LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ‘Bi êrîşên li ser Efrînê re êdî wê li Sûriyê tu tişt wek e berê nebe’

‘Bi êrîşên li ser Efrînê re êdî wê li Sûriyê tu tişt wek e berê nebe’

NAVENDA NUÇEYAN – Di civîna 8’emîn a Astanaya de biryara “Herêma bêpevçûn” a ji bo Îdlîbê hat dayîn. Lê li şûna vê yekê El Nusra û komên radîkal bi Tirkiyeyê re ketine nava planeke ku Efrînê dorpêç bikin. Ev plana Tirkiyeyê rastî bertekên rejim û Rûsyayê hatin. Rûsya li Îdlîbê ji bo kozên xwe yên li hemberî Tirkiyeyê bi dawî bike, li dijî êrîşên Efrînê bê denge. Fermandariya hêzên leşkerî ya li Efrînê jî peyama, “Bi van êrîşan re êdî wê li Sûriyê tu tişt wek e berê nebe” da.

Bi gefên Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a êrîşên li ser Efrînê re, ji aliyê leşkerên artêşa dewleta dagirker a tirk ve derdora navçeyên Şêrewan û Cindirisê yên girêdayên Kantona Efrînê ya Federaliya Bakûrê Sûriyê topbaran kirin. Li dijî vê yekê şervanên QSD’ê bersivê dan van topbaranan û li gor agahiyên ji heremê tên, di encama pêvçûnan de ji endamên komên çete yên Mertalê Firatê û Artêşa Tirk kuştî û birîndar hene. Di topbarana tirkan de ya li derdora navçeyên Şêrewan û Cindirisê de zirara madî pêk hatiye.

Ji aliyê pisporan ve hatibû nirxandin di vê demê de Tirkiye wê xeletiyekê nede berçav û êrîşê Efrînê neke, eger bike ev jî tê wateya ku Tirkiye êdî ketiye qonaxe nikare jê derkeve de ye. Bi van gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker, dide nîşandan ku hatiye wê asta ku nikare jê derkeve de ye.

Ji ber ku li gor agahiyên ji Idlib tên, helwest û lêstikên Rûsya, Rejîma Sûriye û Îranê dinêre, ev tiştên me li jor diyar kiriye, radixe berçavan.

Çeteyên Tirkiyê bûne belayê serê wî

Gefên Tirkiye yên li dijî Efrînê roj bi doj zêdetir dibin. Li aliyê din rejîm û Rûsa dixwazin Tirkiye ji Efrînê derkeve. Bi taybet piştî daxuyaniya Rûsyayê ya derbarê rûxandina balafirên Rejîma Sûriyê ya li herêma Îdlîbê ku got: “Diyare ku komên çete hêz û piştgiriya xwe ya leşkerî ji dewletên ku ketine Sûriyê girtine.” Bi vê daxuyaniyê derdikeve holê ku di navbêra aliyan de nakokî hene. Ji ber piştî piştgiriya Tirkiye ya ji bo DAIŞ û Cebhet El Nûsra , ev çete bûn bela serê Tirkiyeyê û ji ber vê destekdayînî, têkiliya Tirkiyeyê ya bi DYA re xirab û aloztir bû. Niha jî bi vê êrîşa li ser Himêmiyê nakokî û alozî di navbêra Tirkiye û Rûsyayê de derketin holê.

Cebhet El Nûsra bi Rejîmê re ketiye aloziyê

Di şerê bi Rejîma Sûriyeyê re li eniyên gundewarên Hema û Îdlîbê, Heyat Tahrîr El Şam (Cebhet El Nûsra) li herêma Îdlibê rewşeke aloz dijî. Bi taybetî piştî ku komên çete yên mîna Hereket Ehrar El Şam, vekişîna Cebhet El Nûsra ya ji eniyên şer tewanbar kir û şûn de ji ber komên şer seferberî îlan kir. Ji ber vê yekê niha Cebhet El Nûsra li ser du xalan dixwaze deskeftiyên xwe biparêze. Xala yekemîn ji bo ku bihêle gel li Îdlîbê bimîne û rê li ber revandina wan bigire, ji bo vê jî gelek propagandayên mîna “Welatiyên ku ber bi heremên kurdan, an jî heremên Rejîmê ve birevin tên binçavkirin” belav dike û bi riya vê tirsî, dixwazin reva gel rawestîn in. Xala duyemîn jî, hewl dide ku eşîrên li herema Îdlîbê birêxistin bikin û di şerê li dijî Rejîmê de wan bikar bînin. Vê yekê hişt ku hin eşîran bi taybetî jî yên mîna El Mûwalî berê xwe dan şerê li dijî Rejîma Sûriyeyê. Lê ligel vê yekê eşîrên heremê li dijî “Reva Cebhet El Nûsra” ya ji eniyên şer, daxuyaniyekî tawanbarkirinê weşand.

Dewleta Tirk hewil dide komên kurd li Şehba ava bike

Hewldanên dewleta Tirk ên bi rêxistinên eşîrên kurd ên li heremên Şehba re li dijî dagirkirina Tevgera Azadiyê berdewam dikin. Herî dawî îstîxbarata Tirk ferman da hin kesayetên ku destên wan di xwîna kurdan de heyîn ku bi taybetî li gundên weke Hisacik, Hasîn û Til Mediq, ji bo komekî çekdar a kurdî ava bikin. Bi avakirina vê komê Tirkiye hewl dede alternatîfek li dijî hêzên YPG û Ceyş El Siwar ên di nava QSD’ê de yên li herêma Şehbayê ava bike. Li aliyê din jî, ji bo plana xwe ya avakirina koma ji kurdan pêk tê bixe dewrê û bi ser bikeve, gelek gefan li kurdên herêma Şehba ya dagir kirî û bi taybetî welatiyên gundê Qibêsînê dixwe. Û bi hinceta çekan dibin Minbic û Efrînê gelek ciwanên kurdan binçav dike û di bin çavan de jî, zextê li wan dike ku tevlî koma ava bike, bibin.

Dewleta tirk rêbaza xwe ya şer guhert

Tirkiye, rûxmê ku li heremên Ezaz, Cerablûs û Babê damezrandina El Ceyş El Wetanî (Artêşa Niştîmanî) avakiriye jî, lê dîsan naxwaze zû bi zû li wan herêman şerê hêzên Tevgera Azadiyê bike. Ji ber ku dewleta tirk van herêman mîna perçeyekê xwe dibîne û hewl dide weke heremên sivîl bide nîşandan. Ji ber vê yekê dewleta tirk rêbazê şerê xwe yê li dijî hêzên Tevgera Azadiyê guhertiye û bêhtir giranî dide çalakiyên îstîxbaratî û suîqastî. Bi taybetî vê yekê li bajarê Minbic û Kontona Efrînê dike. Pê re jî siyaseta ji dûr ve topbarankirinê dide meşandin.

Tevgera Mertala Firatê yên li ser Çemê Firatê

Çeteyên Mertala Firatê yên li bajarê Cerablûsê liv û tevgerên xwe li ser Çemê Firatê ya li hember gundên Zormexar, Eto, Şêxler, Boraz û Girê Ebr ên Kantona Kobanê zêde dike. Di 29’ê Kanûna 2017’an de dema Odeya Ewlahiya Çeteyên Mertala Firatê ye Cerablûsê daxuyanî da û hişyarî da hemû gelê herêma Cerablûsê ku di navbera saetên 5’ê êvarê û heya 06.00’ê serê sibehê kes nêzî Çemê Firatê nebin. Armanca çeteyan ji vê ew e bû ku bi dizî bikin noqteyên hêzên YPG’ê yên li gundên Kobanê û şervanan birevîn in.

Dewleta tirk bi rakirina dîwarê şermê re dixwaze şerê taybet bide meşandin

Bi vê mijarî ve girêdayî, dewleta tirk di ser sînorê ji Girê Spî, Serêkaniyê heta Endîwerê dest bi danîna kamerayên Dron û mobese yên pêşketî ku heta hûndirê seyarên di ser riya giştî de diçûn û tên dibîne, datîne. Hat gotin ku leşkerên dewleta tirk li gundê Ebû Son a Serêkaniyê li ser sînor kamerayekî MOBESE ya pêşketî, riya giştî ya navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê ku pir nêzî dîwarê sînor re derbas dibe, bi van kamerayan hundirê seyareyan dişopîn e. Hat diyarkirin ku dibe di demên pêş de li herêmê Girê Spî û Cizîrê li dijî rêveberiyên Federaliyê suîqastan pêş bixin.

Her wiha dewleta tirk niha jî ew dîwarê şermê ya di navbêra Nisêbîn û Qamişlo ku bi mehan û bi mesrufekî pir zêde ligel hemû nerazîbûnan danîbû, dest bi rakirinê dike. Armanc jê jî ew e ku dixwaze nîşan bide ku îhtîmalekê êrîşê ya bi seyarên zirxî heye û şerê taybet a psîkolojîk bide avakirin.

Dîsa li gorî agahiyan, di encama lihevkirina Serokê Rêveberiya Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û dewleta tirk de, li nêzî Endîwerê ku dikeve sêgoşeya bakur, başur û rojavayê Kurdistanê, “Herema ewlekariyê” ya bê mirov ava bikin. Ev herêma ku amadekariyên wê hatine destpêkirin, dê nehêlin tu kes di wê heremî de bimîne yan jî here û were. Ev amadekarî , bi taybetî li dijî çûn û hatina hêzên Tevgera Azdiyê tê ava kirin.

Ji fermandariya QSD’ê derbarê êrîşên dewleta tirk a li ser Efrînê û hewildanên wî ya li ser sînorên din de, agahî dan û destnîşan kirin ku ev demek dirêje dewleta tirk dixwaze psîkolojiyek wiha li ser gelên Federaliya Bakûrê Sûriyê çêbike, lê bila baş bê zanîn ku êdî hêzekê parastina van gelan heye, îradeyekê xurt a van gelan heye, ji bo vê jî ev şerê taybet a psîkolojîk bandorê wê neke. Heman fermandar anî ziman ku “Bila baş bê zanîn bi êrîşa Efrînê û hewildanên dewleta tirk re êdî ne li tevahiya Sûriyê û ne jî Bakurê Sûriyê tu tişt wek e berê nebe. Niha jî dewleta tirk tirsa wî ya herî mezin tê çewa Ezaz-Cerablûs-Bab karibe di destê xwe de bihêle de ye. Ev tirs jî ji bo wê bes e.”

15.01.2018

Roev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً