LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Tevgera hêzên hegemonîk li Sûriyayê

Tevgera hêzên hegemonîk li Sûriyayê

NAVENDA NÛÇEYAN- Ji ber zehmetiyê di siyaseta hindirîn ya ku Erdogan dikşîne. Efrîn xistiyê rojevê de. Lê Rûsiyayê, DYA û QSDê her hêzêk li gor berjewendiyên xwe tevdigerin.

zahmetiyê Di siyaseta hundir de ket nava tengasiyan. Erdogan di anketa hilbijartinê ya 2019’an de encama ku dixwest bi dest nexist. Erdogan, ji bo van rojevan belav bike Efrîn xist rojevê. Dîsa bi Rusya û DYA re li masê rûnişt û dest bi bazarê kir. Rusya, dixwaze HTŞ û Hêzen Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi hev re bide şerkirin û herdu hêzan lawaz bike. Dixwaze destê rejîmê bi hêz bike. Li aliyê din jî dixwaze TSK û HTŞ’ê bi hev bide şer kirin û destê Tirkiye yê li Sûriye lawaz bike. Li milê din Rûsya her çend bêdeng be jî destûr nade ku QSD têk biçe. Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo diyar kir ku têkiliya wan û Rûsya bi hev re heye lê heta niha daxwaz ji Rûsyayê nekirine.

DYA

Li milê din Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî, DYA û Pentagonê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew destûr nadin ku QSD têk biçe. DYA naxwaze Rûsya li Idlibê bi tenê bimîne. Her çend aşkere neke jî nîşan dide ku dê QSD’ê li dijî êrîşên Tirkiye biparêze. Rûsya dizane ku her çend Tirkiye têkeve Efrînê jî tenê li vir bi sînor namîne û dê têkeve Îdlib, Şehba, Halep, Hama û Humusê.

QSD

QSD jî bi aşkere piştgiriyê ji DYA û Rûsya distîne. Hêzen hegemonîk jî bi tu awayi piştgiriya xwe ji ser QSD’ê nekişandiye. QSD hebûn û mayîna DYA’yê bi xwe ve girê dide. DYA armanc dike ku bi riya QSD’ê li ser sînor artêşa xwe ava bike.

QSD dizane ku ger Tirkiye êrîşî Efrînê bike jî tenê dikare bi destûra Rusya û DYA êrîş bike. Dizane ku ne li Iraq, ne li Sûriye û ne jî li Herêma Federal a Kurdistanê tu kesî xwe li pêş DAIŞ’ê ne parast û tenê hêzên girêdayî QSD’ê li dijî DAIŞ’ê şer kir û gelek herêm ji DAIŞ’ê xelas kir. Dîsa dizane ku TSK têkeve Efrînê tenê li vir bi sînor namîne û dê derbasî Bab, Cerablus û Ezazê jî bibe. Ger ku TSK têkeve herêmê jî dê neçar bimîne ku bi QSD’ê re şer bike. Pişt re dê Rûsya û DYA jî piştgiriyê bide QSD’ê û Tirkiye dê têkeve nava şer.

18.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً