LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Binpêkirina Artêşa Tirkiyê ji aramiya Fedraliya Bakurê Sûriyê re

Binpêkirina Artêşa Tirkiyê ji aramiya Fedraliya Bakurê Sûriyê re

NAVENDA NÛÇEYAN- Di hudirê vê heftiya derbas bûyîde çend caran Artêşa Tirkiyayê êrîşî Herêma Efrîn û Minbicê kiriye. Bi armanca destpêkirina operesyonekê li ser Efrîn û Minbic. Lê her carê rastî bersiv dayina Hêzên YPGê hat.

Di 13ê Çileyê de

Piştî ku Artêşa Tirkiyayê topbarana li ser gundê Qere Baba, barand. Êrîşên xwe gihandin Pira Heşrekiya û gundê Ferferkê yên herêma Racoyê. Li ser vê yekê şervanên YPG û YPJ‘ê bersiva êrîşan dan. Di encamê de dinavbera şervanan û artêşa Tirk şer derket .

Her wiha di eynê rojê de, grupên girêdayê Tirkiyeyê girên li derdora gundên Celemê yê herêma Cindirêsê û gundê Îska yê navçeya Şêrawa yên Efrînê topbaran kirin. Di encam de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çekên nîvgiran bersiv dane baragehên van grupan ku topan jê avêtin.

Pêve girêdayê, Artêşa Tirk ji qereqola ser sînor ê herêma Hatayî ya ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê gundê Dîr Belot a herêma Cindirêsê topbaran kirin. Her wiha qereqola Siciye ya ser sînor navçeya Şiye ya Cindirêsê topbaran kirin. Zêdetirî 5 obîs li gund û girên navçeyê ketine.

Di 14ê Çileyê de,

Artêşa Tirk herêmên şûnwarî kela Tiqlika ya dikeve navbera gundên Îska û Şadîrî yên navçeya Şêrawa hedef girt.

Di eyênê rojê de, Artêşa Tirk midareke mezin ji çek û cebilxaneyê li depoya Cebel El-Şêx a li gundewarên Rojavayê Helebê bi cih kirin.

Her wiha grupên girêdayê Tirkiyayê ji herêma Ezazê ya bejahiya Rojavayî bajarê Helebê, gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kirin. Di encam de 1 top li nava malên sivîlan li gundê Kefer Cene û 6 topên din jî li rêya di navbera gundê Qetma û Kefercene ya navçeya Şera ketin.

Di 15ê Çileyê de

Artêşa Tirk li ser sînorê navçeya Bilibilê du kevirên Dîwarê Şermê rakiriye da ku wekî deriyekî veşartî bikar bîne. Her wiha li şûna van keviran deriyekî ji hesin ên dijî guleyan siwar kiriye.

Komên çekdar yên girêdayî artêşa Tirk ji Çiyayê Şêx Berekat ê Rojavayê Helebê du topên hawnê avêtin navenda kantona Efrînê û di heman demê de 4 balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser kantonê geriyan.

Komên çekdar yên girêdayê Tirkiyayê gundê Kefercene yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê topbarankirin. Di encama de zarokek bi navê Serxebûn Elî yê 14 salî birîndar bû.

Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê, ji Kelha Sem’anê gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa û devera Vêlat Qadî ya navçeya Şera, bi giranî topbaran kirin.

Di 16ê Çileyê de

Artêşa Tirkiyeyê gundê Bircika Silêman a navçeya Şêrewa yê topbaran kir û di vî gundî de gelek şûnwarên kevnar ên dîrokî hene.

Artêşa Tirk û komên girêdayê wê yên li keleha Semanê bi cih bûne, careke din gundên Îsa û Şadirî yên navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) li hemberî gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê tevgera komên girêdayê Tirkiyayê ferq kirin û ew kirin hedef.

Di 17ê Çeleyê de

Artêşa Tirkiyayê û komêngirêdayê wê ji herêma Ezazê 3 oburs avêtin gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera. Di topbaranê de ziyanên madî çêbûn.

Her wiha koma bi navê “Mertala Firatê” ya girêdayî dewleta Tirkiyê êrîşî nûqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li derdora gundê El-Mehesnlî yê Bakurê Rojavayê bajarê Minbicê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan dan. Di encam de di navbera hedu aliyan de şer derket. Derbarê encamên şer de agahî nehatin zanîn.

20.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً