LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Heta ku ez bijîm wê têkoşîna min dewam bike

Heta ku ez bijîm wê têkoşîna min dewam bike

HESEKÊ- Jina ciwan a bi navê A.M ji bajarokê Dirbêsiyê yê bi ser Kantona Hesekê ve di temenê 13ê salî de bi zorê dane zewicandin. Di temenê 14 an de ji ber zilm û zora zilam biryaya berdana xwe dide. Niha ew xwedî li dayika xwe derdikeve da ku dayika xwe ya nexweş bi Qansêrê tedawî bike kar dike.

Di nav civakan de jin gelek caran ji destê hevjînên xwe rastî tundiyê tên, di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi dirûşmeya ku şoreşa Rojava şoreşa Jinê ye serî li hemberî tundiya jinê hate rakirin. Ji van jinan jineke ku di temenê xwe yê biçûk de tê zewicandin çîroka xwe ji me re vedibêje.

Jina ciwan A.M ya ku ne xwest nav û wêneyên wê werin eşkere kirin dixwaze çîroka wê bê naskirin da ku tiştê ku wê jiyan kirî neyê dûbare kirin.

Jina bi navê A.M ku ji Herêma Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ye ku bi ser herêma Cizîrê ya Fedraliya Bakurê Sûriyayê ye, ji nûçegihanê me re ragihand ku: ‘’ Ez dixwazim her jin di cîhanê de çîroka min nas bike ku min çi êş û zehmetî kişandiye heta ku min azadiya xwe bidest xistiye. Azadiya min ya di têgînên adet û kevneşopiyên civakê, him ji bin desthilatdariya zilam û malbatê.’’

A.M wiha dest bi çîroka xwe kir:‘’Di malê de tenê ez, xwişkek ji min mestir, bav û dayika min, jiyan dikirin.’’ A.M wiha ji me re vegot:’’ li gorî ku min di xeyalê xwe de rengê jiyana ku min dixwest bijîm, çêdikir, ne gihaşte serî. Dunya li min zîvirî, dema ku ez di pola Çaremîn de di dibistanê de bûm Bavê min jiyana xwe ji dest da.’’

A.M wiha dewam kir:’’ dema ku bavê min jiyana xwe ji dest da, ji wir û şûn de jiyana me hat guhertin. Xwişka min destbikar kir, lê nehişt ku ez dev ji dibistanê berdim. Di civaka me de dayîmî divê zilamek serwer hebe ku jin bi tena xwe nikare xwe îdare bikelewra piştî mirina bavê min desthilatdariya Apên (Am) min li ser me tev dayika me destpêkir. Piştî çend salan ku temenê min bû 13e salî Apên min xwestin min bizewicînin û ev bi hincet û di bin navê (Sitariyê) de bû. Ji ber vê yekê min ji dibistanê derxistin û bi darê zorê min dane zewicandin. Ez wê demê ji zaroktiya xwe mehrûm bûm.’’

A.M pêvajoya zewaca xwe wiha anî ziman, “ez ji xortekî ku mirovê me bû û nexweş bû (Mejiyê wî ne dirûst) bû hatim zewicandin. Malbata wî dixwestin min pêre bizewicînin tev nexweşiya wî û li gorî şîreta Melayê wê deverê ku bi hêviya ev xort rehet bibe ez zewicandim”. A.M got: Ez ne ketim wê ferqê de ku zewac çiye, heta ku ez hatim zewicandin. Beramberî zewaca A.M ku ne bi dilê dayika wê jî bû, lê wê nikarîbû dengê xwe bike.

A.M îşkence û zordarî di bin destê hevjînê xwe yê di mecî de ne saxlem de dixwar. Ji ber ku ne bi hişê xwe bû.

A.M got ku:’’ wê bi hisret li hevalên xwe yên di temenê wê de ku çawa diçin dibistanê, dilîzin û zaroktiya xwe jiyan dikin, dinêrî û ev bûye kîn di hundirê min de, lewma ev işkence û zordariya ku min dixwar îradeya min ava kir û derxiste holê. Bi taybet piştî ku min Tevgera Azdiyê naskir û Felsefeya Rêberê gelê Kurd Abulah Ocalan naskir, ku çiqas doza mafê jinan dike û azadiya wê dixwaze, ji ber vê yekê min biryara xelasiya xwe da. Derbarê axaftinên civakê û berteka li dijî biryara A.M anî ziman ku: Raste ku ez rastî nerazîbûna malbatê û bi taybet ya Apên xwe hatim, lê helwesta min jî ew bû ku ez ji biryara xwe danakevim.

A.M di temenê 14e salî de xwe dide berdan û ev yek dibe çirûska azadî, îrade û qêrîna wê. A.M bi têkoîna xwe vegeriya dibistanê xwest ku xwendina xwe temam bike û bibe nûçegehan û bi vê yekê li pey xewnê xwe de diçe.

Ji ber kesayeta A.M ya bi berpirsyaretî û dilêş dema dayika wê bi nexweşiya Qansêrê (Seretan) dikeve, zû li pey dermankirina dayika xwe digere û dixwaze bixebite. Di vê pêvajoyê de bi rihê xwe yê ciwan û fedekar xwedî li diya xwe derdikeve û têkoşîna xwe ya azadkirina kesayeta xwe didomîne.

Derbarê jiyana A.M ya niha de wiha hestên xwe derxiste holê Niha ez di nav kar û xebatê Tevgera Azadiya Jinê de me û ez gelekî bi karê xwe kêfxweşim, ku bi rêya vî karî re ez azadiya Jin misoger bikin. A.M niha cihê xwe di nav refên Asayîşa Jin de digre û herêma xwe diparêze.

Di dawiya axaftina xwe de A.M got: Çiqasî kevneşopiyên civakê li dora min bizîvirin û bixwaze nim bişkîne wê nikaribe, her cara ew min bixe erdê ezê bi hêztir bibim û têkoşîna xwe beramberî wê dewam bikim. Ji ber ku jina fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocelan nasbike wê tu carî neyê şikandin.’’

Ji rewşa ku vê jinê jiyan kirî de tê xuya ku her çiqas mirov bixwaze têbikoşe derfet heye lê tenê îeadeya jin pêwîste û ev deyarde di nav şoreşa Rojavayê Kurdistanê de derkete holê, ku îro jin di nav tevahiya xebatan de rista xwe dilîzin.

18.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً