LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li ser Efrînê şerê Pskolojî tê meşandin û topbarana wê bandor nake

Li ser Efrînê şerê Pskolojî tê meşandin û topbarana wê bandor nake

EFRÎN – Artêşa Tirk topbarana xwe li ser gundên navçeyên Efrînê didomîne. Li gorî çavkaniytên ji wê Herêmê dewleta Tirk dixwaze şerê Pskolojî bimeşîne û gel vê yekê baş dizane û bi hêza bawer e.

Li gorî agahiyên çapemeniyê ku ji Herêma Efrînê hatine, hate ragihandin ku artêşa Tirk ji qereqola Sîcê ya li ser sînorê Efrînê û Bakurê Kurdistanê 5 obus avêtin derdora gundê Merwaniyê yê navçeya Şiyê ya herêma Cindirêsê. Her wiha du fuzên katyoşa jî li malên sivîlan ên gundê Girzîle yê girêdayî navçeya Şêrawa ketin. Her wiha 3 top li gundên Şadîra û Îskayê ketin. Hate ragihandin ku artêşa Tirk ji keleha Semanê derdora gundê Celeme yê navçeya Şêrawa topbaran dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane diyarkirine; arêtşa Tirk ji herêma Ezazê oburs avêtin gundên Beyloniya, Malikiyê û Eyn Deqna yên navçeya Şera. Çavkaniyan ragihandin ku 5 top li van gundan ketine. Derbarê ziyanan de agahî nehatin bi destxistin.

Çavkaniyên herêmî ku li Efrînê ne dane diyar kirin ku Ragihandina dijber ya bi ser dewleta Tirkiyê ve pir êrîşa Tirkiyê mezin dike û dixwaze rewşa Pskolojî ya civakê xirab bike, lê li beramberî vê yekê gel hişyar e. Çavkaniyan dane zanîn ku Tirkiyê bi top û fûzeyan bombebaran dike lê tu zirareke mezin nayne û hêzên parastinê li Efrînê bi pêşngtiya YPG/YPJ haydarin û bi hêza xwe bawerin.

18.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً