LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / SÎHA’yên dewleta Tirk balafirgeha Rûs bombe kir

SÎHA’yên dewleta Tirk balafirgeha Rûs bombe kir

HALEB – Balafirên SÎHA yên Tirkiye ji Heyet Tehrîr El Şam re şandin û aydî Bayraktar in, Bargeha Himêmîm ya aydî Rusyaye topbaran kir û zerar da balafiran û 2 leşkerên Rûsî kuştin.

Belafirên SÎHA ku Tirkiyê şandiye herêmê, belafirgeha Himêmîm ya navenda hêz û belafirên Rûsî ye topbaran kir. Topbaran di 6 ê çileyê de pêk hat. 10 roj beriya wê jî belafirgeh bi fûzeyan hatibû topbarankirin, Topbaran bûbû sedema zirara çend belafir û kuştina du leşkerên Rûsî.

Pirsên li vir li bersîvê digerin ewin ku çawa ew belafirên Tirkiye çûn wê heremê? Mumkine ku hêzên din Rûsya li bargehê tawan bike? Ev belafir ji kuderê hatine? Çavkaniyeke Ewlekaroyê Taybet tekez kir ku belafirên SÎHA yên şandin ji Heyet Tehrir El Şam re şand cureya Bayraktar in.

Hat gotin ku Tirkiye ev balafir ji Heyet Tehrîr El Şam re şandiye. Ev belafir dikarin hedefên diyarkirî bi fûzeyan îmha bikin. Berdevkê fermî yê bargeha Himêmîm Alksender Îvanov bi êrîşa hewayî li ser bargehê îtîraf kir û bi daxuyaniyeke li ser malpera tora civakî ys bargeha Himêmîm ragihand ku tecawizên leşkerî li ser herema leşkerî ya Himêmîm ê wê kirdayên wê temenkî giran bidin.

Hat diyar kirin ku Endamên Rêxistina Heyet Tehrîr ElŞam di rêya tensîq û têkiliya bi TSK’ê re ku li heremên parêzgeha Idlibê bicih dibin ew belafir girtine. Ev belafir serbarê kamîreyên weşana zindî ne û di heman demê de bi teqemeniyan têne hilkirin ku bikaribin armancan belî bikin. Çavkaniyan dane xuya kirin ku rêxistina terorî bi van belafirên rêkirî dikare sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê bixapîne ku wan belafiran nebîne û bi vê dikare her bargehekê hedefê hêsan bike.

   

Çavkaniyeke ji nava Heyet Tehrîr ElŞam de tekez kir ku wan bi rêya pêşxistina tensîqê bi pesdarên artêşa Tikriyê re, ev cure belafir bidestxistine, çavkanî da zanîn ku belafirên ku girtine (biçûk û orte) ne û bombeyan radike û bi bandora wê di operasyoneke taybet ya Heyet Tehrîr ElŞam de herî kêm 7 belafirên Rûsî li Himêmîmê îmha kiriye.

17.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً