LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rêjîma Sûriyê zemîna derbasbûna Tirkiyê ji Minbicê re vedike

Rêjîma Sûriyê zemîna derbasbûna Tirkiyê ji Minbicê re vedike

MINBIC – Piştî demekê ji tevlîhevî û kiryarên curbecur ji teqîn û revandina kesan bi gefa li ser hêzên QSD ê, gelê Minbicê û bi taybet eşîreyên bajar daketin qadan û bi siloganên “ Na ji dagirkeriya Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê re “ helwesta xwe anîn ziman, di buyera kuştina herdu ciwanên ku ji aliyê Rêjîma Sûrî ve hatî kirin de eşîreya Elbûbena daxuyaniya ku ew vê tevlîheviyê red dikin hate dayîn.

Îro di 14 Çileyê de li bajarê Minbicê bi sedan kes ji niştecihên bajar ji bo şermezarkirina tevlîhevî û lîstokên dewleta Tirk û Rêjîma Sûriyê daketin kolanan.

Meşa gelê Minbicê ji aliyê eşîreyên heremê û niştecihên bajar ve bi jinan, zarokan, kal û pîran di saet 11 an de ji çarxereya Elbeta destpêkir û ta qada giştî li Minbicê dewam kir. Meş bi siloganên “ Dilê Minbicê li Efrînê lêdide, Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, Na ji tevlheviya Rêjîma Sûriyê re “ hate lidarxistin.

Di meşa bi sedan kes ji aliyê eşreyên heremê Elbûbena û Binseyîd û niştecihên bajar ve mesac ji dagirkeriya Tikriyê û Rêjîma Sûriyê re hate dayîn, di mesacên ku hatin dayîn de hate gotin ku ew banga aştiyê, biratiyê, Minbiceke serbixwe û azad dikin û li dijî mûdaxeleya Rêjîma Sûriyê û dagirkeriya Tirkiyê ku wekî teror bi navkirin, ne.

Li Minbicê çi diqewime û bi destê kî ?

Ev demeke li bajarê Minbicê ji aliyê hin eşîreyan ve bi zanebûn û plan tevlîhevî tê kirin, ku her demekê bi daxuyaniyan eşîreyên heremê hêrs dibin û li dijî sîstema heyî xwepêşandan dikin.

Di 10 Çileya 2018 an de niştecihên Minbicê termê du ciwanan li gundê Qebir Îmo nêzî Pira Qerqozan rojhilatî Minbicê dîtin. Li ser bedena herdu terman tasîra işkenceya pir dijwar hate dîtin, ku yek ji wan serê wî serêjkirî û yê din jî tasîra guleyan li ser heye hate dîtin.

Di wê demê de ji aliyê Asayîşa Herêma Minbicê ve termên herdu ciwanan li nexweşxaneya Minbicê (El Firat) hatin bicih kirin ta ku malbatên wan xwedî li wanderkevin, lewma dema term hatin naskirin, derkete holê ku navê wan Henan Mihemed Omer El Cerî (25) salî û Abûd Hisên El Henan (23) salî ne û ji gundê (Elceriyat) 10 km rojhilatî Minbicê û ji mala Ebû Erebin ji Eşîreya (Elbûbena) ne, ku ev eşîre mezintirîn eşîre li gundewarê rojhilatî Helebê ye.

Piştî naskirina nasnameya kuştiyan, malbatêm wan termên ciwanên xwe, ji Rêvberiya nexweşxaneyê dixwazin, lê komîteya lêkolîner ev yek qebûl nekir ta ku ew terman kontrol bikin, lewma ji aliyê ciwanên wê malbatê û ji eşîreya Elbûbena êrîş bi çekên sivik li ser navenda Ewelkariya bajarê Minbicê ve birin û di encama tewîcîhkirina ciwanên wê eşîreyê de du endamên Ewlekariyê û du kes ji eşîreyê ku kur amên ciwanên kuştî ne bi navê Berkil Ebû ereb û Hesen Ebû ereb birîndar bûn.

Ji bo dozgeriya kuştina herdu ciwanan di civîneke ku Rêveberiya bajar lidarxistî de komîteya lêkolîna kuştina herdu ciwanan hate avakirin, komîte ji endamên encumena Cîbicîker, Şêxên eşîreyê, Rewşenbîrên heremê û Dadweran ku ji 5 kesin pêk tê hate avakirin, ev komîte wê bi dadweriya Civakî û Hêzên Ewlekariya bajar re di nav tensîqê de bin da ku kuştina herdu ciwanan li gorî sozên ku dane malbatên wan derkeve holê.

Ev heyveke ku li Minbicê buyerên revandinê, windakirina sivîl û leşkeran û teqînên ku ji aliyê grûpa bi navê Seraya Al Elbêt tê binavkirin de têne kirin.

Ev buyer di demekê de têne kirin ku Rêjîma Sûriyê civînan bi eşîreyên ereb re lidardixe û têkiliyan bi wan re datîne, di vê demê de daxwaza rêjîma Sûriyê xwe gihiştina bi taybet heremên Dêra Zorê û Reqa, di heman demê de Dêra zorê jî ye, lewma niha li wê deverê tevlîheviyan dike, gote gotan belav dike ku wê rêjîma Sûriyê derbasî Minbicê bibe.

Rêjîm dixwaze ber bi Idlibê ve pêşve biçe her wiha plana Rêjîma Sûriyê heye ku derbasî Minbicê jî bibe û vê yekê bi riya bicihkirina mayînan û êrîşî noqteyên meclisa Minbicê ya Leşkerî kirin, dike, ku ev armanc di heman demê de ya Tirkiyê ye û ev yek di riya daxuyaniyên çapemenî yên Erdogan derdikevin holê, her wiha sor kirina gelê Minbic ku li dijî Rêveberiysa bajar derkevin û nîşaneya vê yekê wekî ku hate ragihandin ku piraniya eşîreyên ku li Minbicê derketine xwepêşandanan di civînên Rêjîma Sûrî li Reqa û Dêra Zorê de amade bûn û ev yek deyardeya gavên pêvajoya bê ye bi perspektîfan ku di wan civînan de digirin de ye.

Di civîna eşîreyên ereban de ku di 13 Çileyê de li Minbicê hate lidarxistin de, tê de daxwaz hate kirin ku “ Meclisa Eşîreyên Ereban “ were avakirin, ev yek jî armanca Rêjîma Sûriyê derdixe holê ku van eşîryan li ser vê yekê tewcîh dike. Her wiha Rêjîm daxwaz kiriye ku parçebûn di nav civaka Minbicê de çêbibe ku vê yekê biderxistina nakokiyan pêk tîne ku îro di nav civaka ereb ya Minbicê de erban wek bê maf nîşan dide.

Bi vê planê û tevlîheviya ku ji dem dirêj jêre hatiye kirin de, û di buyereke ku xulqandine hin kesayetên ku wekî şaneyên razayî yên Rêjîma Baas ê ne, Rêvberiya bajarê Minbicê bi işkenceya herdu ciwanan heta kuştinê tewanbarkirin kirine. Bi van kesan ku tenê derdikevibn û axaftinan difroşin gel qezenciya xwe mehkûm nakin, bi vê yekê niha dixwazin li Minbicê tevlîheviyê bikin û rewşeke bê aramî bikine rojev. Lewma ji aliyê van kesan ve di 12 Çileyî de xwepêşandan û komkirina hin kesan hate kirin ku xwestin vê yekê mezin bikin û belavok û daxuyanî bikaranîn, di van xwepêşandanan de ku ev demeke têne kirin û bi behaneyên cur be cur wekî Ereb ne xwedî maf in tenê kurd serwer in, ciwanên wan têne qetil kirin, aramî tune ye, QSD ê teror e, xwepêşandanên xwe îfade dikin. Herî dawî jî ji aliyê eşîreya Elbûbena ve di 12 Çileyê de daxuyaniya xwepêşandanekê di 14 heyvê de hate kirin.

Armanc çiye ?

Rêjîma Sûriyê ku ev siyaseta wê ya demdirêj e rêzecivînan bi eşîreyên Ereb re bi taybet çêdike û perspektîvan didine wan eşîreyan, bi vê yekê Rêjîma Sûriyê şaneyên razayî çêdike ku di demên guncav de wan têxe tevgerê û buyeran buxlqîne, tişta derdikeve holê Rêjîma Sûriyê zemîna derbasbûna Tirkiyê ji Minbicê re amade dike.

Niha Rêjîma Sûriyê ku van kesan dimşîne û bi talîmat û tewcîhat derdixe holê, di demekê de derdixe ku li Heremên Bakurê Sûriyê de itîrfeke Navnetewî heye, ku niha ji aliyê dewletên navnetewî ve bi çûyîn û hatina şandeyan ve têkiliyên xurt yên diplomasî çêdibin, ev yek zora Rêjîma Sûriyê dibe ku niha ew di rewşeke wiha de ye ku pişta wê Îranê ketiye aloziyekê û ji aliyê Rûsya ve jî piştgirî kêm bûye û li heremên Sûriyê di milê eskerî de windahiyan jiyan dike, ji ber vê Rêjîma Sûriyê serweriya xwe winda dike û tenê li qadê ku hêza eynî armancê dixwaze Tirkiyê ye pêre hevkariyê zêdetir pêşdixe.

Di heman demê de niha Herêma Minbicê ji aliyê Hêzên Sûriya Demkratîk QSD ê ve têne parastin, ku ji Gulana 2016 ta 6 ê Tebaxê 2016 an ve bi 73 rojan ve operasyonek bê navber bajar ji çeteyên DAIŞ ê rizgarkirin ku pêre hêzên QSD herî dawî 2 hezar sivîl rizgarkirin.

Bi vê tevlîheviya ku Rêjîma Sûriyê dixwaze bike li Minbicê meşeke girseyî ji aliyê gelê ku vê yekê red dike tê organîzekirin, ku tê de ev êrîş û tawan têne şermezar kirin.

Bajarê Minbicê li bakur rojhilatî Helebê dikeve ku xwedî cihekî stratejîk li Sûriyê ye.

14.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً