LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Krîza hûndirîn û derve ya Tirkiyê gihişt asta herî jor

Krîza hûndirîn û derve ya Tirkiyê gihişt asta herî jor

NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiye ji ber qrîza di polîtîkaya hûndirîn de polîtîkaya derve jî kişand nava qrîzê. Tirkiye di nava sala 2017’an de bi Iraq, Îran, Almanya, Hollanda, Ermenîstan, DYA û ya dawî jî di ser Qudsê de Îsraîl jî di nav de heyî bi 11 welatan re pirsgirêk dijî, tenê li dijî kurdan di ser Efrînê de kete nav liv û tevgeriyê. Lê di vir de jî bi tena serê xwe ma.

Li Tirkiyê Rewşa Awarte (OHAL) ku bi hinceta darbeya 15’ê Tîrmehê hat îlan kirin, rewşa pêkûtî û zexta di hûndirîn de, gengeşiya siyasî, di polîtîkaya xwe ya derve de jî bû sedema qrîzê. Bi taybetî beriya referanduma 16’ê nîsanê bi welatên endamên Ewropa re qrîzek bilind bû, alozbûna têkiliya bi DYA û Îsraîlê re, şikestina ji ber referandûma başurê Kurdistanê, li hemberê welatên wekî Myanmar, Ermenîstanê meydan xwendin, mudaxilê qrîza Qetarê jî bû, pratîkên di Rojhilata Navîn de bi Erebîstan û Emîrên Ereb ên Yekîtiyê re hat dijberê hev, ya Tirkiyeyê “Ji 7 erşan re meydan xwendin” hinekê din pêşdetir bir û anî rewşa welatekî “Li hemberê dehan welatan cebhe vekirî” ye. Lê ev vekirina ewqas cebheyan ne ji ber jêhatîbûn an jî pir bi hêzbûna wî ye, tam berovajê wê dewleta Tirk bi desthiladariya hikumeta AKP’ê re di serdemekî herî aciz û lawaz de ye. Ji ber ku AKP û Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên desthiladariyê, gelên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê qurban dike.

Lê Tirkiye qrîza wî bi Iraq û Îranê re û asta hatî, tecrûbeya berê bi Sûriye û Îsraîlê re jiyan kirî, ya Tirkiyeyê di polîtîkaya derve de xistiye rewşekî “ewrê deng derdixe, lê nabarîne” de ye.

Heşdî Şabî rêxistina terorê ye’

Tirkiye gengeşî ‘pêvçûna’ bi Iraq, Îran û Sûriyê re kete sala 2017’an. Di dîroka cotmeha 2016’an de qrîza bi hikumeta Iraqê re dest pê kir û heta destpêka sala 2017’an bi hin hejandinên biçûk berdewam kir, Erdogan ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ibadî re bi gotinên “Tu ne muxatabê min î, ne di asta min de yî, ne di qalîteya min de yî jî” qrîzê kurtir kir. Erdogan, di meha nîsanê ya 2017’an de di roportajekî xwe ya dabû El Cezîrê, ya hêzên Haşdî Şabî ya piştgiriya wê hikumeta Iraqê dikir wek e “rêxistinek terorîst” bi nav kir.

Li ser vê yekî Wezaretiya Karê Derve ya Iraqê bi awayek fermî ya Tirkiyeyê protesto kir. Ev nêzîkatî gengeşî xist nav têkiliyên Tirkiye û Îranê jî.

Rexneya mezhebê

Di meha çile ya 2016’an de, Erdogan bi gotinên wekî “Fitneya mezhebê careke din cîhana Îslamê dihejîne. Vê aqilek jordetir îdare dike. Mesele ew e ku tê xwestin di cîhana îslamê de bila pêvçûna mezhebê hebe û cîhana Îslamê bila di nava xwe de perçe perçe bibe. Em dizanin ku li pişt dîmenên li Sûriye, Iraq û Lubnanê fitneya mezhebê heye” ya Îranê hedef girtibû, di sala 2017’an de li hemberê Îranê van gotinên xwe berdewam kir. Erdogan a di meha nîsanê ya 2017’an de axivî, “Li vir meseleyekî me yê din jî meseleya Haşdî Şabî ye. Ev rêxistina terorê, ji meclîsa Iraqê bi hilbijartina ‘ne rêxistinekî terorê ye’ derbas bû. Me got hûnê vê rêxistinî di vir de wek aktîf bidin xebitandin dê ev tengasî çêbike. Dê di vir de hêzekî tevgerekî dagirkerî çêbibe. Li Telafer 400 hezar tirkmen hene. Dibe ku ev sûnî bin, şîa bin. Hewildana ku Şengalê bikin Qendîl heye. Li Iraqê bi girêdayîna mezhebî li ser hîma Neteweya Pers belavkirinek heye.” Bi van gotinan jî rêveberiya Îran û Iraqê hedef girt. Ji Wezaretiya Karê Derve ya Îranê pêre pêre bersiva Erdogan hat dayîn û wiha hat gotin: “Komên terorîst ên di heremê de vekirî an jî veşartî destekdayîn û bikaranîn, yekbûna ax û mafê serdestiya welatên cîran re rêz neyê girtin, dê bibe sedema di heremê de bê îstîkrarî çêbike û fikaran dide çêkirin.”

Dijmin bûn dost, dost bûn dijmin!

Di ser de jî Îran, vê meseleyî bir heta ji hemwelatiyên xwe re hişyarî dike “Neçin Tirkiyeyê”. Di heman serdemî de Erdogan û AKP’ê 7 sal berê li dijî Rejîma Sûriyê nêzîkatiya “Qatil Esed” dabû despêkirin dewam dike. Lê piştî demekî guherîn çêbû.

Tirkiye, xwe nêzî Îran û Iraqê ya ku bi “Netewperestiya Pers” sûcdar dikir û “Rêxistina terorê Haşdî Şabî bikar tîne” tanî ziman kir. Ev xwe nêzîkirin pêşî li Astana di hevdîtinên Sûriye ya di navbêra Îran, Tirkiye û Rûsya de destpê kir pêk hat, piştre jî bi referanduma Kurdistanê ya di 25’ê îlona 2017’an de zivirî hevkariyek fiîlî. Hikûmeta AKP’ê ku bi salan rêveberiya Barzanî ku têkiliya herî nêz pêşxistibû, di mijdara 2013’an de li Amedê bi sifata “Serokê Herêma Kurdistanê” re hatin cem hev, dema “Biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê hat girtin” wek e dijmin îlan kir, piştî referanduma Kurdistanê bi hevdîtina li Tahranê re bi Haşdî Şabî ya ku wî wek e “Rêxistina terorê” didît ji bo cih û warê kurdan dagir bike, konsepta hate pêşniyarkirin qebûl kir.

Di encama “Mutabaqata Tahran” a di navbêra Erdogan û Rûhanî de di 4’ê cotmehê de pêk hat de, hêzên bi desteka Haşdî Şabî û hikumeta navenda Iraqê, Kerkûkê dagir kirin.

Têkiliya Tirkiyê û Iraq, Îranê ku gihişte asta di sînorên referanduma Kurdistanê de tatbîqata leşkerî bike, di heman demî de hikumeta AKP’ê ya faşist bi rêveberiya Esad re ku bi salane wek e “Dijmin îlan kiribû” re serdema têkiliyek veşartî bi xwe re anî. Di bingeha vê bihevrebûna veşartî de hewildana astengkirina Federasyona Bakûrê Sûriyê ku her çiqas diçe pêş dikeve, heye.

Bi eyarkirina referandûmê qrîzên Almanya û Hollanda

Krîzên ku çavkaniyên wan polîtîkayên derve bûn bi taybetî di meha Nîsanê ya ku referanduma pir nakok de zêde bû. Di meha sibatê 2017’an de bi girtina hemwelatiyê Alman rojnamevan Denîz Yucel, jixwe krîza Încîrlîkê, di ser krîza vîzeyê de têkiliyên Almanya-Tirkiyê xirabû.

Berî referanduma li Tirkiyê, Alman û hin welatên Ewropayê ku destûr nedan mitîngên AKP’ê yên dixwestin li van welatan çêbikin, daxuyaniyên ku meydan ji van welatan re dixwe hatin dayîn. Rayedarên hikumeta faşist AKP, ji Almanya û dewletên Ewropa re pênaseya “Zihniyeta Nazî” dikirin, daxuyaniyên ku “wê hesabê van bidin” dihatin weşandin. Krîza di wê demî de hat bilind kirin, ji aliyê endamên desthiladarên faşist ve piştî demekî AKP van krîzan jibîrkirin û ber bi vemirandinê re dihat hiştin. Di asta çêbûyî de, krîzên ku heta ji aliyê hin nijatperestan ve hatibû asta ‘Pirteqalan’ kêr dikirin ve jî hate jibîrkirin.

Bendewariya ji Trump vala derket û bi DYA yê re qrîz pêk hat

Di hilbijartina 2016’an a DYA’yê wek e serok Donald Trump ku hate hilbijartin, bendewariya hikumeta faşist AKP’ê ya dê Amerîka polîtîkaya xwe biguherîne bilind bibû. Ragihandina nêzî AKP’ê ku pesnê Trump didan, bendewariya di vê mijarî de heta beriya hevdîtina Erdogan û Trump a di meha Gulanê de rû bi rû dê hatibûya kirin, bilind bû. Hikumeta AKP’ê û Erdogan bi taybetî di ser polîtîkaya Sûriyê ji bo DYA li dijî QSD’ê helwest nîşan bide zextan dikir û resta “Yan em an jî YPG û PYD” dikşand. Heta hate asta ku dema Erdogan dê di 17’ê gulanê de bi Trump rehevdîtinê kiribûya dema gihişt Amerîkayê, parazvanên Erdogan êrîşê çalakvanên kurd ên bi alên YPG’ê xwepêşandan lidar dixistin kir û li ber çavên her kesî îşkence hate kirin.

Erdogan di hevdîtina destpêkê û piştî wê di hemû hevdîtinan de ji bo hevkariya bi QSD’ê re dawî bikin wek esas dida pêş. Lê daxwazekî din a Erdogan ji Amerîka hebû. Yên wekî doza Riza Zarrab di sînorên tê xwestin de bê hiştin, di mijara Fethullah Gulen de daxwazên wan bicih bên, ekîtkirina hebûna Tirkiyê ya di heremê de hêzek bê dîtin û hin hewildanên wî yên tên rexnekirin çavên xwe jê re bigirin bû…

Lê Tirkiye ku di van mijaran de encama dixwest bidest nexist, li dijî hemwelatiyên DYA’yê dest bi operasyonê da kirin. Di 4’ê cotmehê de xebatkarê Balyozxaneya DYA yê Stenbolê Metîn Topuz, bi hinceta têkiliya wî bi FETO re heye hate girtin. Li ser vê yekî DYA vîzeyan hilda refikan. Lez da doza Zerrab û derket holê ku Zarrab bûye îtîrafkar. Herî dawî bi biryara Qudsê re rêveberiya Erdogan qrîza bi DYA’yê re derketî derxist asta herî jor. Hêj jî di gelek sernavan de krîza di navbêra DYA-Tirkiyê dê çewa encam bibe tê meraq kirin.

Her wiha bi biryara Trump a Qudsê re dagirker a AKP’ê raste rast Îsraîlê hedef girt. Berê de qrîzên wekî “One Minute”, “Marmaraya Kesk” de ya di navbêra Îsraîl û Tirkiyê de ligel hemû tiştî têkiliya wan berdewam dikir. Heta heta Erdogan, ya çalakvanên Marmaraya Kesk sûcdar jî kir û got “Ma we ji min pirsî bû?” û wan berpirsiyar dît.

Doza derbarê Îsraîlê de hat xistin, li Qudus û Enqere di navbêra her du dewletan de hevpeyman hatin îmze kirin. Jixwe dema ev hevpeyman çêdibûn jî ew şertên dabûn pêş ne lêborîn hat xwestin û ne jî ambargoya ser Gazzeyê hat rakirin. Di ser de jî ligel hevpeymanên fermî ya ku hikumeta AKP’ê “Qudus bi awayek fiîlî wek e peytexta Îsraîlê nas dike” hate derxistin jî Tirkiye biryara Qudusê wek firsendek dît û krîza di navbêra xwe û Îsraîlê de careke din bilind kir.

Qrîza tevlîhev a Qetarê

Tirkiye piştî nîvê salê bû perçeyek ji qrîza Qetar a ku bi ambargoya bi pêşengtiya Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Misir û Emîrtiyên Yekîtiya Ereban dest pê kir. Di lîsteya daxwazên van welatên têkildar de divê Tirkiye baregeha xwe ya leşkerî ya li Qetarê bigire jî hebû. Desthiladariya Tirkiyê, têkiliya xwe ya bi Qetar a ku pereyên germ jê re dirijand berdewam dikir, di heman demî de li ser vê qrîzî bi Erebîstan, Bahreyn, Misir û Yekîtiya Ereban re hat dijberê hev.

Ev rewş pozîsyonek balkêş derxist holê. Tirkiye ya ku berê li dijî bloka Şia di Sûriyê de, bi Erebîstanê re di nava hevkariyê de bû, di qrîza Qetarê de bi Îranê re di heman cebheyê de cih girt û bi Erebîstanê re bûne rikberê hev.

Qrîza ku gihişt heta Myanmarê

Jibilî van qrîzên mezin Tirkiye, di nava sala 2017’an de ji ber pirsgirêka Çiyayê Karabax a di navbêra Ermenîstan û Azerbeycan de, di meha tîrmehê de bi Ermenîstanê re hatin hemberî hev. Li dijî hev nota hatin dayîn, hişyarî hatin kirin, daxuyaniyên hişk li pey hev rêz bûn. Asta qrîza têkiliyên derve hat bilindkirin û heta gihişt Myanmar ê. Ji ber zextên li dijî mislimanên Arakanî, di mehên tebax û îlonê de Erdogan û Wezaretiya Karê Derve li dijî rêveberiya Myanmar bertekek hişk hate nîşandan.

08.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً