LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ENKS ê bi Wezareta Tirkiyê re dicive !

ENKS ê bi Wezareta Tirkiyê re dicive !

NAVENDA NÛÇEYAN- Di berdewamiya têkiliyên di navbera Tirkiyê û ENKS ê de û tewcîhatên ku digre. ENKS li ser mijarên bi navê kurdan bi Wezaertiya Tirkiyê re dicive. Çavkaniyên ji nava ENKS ê diyar kirin ku ENKS bi navê Kurdan dixwaze tevlî Soçê bibe.
Ji aliyê çavkaniyê ji nav ENKS ê de hate ragihandin ku ENKS 4 çileyê li Enqerayê bi Wezaretiya Derve ya Tirkiyê re civiya ye.
Çavkanî da zanîn ku ENKS her dem beriya ku civînên derbarê kirîza li Sûriyê û çareserkirina wê werin lidarxsitin de, ji aliyê Tirkiyê ve têne vexwendin da ku bi tewcîhat li ser navê Kurdan tevlî van civînan bibe.
Şandeya ENKS ku di civîna wê ya li bajarê Qamişlo de ku ji 5 partiyan pêkhatî de, desteya serokatiya ENKS her yek ji Ibrahîm Biro, Ebdulhekîm û Fûad elîko erkdar kiriye. Hate eşkere kirin ku civîn derbarê tevlîbûna ENKS ya Soçiyê ye.
Têkildarî vê mijarê hate îdaa kirin ku ev civîn bi rêya Ebdulhekîm beşar re ku xwedî têkiliyên xurt bi MÎT a Tirkiyê re ye , hate organîzekirin.
Çavkaniyên taybet dane zanîn ku Ebdulhekîm Beşar yê ku serkirdeyê ENKS ê ye û siyasetê li ser navê gelê Kurd dike bi madiyatê micûl bûye û li gorî çavkaniyan ji destpêka şoreşa Rojava ve û heta roja îro hejmarek mal û fabrîke bi pereyên gel li Tirkiyê û Başûrê Kurdistan ê kirîne.
Ebdul Hekîn Başar ji bo serweta xwe zêde bike ber xwe fireh kiriye !
Ebdulhekîm Beşar Endamê Buroya Siyasî ya PDKS ê û cîgirê Serokê Koalîsyona Sûriyeyê. Bi eslê xwe ji Rojavayê kurdistanê ji gundê Girê Xalid yê navçeya Amûdê ya bi ser kantona Qamişlo a girêdayî Herêma Ferderal a Bakurê Sûriyê Cizîrê ye, ku li wê heremê xwendina xwe kiriye.
Hate zanîn ku di sala 1978 an de derbasî nav refên Partiya Demokrata Kurdî li Surî (El Partî) bûye û di sala 1991’ê de ji bo Komîteya Navendî ya vê partiyê hate hilbijartin. Sala 1996 jî bûye endamê buroya siyasî. Di sala 2007 de jî Beşar dibe sekreterê El Partî. Niha li Herêma Kurdistanê li Hewlêrê niştecih e û di li wir berpirsiyarê “Itîhad El Siyasî” ku ji çar partiyan pêk tê, ye.
Ebdulhekîm Beşar ji nişkave zengîn dibe
Li gorî çavkaniyeke taybet hate eşkere kirin ku di şoreşa Rojava de Beşar ji nişkave dibe kesekî dewelemend, çavkanî wiha da zanîn: li şûna ku Beşar ji bo gelê xwe kar û xebatê bike û di vê derê de hemû alîgirên ENKS ê bi vê da bawer kirin ku xebatekî ji wan re dide meşandin, lê derdikeve holê ku Beşar ji bercewendiyên MÎT a Tirk û Opozisyona Sûriyê re ku dijbertiya nûnertiya gelê Kurd kar dike. Çavkaniyê ku ne xwest navî wî were zanîn wiha domand Ebdulhekîm Beşar ji bo bercewendiyên şexsî xwe gihand e cihê desthilatdariyê û da ku vê yekê bike bi dijminên kurdan re “çeteyên Cebhet El Nusra û El Qaîdê” re di şerê Serê Kaniyê de lihevkir. Di berdewamiya helwesta Beşar de li ser zimanê wî hate eşker kirin ku “Pêwîste Kurd di şoreşa Sûriyê de mijara doza Kurdî nîqaş nekin, ji ber ku Kurd bi tena serê xwe nikarin şoreşê bikin”.
Têkildarî heman mijarê çavkanî anî ziman ku Ebd El Hekîm Beşar fonê xwe ji Opozisyona Sûriyê, MÎT a Tirkiyê û Başûrê kurdistanê digre. Her wiha alîkariyên ku di bin navê rêxistinan re derbasî Rojava dibû Beşar bi gendelî ji hesabê xwe re dişûxlîne. Çavkanî tekez kir ku bi van pereyan gelek mal û milik kiriye û ji nav malên ku Beşar kiriye li Başûrê kurdistanê li bajarê Selah Eldîn e, di heman demê de li Hewlêr ê û li Tirkiyê Stenbolê avahiyek kiriye.
Herî dawî çavkanî ragihand ku Beşar ji van pereyan sûdê di vekirina fabrîkeyên bi hevjîna xwe re li Hewlêr dike û hemû xebatkarên van ferbrîkeyan bi eslê xwe ji Netewa Erebin ji Sûriyê ne û fonê wan 5 hezar Dolare.
06.01.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً