LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Kiryarên gendeliya çekdarên Mertala Firatê li Bab ê didomin -Dîmen

Kiryarên gendeliya çekdarên Mertala Firatê li Bab ê didomin -Dîmen

HELEB – Li gorî hin çalakvanên ji herêma Bab ê ve dîmenên işkenceya der heqê sivîlekî di zindanên wê de hate belav kirin. Hemberî vê yekê jî gelê heremê helwesta xwe ya nerazîbûnê nîşan didin.

Grûpa çekdar ya bi navê Sultan Murad ya Tikrmenên heremên bakurê Helebê dîmenek belavkirin e ku tê de ciwanekî bi tundî işkence dikirin. Ev dîmen ji malbata wî ciwanî re hate rêkirin û daxwaz ji wan hate kirin ku pereyan beramberî serbest berdana kurê xwe de bidin.

Di hermên Mertala Firatê de ev demeke bûyerên wekî revandina kesan û binçavkirina wan her wiha kuştin, belav bûye. Têkildarî vê mijarê herî dawî buyera binçavkirina ciwanekî ji herêma Bab ê bû ku di riya çeteyê bi navê Mûrhef tê naskirin hatiye kirin, ku di riya erebeyekê de curey VAN di saetên seherê de hate revandin. ji bo serbest berdana wî ji malbatê pere bi qasê 60 hezar dolar hate xwestin û ev yek di riya dîmenê işkenceya wî de ku pêşkêşî wan kiribûn.

Li gorî çavkaniyên ji herêma Bab ê hate eşkere kirin ku piraniya grûpên çekdar li herêma bakurê Helebê di nav de Cerablus, Maraa, Ezaz, Rayî û Bab ê rastî rewşeke gendeliyê tê, di heman demê de di sireya kiryarên van grûpên çekdar de sivîlên heremê têne kuştin, revandin û işkencekirin û ev dighêje asta destdirêjî û tehdîdan.

Gelê heremên nav borî ku rojane rû bi rûyê van kiryaran tên helwesta xwe ya zelel di riya meş û çalakiyan de derxistine holê ku êdî hebûna wan li heremên xwe qebûl nakin.

18.01.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً