LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Efrînê wê kî winda bike?

Li Efrînê wê kî winda bike?

 

NAVENDA NÛÇEYAN – Hewildana êrîşa li ser Efrînê, ne tenê bi Efrîn û kurdan bi sînor e; çewa îstîkrara di Sûriyê ya di rojevê de ye hedef digire, her wiha di nava xwe de rîskên wekî, “Derxistina hin pêvçûnên nû”, “Ji DAIŞ û cureyên wî re qadên nû veke”  dihewîn e.

 

Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ku ji 13’ê çileyê ve li Elezîzê bi daxuyaniya xwe ya Efrînê hedef girtî ya “Em ê wir di ser serê wan de hilweşînin” heta niha 5 roj di ser de derbas bûye, Tirkiye bi rojeva Efrînê radibe û rûdinê. AKP û derdorên wî ku meseleya Efrînê bi awayek pir istikrar di rojevê de dihêle, di heman demî de amadekariyên leşkerî û nîşaneyên wê jî dîmena dê a niha pêvçûn derkeve nîşan dide.

 

Efrîn çima di hedefa dewleta tirk a dagirker de ye û çi bû ku Erdogan berê de jî Efrîn xistibû rojeva xwe û ji 13’ê çileyê ve adeta şer îlan kiriye?

 

Efrîn îstîkrarê temsîl dike

 

 Destpêkê Efrîn, ji şerê navxweyî ya Sûriyê ku di 2011’an ve destpêkiriye heta niha yek qadekê ku bi istikrar û li derveyê pêvçûnên li Sûriye ma ye. Li cih û warên din ên kurdan êrîşên DAIŞ’ê û grubên cîhadî çêbûn, bi rejîmê re hin pêvçûn hat jiyandin. Lê Efrîn, hem ji ber hebûn siyasî ya kurdan û bi hêz bû û hem jî ji ber pêkaneya demografîk a heremê ew hêzên tên behs kirin şensê hebûna xwe di Efrîn de nedîtin. Hêzên Tevgera Azadiyê jî di vir de bi awayek lez xwe birêxistin kirin, ya Efrînê ji nav pêvçûnan derxistin xistin halekî heremekê bi aram û istikrar. Ji ber vê yekî Efrîn bû qadekê stargehê ya koçberên ku ji ber pêvçûnên li tevahiya Sûriyê pêk hatin e û wargeha bi sedhezaran koçberan.

 

Ji bo vê jî hewildana êrîşên li ser Efrînê di heman demî de tê wateya hedefgirtina îstîkrar û aramiyê ya ku piştî DAIŞ’ê ya li tevahiya welat kêm be jî hatiye girtin e. Valaderxistina lêgerînên çareseriyê, mimkune hewildanên Soçî, Astana û Cinevê berhewa bikin û dê potansiyela pêvçûnê ya li tevahiya Sûriyê bikşîne noqteyekê dîtir. Ev potansiyela pêvçûna ya li Sûriyeyê bikeve qonaxe dîtir, dê DAIŞ a têkçûyî û rêxistinên cureyên wî dê şensekê xwe careke din xwe di heremê de ava bikin an jî nû bikin. Jixwe aliyên ku êrîşa li ser Efrînê bi awayek dijwar diparêzin qet nebe, lêgerîna xwe ya jiyankirina El Nûsra û ji ber vê jî pêwîstiya êrîşa li ser Efrînê naveşêrin.

 

Efrîn ne tenê Efrîn e!

 

Her çiqas di Efrînê de yê hedef tên girtin nasnameya kurd be jî, êrîşa li ser Efrîn û yê piştî wê dê ne tenê kurd bandor bibin. Guherîneke îhtîmal a rewşa Efrînê wê hemû heremê, hevsengiya di Sûriyê de û hemû têkiliyên navneteweyî û heremî ji nû ve şikil bigire. Hem pozîsyona Rûsyayê hem lêgerîna hebûna xwe ya Amerîkayê û hem jî îdeaya serweriya rejîmê dê bi vê êrîşê bi awayek ciddî bandor bibe. Li gor rêjeyên di qadê de û li gor pisporên Rojhilata Navîn pir pir îhtîmalek biçûk (kî ev îhtîmala biçûk li gor Tirkiye dê di encama bazariya Idlibê de destûra êrîşa hewayî karibe bigire diguhere), eger kurd di Efrînê de têk biçe(!) dê yê têk biçe wê ne tenê kurd bin. Berî her tiştî têkçûna kurdan ên ku li dijî DAIŞ’ê pêşengtiya têkoşînê dane, di qada Sûriyê de têk biçe, çewa dê ya DAIŞ û cureyên wî bi cesaret bike, dê ev têkçûyîn di heman demî de têkçûyîna Koalisyona Navneteweyî ye jî. Koalisyona Navneteweyî çewa di pêşengtiya kurdan de bedelek mezin hat dayîn û zafera Reqqayê anîn wek e “Zaferekê xwe” îlan kiribe, di rewşa têkçûyînekî ya Efrînê de wê nikaribe bireve û xwe xilas bike.

 

Dê li Efrînê çi bê jiyîn?

 

Em werin meseleya têk birin û têkçûyîna kurdan! Ev rewş rojevîye û di hin rewşan de hevsengî dibe ku biguhere. Lê beri her tiştî hêjaye ku em çend hisûsan bibîr bînin. Berî her tiştî Efrîn naşibe bajarekî Sûriye ya normal, di hêla erdnigarî de di hêla kurdan de derfetê dide berxwedaniya kurdan. Li aliyê din “Artêşekî” ku bi mehan di Sûr, Cizre, Nisêbîn û Şirnexê de li dijî 100-200 ciwanên bê tecrûbe lê di şer de bi biryar, nikaribû ketibûya bajaran û gelek windayiyên giran da, dê di Efrînê de li dijî hezaran şervanên bi tecrûbe, çekên giran heyî, şervanên ku bi heman biryarî de ne, xuyaye dê ev “Artêşa tirk” gelek zahmetî bikşîne û ber bi hilweşandinê ve here. Jixwe ev aliyên ku dibêjin “Em zû bikevin Efrînê wanderan hilweşînin” bi ruyekî tirş vê rastiya ku me li jor anî ziman îşaret dikin. Ma vê yekî hin nivîskarên di quncikên rojnameyan de dinivsînin dizanin, ma gelo Rûsya û Amerîka nizanin? Belkî jî li ser vê yekî ya Tirkiyeyê bi zanebûn dikşînin navê?

 

 Eger nekeve Efrînê jî dixwaze encam bigire

 

Ji ber vê yekî daxwazek mezin a desthiladariya AKP’ê ya êrîş û ketina Efrînê heye! Vê yekê ji bo siyaseta xwe ya hundirîn jî pêwîst dibîn e. Lê tehdît û rîskên wê jî dizan e. Lê ligel van tehdît û rîskan jî AKP, wê bixwaze ku di firsendekî de bikeve Efrînê, lê vê jî baş dizane encax û encax bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê dikare bike. Jixwe dewleta tirk a dagirker êrîş û ketina Efrînê dê kurd vê ji Rûsya û Amerîkayê zanibin. Eger AKP, wê derfetê ya ketina Efrînê nebîne an jî nede berçavan, wateyekê van tehdîtan û amadekariyan jî heye. Tirkiye bi vê dixwaze dîmena “Henekê vê karî tune ye” bi afirîne û hewil bide ku ji muxatabên xwe tawîzan bigire, koalisyona dijî DAIŞ’ê zeyîf bike, qet nebe hewil bide ku ya kurdan tenê bihêle.

 

Nexwe jibilî wê ketina Efrîn, wê bê wateya, DAIŞ an jî hêzên di zihniyeta wî de ne tenê li ser Sûriyê, li tevahiya Rojhilata Navîn serweriyê bike. Kobanê bû destpêka têkçûna DAIŞ’ê, niha jî bi Efrînê re dixwazin tola wê hildin. Ketina Efrînê tê wateya hilweşandina rêbenda dijberiya DAIŞ’ê ye.

19.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً