LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şoreşgerekî domdar koça xwe ya dawî dike

Şoreşgerekî domdar koça xwe ya dawî dike

QAMIŞLO – Di jiyana xwe de heta ku ew nefsa dawî diger jî Mamoste û nivîskar Ebdulkerîm Kurdî ji navçeya Amûdê bi kirîzeke dil xebat û emeka xwe li şopa xwe dihêle û jiyana xwe ji dest dide. Hevalên Ebdulkerîm jî wî bi demgê rastiyê bi navdikin.

Ji nava reşka êvarên Amûdê ve şîniya mamoste, parêzer, bav, fedayî û welatparêzekî hate bihîstin, ji êşeke ji nişka ve ku wî bi xwe re dibe û ji jiyanê qut dike, mamoste û welatparêzê bi salan Ebdulkerîm kurdî ku bi eslê xwe ji navçeya Amûdê ya bi ser kantona Qamişlo ve ye di 16 Çileyê de jiyana xwe ji dest dide.

Bi xeberekî wekî vê ku bê nexweşiyek giran, bê ku bi xwe re dostan bêşîne Mamoste Ebdulkerîm Kurdî ji nav heval, dost, zarok û malbata xwe oxir dike .

Mamoste Ebdulkerîm Kurdî li navçeya Amûdê di sala 1957 an de ji dayik bûye, bavê 8 zaroka ye, beşê Hiqûq li Helebê xwendiye, mamostetiya beşê Dîrok li gundewarên bajarê Dêrikê ji 1975 heta sala 1985 an de kiriye, di sala 1995 an de diçe Helebê û 14 salan karê Dîkor kiriye û di fabrîqeyan an de xebitiye, 3 caran li Helebê ji ber kar û xebatê siaysî ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve hatiye girtin.

Keça mamoste Ebdulkerîm Menal ku bi girî û hestên bi şewat dibêje duh di saet 7.00 an de bavê wê dema ji wacibê ezayê vedigere û beriya ku bighêje ber deriyê malê kirîza dil derbas dike û wî radikin nexweşxaneyê, Menal di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew dema diçû nexweşxanê hêvîdarbû ku bavê xwe bibîne û jêre bêje selamet be, lê hêviyên wê bi serî de neçûn û bavê wê bi kirîzekek dil ve û ji nişka ve koça xwe ya dawî dike.

Mamoste Ebdulkerîm Kurdî ji dema derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê ve di nav xebatê rêxistinî û perwerdehî de cih girtiye û bi hestê welatparêzî û netewî tevgeriya ye, di nav jiyana xwe de sereke pîvana jiyanê girêdana bi tevgera Aazadiyê re bû. Bi hestê ku divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê biserbikevin û xwe kirina fedayê vê rêxistinê jiyana xwe hemû tevî nexweşiyên ku bi temenê xwe yê mezin re anî bû di nav kar de derbas kir û bi perwerde, civîn,çalakî û erkên ku diketin ser milê wî pêk tanî.

Mamoste Ebdulkerîm ku ji ber raman û hestên wî yên netewî ji ciwaniya xwe ve cihê xwe di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de digre û bi vê yekê di xwendina xwe ya li bajarê Helebê de jî dev ji girêdana xwe bernade lewra ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve rastî binpêkirina mafê xwe hat û ji wezîfeya xwe hate dûrxistin ku wekî mamosteyê Dîrok dixebitî û 3 ê caran jî ji ber kar û xebatê xwe ve li Helebê ve tê girtin.

Di nav şoreşa Rojava de bi hemû karê ku derketî holê û destkeftiyên ku hatine bidestxistin xwedî lê dedikeve û cihê xwe di nav hemû xebatan de digre û bi rihê xwe yê çalak, ciwan û bi bertek pêvajoyên jiyana xwe bi zaroktî, ciwantî û heta koça dawî dike.

Hevalên Mamoste Kurdî bi heskirina wî ya welat ev axaftin anîne ziman, li hemberî her cure êrîş, gef û tehdîdên li ser Kurdan Mamomste Ebdulkerîm xwedî bertekeke pir cuda bû ku bi nivîs û pênûsa wî ku nediwestiya û bi çavên xwe yên tijî hêvî mesaca xwe radighand, hevalên Mamoste Kurdî bi hestên ku nikarîbûane banyane ser ziman û nikarî wî îfade bikin wî bi dengê rastiyê binav kirin.

17.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً