LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser Efrînê didomîne

Artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser Efrînê didomîne

EFRÎN – Artêşa Tirkiyê topbarana xwe li ser gundên navçeyên Efrînê didomîne.

Nûçegihanê me ji Efrînê ragihandin ku duh nêzî saet 12:00an de, artêşa Tirkiyê ji qereqola Sîcê ya li ser sînorê Efrînê û Bakurê Kurdistanê 5 obus avêtin derdora gundê Merwaniyê yê navçeya Şiyê ya herêma Cindirêsê. Her wiha du fuzên katyoşa jî li malên sivîlan ên gundê Girzîle yê girêdayî navçeya Şêrawa ketin.

 

Nûçegihanê me diyar kir ku 3 top li gundên Şadîra û Îskayê ketin. Hate ragihandin ku artêşa Tirkiyê ji keleha Semanê derdora gundê Celeme yê navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî ji me re dane diyarkirine; arêtşa Tirk ji herêma Ezazê oburs avêtin gundên Beyloniya, Malikiyê û Eyn Deqna yên navçeya Şera. Çavkaniyan ragihandin ku 5 top li van gundan ketine. Derbarê ziyanan de agahî nehatin bi destxistin.

18.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً