LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiyê li kampeyên penaberên Sûriyê çi karî dike ?

Tirkiyê li kampeyên penaberên Sûriyê çi karî dike ?

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi poltîka Deriyê Vekirî derkete holê ku Tirkiyê grûpan avadike û ji bo pêkanîna armanca xwe ya Impratoriya Osmanî wan li Sûriyê bikartîne.

Ji destpêka derketina DAIŞ ê li heremê û dest bi berdana koka xwe li Sûriyê û Iraqê kirin, hin dewletên herêmî wekî Tirkiyê, Îran û Qeter ê pêre navê xwe muhr kirin, ku ev hersî dewletên sereke roleke pir mezin di destek û piştgiriya çeteyên DAIŞ ê de lîstin û bûne sedema kok û hêzbûyîna wan li Sûriyê û Iraqê ku bi vê yekê DAIŞ ê bû xwedî bandoreke pir mezin di herdu welatan de.

Ji heqîqetê ne dûr e û eşkere li ber çavan hatiye raxistin ku ji destpêka derketina DAIŞ ê ve bûye alaveke sereke ya pêkanaîna xizmet û bercewendiyên dewleta Tirk ji bo avakirina Impratorya Osmanî li Sûriyê.

Li gorî belge û agahiyên piştrastkirî ku herî dawî ji aliyê Televizyona Almanî (IRD) ve hatiye weşandin de, hate eşkere kirin ku li bajarê Xazî Entabê başûrê Tirkiyê kampeke ya perwerdehiya DAIŞ ê di bin serweriya Erdogan de heye. Televizyonê da zanîn ku artêşa Tirkiyê bi perspektîvên Serokomarê wê Erdogan grupên terorîst amade dike û ji bo Sûriyê û Iraqê dişîne.

Hate ragihandin ku di vê derbarê de Tirkiyê bûye Bazara herî mezin a rêxistibkirina DAIŞ ê, tevî ku Tirkiyê bi partiya nijadpersetî AKP ê ve vê yekê red dike.

Di heman demê de belgeyên ku hatine weşandin didine diyar kirin ku buroyeke ne fermî ya DAIŞ ê li bajarê Stenbûl ê bakur rojavayî Tikiyê heye, ku di riya vê buroyê de operasyonên piştgrî û destekdayîna DAIŞ ê li Sûriyê û Iraqê ve tê kirin.

Têkildarî heman mijarê û belgeyên ku têkilyên Tirkiyê bi DAIŞ ê re derdixin holê ji aliyê IRD ve hate ragihandin ku li gorî çavkaniyên rasterast Sê kampeyên DAIŞ ê yên perwerdekirin û biçek kirin li Tirkiyê hene. Televizyonê navên kampeyan wiha da: Kampa yekemîn li bajarê Kerman ku di nava Anadolê nêzî Stenbûlê ye, kampeya Duyemîn li bajarê Osmanya başûrê Tirkiyê ye û kampeya sêyemîn li bajarê Şanlî Urfa li başûr rojavayî Tirkiyê ye.

Poltîka Tirkiyê ya “ Deriyê Vekirî ”

Çavkaniyên heremî ku ji penaberên kampeyên Sûriyê li Tirkiyê ne eşker kirin ku Tirkiyê ji dema ku sînorê xwe ji penaberên Sûriyê re vekiriye, dest bi çek kirin û perwerde kirina ciwanan di nav wan kampan de kiriye.

Bi çirûska serhildana gelê Sûriyê û kiryarên hovane yên serweriya welat , gel bi tundî rastî zilm û zorê dihat, lewma di wê demê de ku ji aliy Tirkiyê ve ” Siyaseta Deriyê Vekirî ” li pêşiya gelê Sûriyê da destpêkirin ku di roja îro de Tirkiyê bûye mezintirîn welat ku penaberan dihwîne. Çavkaniyan ev yek bi plana Tirkiyê a bi çek kirina ciwanan û kirine leşker û wan di nav grûpên cîhadî birêxistinkirin de bi nav kirin.

Tirkiyê li her kampeyekê bi hezaran kes kirine leşker û bi navên curbecur kirine Foc,Tevger, Rêxistin û Tabûr. Bi vê yekê roj bi roj Tirkiyê dest bi vekirin û avakirina kampeyan kir û ji van kampeyan wekî Osmanya, Hetay, Qehreman Mereş, Şanlî Urfa, Oncu Bînar, Bîdag li Melatya yê û Albîlî li Kilisê ku mezintirîn kampe li seranserî cîhanê tê hesibandin ku di nav xwe de 23 hezar û 198 penaberî dihewîne. Ji nav kampeyên ku Tirkiyê sûd jê werdigre her zêde Kampeya Aqçiqla ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê beramberî Girê Spî ye, ku di vê kampê de herî zêde jin têne birêxistin kirin.

 

Tê xuya kirin ku Tikriyê bi armanca rêxistinkirina van grûpan dixwaze serweriya xwe li Sûriyê bixe meryetê û li gorî ku diyar dibe ev grûp bi navê Opozisyona Sûriyê bi perspektîvên Tirkiyê ve hemleyan dikin. Wekî çawa Tikriyê di 2016 an de li Helebê grûpên Opozisyonê vekşand û ev yek bi peymaneke Sûr, Rûsî û Tirkî pêk hat. Tikriyê ev grûp li Idlibê, Elbûkemal, Reqa û derdora Şamê bi cihkirî û di demên pêwîst de ango li gorî siyaseta Tirkiyê ji navenda wan ya ku Tirkiyê eyarkiriye Xazî Entab re têne berhevkirin û li wê deverê ferza van grûpan û tecîhatên wan têne kirin. Bi vê yekê wekî navendên dîtir ên çeteyan li Tikriyê Hûr Kilis, Kils, Şanlî Urfa û Xazî Entab dibe.

Plana Tirkiyê ya vê demê ewe ku grûpên din derxîne holê û ev yek bi helandina hin grûpan ku li dijî Tirkiyê dijberî pêşxistine hate xuya kirin, herî dawî jî duh li gundê Zrzîta yê girêdayî herêma Daret Iza li gundewarê rojava yê Heleb ê tabûreke Tikriyê hate hedef girtin.

09.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً