LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi hezaran gelê EFrînê daketiya qadan

Bi hezaran gelê EFrînê daketiya qadan

EFRÎN – Piştî daxuyaniyên Dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê û propogendeyên Ragihandina dijber, gelê Efrînê dakete qadan û bi hezaran ji gelê wê Rêjîma Tirkiyê şermezar kir.

Ji destpêka daxuyaniyên dewleta Tirkiyê ve ku ev 6 heyvên bê navber didomîne, her roj ji aliyê Serok û wezîrên Tirkiyê ve bi taybet Serokomarê wê Receb Tayîb Erdogan ve daxuyaniyên mîna: Emê nehêlin ku Rêveberiyeke Kurdî teror avabibe, Emê sînorê xwe ji terorê biparêzin, Em Alîkariya Amerîka ji hêzên Kurdî re qebûl nakin, Îro û ha sibe û ha çend roj ji êrîşa li ser Efrînê û Minbicê re dê pêk were, têne dayîn.

Dema ku ji aliyê hin Analîzvanan ve ev daxuyanî têne tehlîl kirin tişta ku derdikeve holê ne tebata Tirkiyê ye, derdixe holê ku belkî Tirkiyê bûye Impratorya hemû cîhanê û hayê tu kesî jê nîne, lewma bi êrîşa li ser Efrînê û Minbicê qîr dike û balê dikşîne ser xwe.

Derbarê vê mijarê de ji aliyê Ragihandina dewleta Tikriyê ve şerekî pskolojî meşandin tê kirin lewra ji milê sewqiyeta li ser sînorên Kobanî, Minbic û Efrînê dixe rojevê û ji aliyekî din ve jî radighîne ku gel tirsiyaye û ji Efrînê direve.

Li pey rastiya van agahiyan çûyîn û li gorî çavkaniyên herêmî ji nava Herêma Efrînê ve derkete holê ku ev yek ne raste û gelê Efrînê li kolanan bi meşên girseyî radibin û li hemberî êrîş û tawanên dewleta Tirk helwesta xwe zelal dikin.

Îro di saetên sibehê de ji aliyê gelê Efrînê ve bi hezaran kes deaketin qadan û bi meşekî helwesta xwe ya şermezar kirina dewleta Tirkiyê anîne ziman. Gelê Efrînê bi dengekî bilind hêzên xwe yên parastinê ji Asayîş, YPG, YPJ silav kir.

18.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً