LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Erdoxan! Riya Qudsê ne ji Efrînê ye

Erdoxan! Riya Qudsê ne ji Efrînê ye

Baran Can

Di dema dawî de daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Erdoxan ji bo Qudsê pir zêde bûne heta gihiştiye asta eger kesek lê guhdar bike wê têkeve wê xewnê ku artêşa Tirk niha wê berê xwe bide Qudsê û vegerîne. Ev daxuyanî di bîra mirov de hinek tiştan vedigerîne wek dema ku Erdoxan ji bo Sûriyê digot Esed wê ji desthiladariyê were derxistin û piştre ew xetê wî yên sor ji Rêjîma Sûriyê re veguherî Kurdan ku niha Erdoxan dibêje li Sûriyê bi tenê yek dijmin heye û ew jî Kurdin. Erdoxan li ber mala xwe hinek rojnamavan kirê kiriye û her sibeh radibe bang li wan dike û dest bi daxuyaniya dike, daxuyaniyên Erdoxan piraniya wan li ser Efrînê ne û kesê ku lê guhdar bike wê ji xwe bipirse gelo riya Qudsê di Bajarê Efrîn ê re diçe…?

Biryara Tramp ji bo Qudsê bû sedem ku şerê li ser ragehandinê di navbera Israyîl û Tirkiyê de veke, û di vê çarçovê de Erdoxan daxwaza civîneke Musilmana li ser Qudsê kir û ev civîn jî weke her civînê ku li ser Qudsê bê encam bi dawî bû. Erdoxan di daxuyaniyên xwe de ban dikir û digot: Israyîl dewleteke terorê ye, ev yek bû sedem ku Nitinyaho di hevdîtina xwe ya bi serokê Ferensa Makron re ragihîne ku Erdoxan behsa terorê dike, got ku “kesê ku bi hezran gundên kurdan bombebaran dikir û dişewitand, herwiha destek da Îranê ku ji dorpêc kirina aborî bireve û destek dide hêzên terorê li Filistînê Erdoxan bi xwe ye”. Daxuyaniyên gerim di navbera herdû aliyan de berdewam dikin, ji aliyê xwe ve jî Tirkiyê li Nitinyaho vegerand û bi zimanê Ibrahîm Kalin berdevkê hikûmeta Tirkiyê ragihand, ku divê Israyîl rexnedayîna karê xwe bide û ji erda Filistîne vekeşe. Pirsgirêka di navbera Erdogan û Nitinyaho li ser Qudsê tenê şer li ser çapameniyê ye, ji ber ku li gor ku tê xuiya kirin ku nûnertiya Tirkî li Til Ebîb û Qudsê heta niha karê xwe bi rengekî normal didomîne û di vê salê de di aliyê aborî têkiliyên herdu dewletan gihiştiye rêjeya ji sedî 14.

Rêbazê Polîtîka Erdoxan li cîhanê heta astekê hatiye fêmkirin, her kes dizane ku ji bo Qudsê ew bi rengekî dilsoz nêz dibe û ji bilî axaftinan tiştekî di jê nayê, ji ber ku her roj dibêje Qudis roniya çavê me ye û yê ku lê guhdar bike wê bê guman bike ku artêşa Erdoxan hazire niha êrîş bikin di heman demê de eger Erdoxan nûnertiya xwe ya li Til Ebîb kişandibe wê biba serkêş ji gelek dewletên Erebî re.

Bi rastî ji dema ku AKp ji sala 2002 an bûye serwerî guhertinek di polotîka Tirkî li ser Israyîl çêbûye lê ev guhertin hundirîne û di çarçoveya kolanê Tirkî ne hatiye derxistin ji ber ku tê xuya kirin kesê ku li Tirkî hukim bike pêwîste xwe bi Ola Musilmantî bigre da ku karibe li ser desthilahdariyê bimîne û ev yek nih di polîtîka Erdoxan de tê xuya kirin.

09.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً