LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Bandora Hevpeymana Girava Siwagin di Navbera Tirkiyê û Sûdan de

Bandora Hevpeymana Girava Siwagin di Navbera Tirkiyê û Sûdan de

Ciwan Baran

Girava Siwagin 60 km dûrî sînorê Sûdanê ye beranberî bajarê Ceda yê Erebistana Sûdî ye, ev girav welatê Mesirê û Sûdiyê dighîne hev û ji aliyê leşkerî ve pir giring e, ji ber ku nêzî Yemenê û Êrîtîrya ye, Ev peyman li ser zimanê Serokê Tirkiyê Erdoxan hate ragihandin di dema ku serdana Sûdanê kir, Erdoxan di axaftina xwe de ragihand ku Sûdan girava Siwagin ya li Bakûrê welat bide wan da ku ava bikin û bi rêve bibin lê heta niha naveroka vê peymanê nehatiye eşkerkirin, di dawiya hevdîtina Aborî ya herdu aliyan de hate zelal kirin ku Tirkiyê girava Siwagin xwestiye û bersiva Serokê Sûdanê ev bû “Me daxwaza Tirkiyê ya giravê qebûl kiriye lê hindek xal di peymana me de hene em niha diyar nakin”. Li gor’ diyar dieb ev daxuyaniya dawî di navbera herdu welatan de pir veşartî ye û pirs,n ku bi xwe re tîne evin,Gelo ev peyman ji bo avakirina giravê ye…? Yan jî faktorên wê yên leşkerî hene..? Gelo girêdana wê bi berfirehkirina Tirkiyê li Rojhilata Navî û Efrîqiya heye yan na..?

Tevgera leşkerî ya Tirkî li Rojhilata Navîn:

Berfirebûna Tirkiyê di herêmên Erebî de vedigere ji Îlona 2017 an de dema ku Serokê Somalê Muhemed Ebdulah bargeheke leşkerî Tirkî li Somalê avadike ya ku bi bingeha herî mezin ji Tirkî re li cîhanê hate nasîn, ku heta niha 50 milyon dolar li ser hatiye xerckirin, ev bargeh di nava xwe de 3 dibistanên leşkerî dihewîne û nêzî 1500 leşker têde perwerdehiyê dibînin û hejmara wan li gorî lêkolînan dibe ku bighêje 10 hezarî jî. Ev bargeh dibe ya dyemîn piştî bargeha ku yekemîn ji Tirkiyê re li Rojhilata Navîn li bajarê Reyan yê Qeterê ye. Bargeha leşkerî ya li Reyan piştî kirîza ku di navbera herçar dewletên Erebî ( Misir, Îmarat, Erebistana Sûdî û Behrên) beramberî Qeter ê de hate avakirin, ji ber sedema ku Qeter piştgirtya grûpên radîkal dikir û ev yek rê da Tirkiyê ku leşkerên xwe li Qeterê belav bike, ev sînaryo di 2016 an de derkert holê dema ku Tirkiyê peymanekê bi herêma Başûrê kurdistanê re danî û leşkerên xwe li wê herêmê belav kir û ev yek bû cihê nakokiyên di navbera Tirkiyê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê. Tevgera Tirkiyê û hewildanên wê dide diyar kirin ku ew dixwaze li ser erda Rojhilata Navîn baş xwe bicih bike û bi taybet piştî ku nakokî di navbera wê û hin dewletên xwedî bandor li cîhanê derketiye. Serdana Erdoxan ji Sûdanê û Tşadê re dide diyar kirin ku wê pêşketinên dîtir çêbibin mîna destpêkirina pazirganiya çekên Tirkiyê li wan herêman, ji ber ku Erdoxan di daxueyaniya xwe de diyar kir ku wê têkiliyên leşkerî di navbera van dewletan de di demên pêşde zêde bibe.

Sedemên ku dihêle Tirkiyê berê xwe bide Herêmên Erebî

Tevgera leşkerî ya Tirkî ji 2 xalan pêk tê:

Yekemîn Tirkiyê zextên li ser deweltên sereke bike ji ber ku têkiliyên wê bi Mesirê re heta astekê hatine rawestandin û bi taybet piştî xistina desthiladariya Birayên Musilman di 30/6 de û ev yek bû sedem ku Tirkiyê bi zimanekî hişk bi ser Mesirê de here û ya ku ev nakokiyan kurtir kirin piştgirtiya Tirkiyê ji Qeterê re û weke encam tevgera Tirkiyê li wan herêman kêm bû û ev yek hişt ku Tirkiyê biçe girava Siwaginê ya ku mebesta Tirkî ya sereke ewe tevgera Mesirê û Îmaratê bixe bin çavdêriya xwe de.

Duyemîn jî astengkirina tevgera Dewletên Rojavayî ye piştî cemidandina têkiliyên diplomasî di navbera wan de. Tevgera Erdoxan li wan herêman ji bo mesacekê bighîne dewletên rojavayî ku ti guhertin li Rojhilata Navîn nabe eger îmzeyeke Tirkî li ser tune be, lê ev mesac heta çi astê wê bi encam be ne zelel e û bi taybet ji ber ku artêşa Irîtîryia niha xwe li ser sînorê Sûdanê amade kiriye û Serokê wê berê xwe daye Mesirê.

16.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً