabûra El Cihişat û Ehrar El Şerqiyê ku her du kom jî girêdayên Mertalên Firatê ne de pêvçûn derket. Sedema pêvçûnê jineke bi navê H.E.K ku nêzî Tabûra Ehrar El Şerqiye bû ji aliyê leşkerên El Cihîşat ve di navenda sûkê hat girtin û pêvçûn zêdetir bû.

Komên Artêşa Azad tên dizaynkirin

 

Tirkiye, ji ber nakokî û pêvçûnên di navbêra komên “Mertalê Firatê” de, bi destê Hikumeta Demkî ya girêdayê xwe “Artêşa Niştîmanî” ya ku ji 30 koman û 15 hezar kesî pêk tê îlan dike. Tirkiye bi vê artêşî faliyetên xwe, bi avakirina noqte û baregehên xwe yên seranserê sînor re xebatên îstîxbaratî zêde dike. Tirkiye ku sewqiyata leşker û seyarên zirxî didomîne, noqteyên lê bicih bûye jî zivirandiye kelehên ji betonê pêk tê ava dike. Di van noqteyên leşkerî de, gelek komên Artêşa Azad û yekîneyên Artêşa Tirk dimîn in.

 

Koma El Cebhe El Şamiye jî di vê çerçoveyî de baregehekî xwe yên leşkerî ku li bajarokê Soran a girêdayê Ezazê ye û di bin fermandariya Ebû Yasîn de ye ji Artêşa dewleta tirk re hiştiye.

05.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً