LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Lavrov: Divê Tirkiyê bizane ku Kurd wê tevlî Soçî bibin

Lavrov: Divê Tirkiyê bizane ku Kurd wê tevlî Soçî bibin

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov di daxuyaniyeke rojnemevanî de ji Tirkiyê re got ku wê Kurd tevlî Soçî bibin ji ber ku ew parçeyekî giring ji gelê Sûriyê ne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov ji dewleta Tirkiyê daxwaz kir ku êrîşên xwe yên dagirkerî li ser herema Efrînê rawstîne û di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pêkhateya Kurd parçeyeke giring ji gelê Sûriyê ye, Lavrov destnîşan kir ku divê bercewendiyên gelê Kurd werin dest girtin û bi vê yekê nîşankir ku wê Kurd tevlî Diyaloga Netewî ya Sûriyê li Soçiyê bibin.

Di heman demê de Lavrov di kongira rojnemavanî de balkişand ku helwesta Rûsya ewe ku pevçûnan bi awayekî giştî ji holê rakin û rawestînin.

Lavrov di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku avakirina heremeke ku ji aliyê leşkerên ku Amerîka piştgiriya wan dike dibe ku pirsgirêkan di têkiliyên Kurd û Tirkan de derxe holê û evê bibe sedema parçebûnê li welat.

Hêjayî gotinê ye ku daxuyaniyên Lavrov di demekê wiha tên ku Amerîka ragihandiye ku ew hêzêke nû ji bo parastina sînorê Bakurê Sûriyê bi fermandariya Hêzên Sûrya Demokratîk QSD ê avabikin da ku li Bakurê Sûriyê ewlehiyê û itiqrarê biparêzên.

15.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً