LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di nav 14 rojan de Tehrîr El Şam dev ji 54 hereman ji Artêşa Sûriyê re berdide

Di nav 14 rojan de Tehrîr El Şam dev ji 54 hereman ji Artêşa Sûriyê re berdide

IDLIB – Li gorî çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan heremên gundewarê rojhilatî Idlibê rastî operasyonên hewayî û pêşveçûna Rêjîma Sûriyê li bakur wê tê, çavkaniyan diyar kirin ku El Nusra hereman ji artêşa Sûriyê re berdide.

Li gorî agahiyên ku çavdêriyê şopandin e eşkere kir ku heremên gundên ElSeyada, bajarokê Sincar û gundewarên wê di bin bombebarana hewayî de ne, ji aliyekî din ve jî Rêjîma Sûriyê li wê heremê pêşvediçe û gundên nû bi navê ImElhelalîl û Serha rojhilat kontrol kiriye, hate ragihandin ku Rêjîma Sûriyê plan kiriye ku li derdora bajarokê Sincar û Heylûla bê pevçûn bizîvire da ku pêşveçûna wê ya bakurî Idlibê dereng nexe. Bi van herdu gundên nû ku Rêjîm kontrol kiriye hêjayî gotinê ye ku di nava rojekê de ev 9 gund û herem dikevin bin kontrola hêzên Rêjma Sûriyê de, balkêş e ku tu wendahî tune ne.

Bi vê yekê li gundewarên Idlibê ji 25 Kanîna 2017 an de ,Rêjîma Sûriyê 54  herem xistiye bin kontrola xwe de. Li gorî şopdar û çavkaniyên ji wê heremê hate eşker kirin ku El Nusra berê (Heyet Tehrîr El Şam) heremên di destê wê de ji artêşa Sûriyê re berdide.

Ji aliyê xwe ve serokê Buroya Netewên Yekbûyî yên karûbarên mirovî ragihand ku bombebaran û pêşveçûna li Idlibê bû sedema penaberiya 60 hezar kesî ku di nav şert û mercên zivistanê de li warekî digerin.

07.01.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً