LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Her yek ji Tirkiyê û Îmarat ê dawî li kuderê ye ?

Her yek ji Tirkiyê û Îmarat ê dawî li kuderê ye ?

 

Baran Can
Pirsgirêka ku niha di navbera dewletên Îmarat û Tirkiyê de derdikeve holê weke bingeh beriya niha herdu alî ji vê yekê re amade bûn, lê tê xuya kirin ku ji aliyekî din ve jî tişta rê jêre di vê demê de vekiriye bi bandoreke Emerîkî bû û bi taybetî li gorî Polîtîka (Perçebike û kontrol bike) bû. Di daxuyaniyên Îmarat yên dijî dewleta Tirkiyê de bi “Kerteke Kesk” ji aliyê Waşintonê ve hatiye pêkanîn. Di bingeha xwe de ev yek ji bo Emerîka ne nû ye ji ber ku beriya çend heyvan “ ji Erebistana Sûdî daxwaz kiribû ku cîrana xwe Qeter dorpêç bike”. Pirsa herî giring di vir de ewe ku Tirkiyê wê vê pirsgirêkê bide rawsetandin yan jî wê mestir bike ?
Kîna dîrokî û pêkanînên demê
Tişta ku derdikeve holê ewe ku Pirsgirêkên di navbera Tirkiyê û Îmarat ê de ne nû ne, ji ber ku ger mirov dîrokê hindekî bi paş de vegerîne û bibîr bîne wê Erdoxan pir ji vê yekê tengav bibe û bi taybetî ger mijar kesê ku bi navê Otmaniya yê ku di şerê cîhanê yê duyemîn de li dijî Birîtanyayê li Mekayê şerkiribû û di dawiyê de bi tuhmeta diziyê hate bi nav kirin, be.
Li ser tora civakî ya Twîterê Wezîrê Karê Derve yê Îmaratê Ebdulah Bin Zayd belav kiribû û di nivîsa xwe de gotibû : Hûn dizanin di sala 1916 an de kesekî Tirk bi navê Fexireldîn Paşa tuhmetek di der heqê gelê Mekayê de kiribû, di wê demê de seferberî îlan kir û malên gelê heremê dizî û bi Tirênê berê wan daye Şam û Stenbûl ê.
Li ser vê yekê Erdoxan helwesta xwe bi red kirinê diyar kir û got ku ev yek ji bo dîroka Tirkiyê ne başe. Erdoxan di daxuyaniyeke fermî de ragihandibû ku dewleta Osmanî û hevalbendên wê xwe li ber Mekayê û parastina wê kirine fedayî. Edoxan di heman demê de ji Wezîrê Îmaratî pirsî bû ku “ Dema ku Kalikê min Fexireldîn parastina we dikir kalikê te li kurderê bû ”.
Têkildarî heman sedemên dîrokî di navbera herdu dewletan de, di kurahiya xwe de tayekî din jî tê dîtin, ji dema ku Serokê Mesirê yê berê Mihemed Mûrsî yê ku temsîla Birayên Musilman dikir ji serweriyê bi derbeyeke leşkerî hate xistin. Hate naskirin ku ji aliyê Îmarat ê ve hate destekdayîn, di heman demê de di derbeya Tirkiyê ya herî dawî li dijî Erdoxan de jî, hat eşkere kirin ku Îmarat nêzî 3 Milyar dolar ji bo destekdayîna derbeyê xerc kiribû.
Nîşaneya ku Tirkiyê ditirsîne ewe ku Îmarat dijberiya Tevgera Birayên Muslman li her deverê dike û hewildana wê ewe ku vê tevgerê li her deverê bi dawî bike, ev yek ji bo Erdoxan “Xeteke Sor e”, ji ber ku ew piştgiriya vê tevgerê dike û di vê çarçoveya de Îmarat gelek subayên vê tevgerê li ser erda xwe xiste zindanan û ji bo sedemên ne zelal ev yek Erdoxan mecbûr kir ku piştgirtiya Muxalefa Îmaratî bike, piştre herdu dewlet hewildanên wan yên xurtkirina têkiliyên xwe hebû û di vê çarçoveyê de civîna wîzarî ya Komîta Aborî hat ji bo xurtkirina têkiliyan hate lidarxistin lê têkilî ne gihişte asta ku tê xwestin, ji aliyekî din ve jî yê ku ev çerx firehtir kir ew bû ku dema Erdoxan dewletên Erebî bi giştî bi tenê ji dervey Îmaratê ziyaret kir, piştî van serdanan bi demekê dewletên kendava Xelîcî bi desteka Mesirê dewleta Qeter dorpêç kirin û di vê demê de Erdoxan jî destek da Qeter ê, hêjayî gotinê ye ku desteka Erdoxan ne asta daxuyanî de sînordar ma lê hêzeke xwe leşkerî ji bo bingeha xwe ya li bajarê Reyan re şand û perdeya wê ew bû ku “ Ewlehiya Qeter ji ewlehiya Tirkiyê ye”.
Girêdayî nakokiyên di navbera Tirkiyê û Îmarat de û hebûna hikûmeta Iraq û Sûriyê, ev yek ji bo têkiliyên di navber Tirkî û Îmarat ê de bû derbeyeke pir xurt, di heman demê de piştgirtiya Îmarat û Erebistana Sûdî ji partiyên Kurdî li Sûriyê re Tirkî gerimtir kir, û di çarçoveya vê de mabûna hikûmeta Sûriyê rê da bighê civîna Soçî ya ku roleke Tirkî pir xurt têde heye û daxuyaniya Tirkî ya dawî ji bo Sûriyê Îmaratê hçrs kir, ji ber ku Îmarat bi Milyarên dolara ji bo hilweşandina Rêjîma Sûriyê xerc kiriye. Ya dîtir jî daxuyaniyên Tirkan ji bo biryara Trump a derbarê Qudsê de 180 derece ji biryara Erebistana Sûdî û Imaratê cuda dibe, ji ber ku ev herdu dewletên Erebî di dema banga civînên Muslmanan de xwe bê deng dikin û ev bê dengiya wan ji sozên Emerîka yên alîkariya wan a li dijî projeya Îranê li Herêmê, tê.

20.01.2018

Rojev24 

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً