LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Komên Opozisyonê êrîşî Hêzên Amerîkî li nêzî Minbicê kirin

Komên Opozisyonê êrîşî Hêzên Amerîkî li nêzî Minbicê kirin

MINBIC – Hêzên Amerîkî ku li nêzî bajarê Minbic ê bicih dibin rastî êrîşa Komên Opozisyonê tên û li gorî çavkaniyan Hêzên Amerîkî jî bersiva wan koman dane, lê derbarê encamê pevçûnê de tu agahî ne hatine girtin.

Li gorî çavkaniyên Fermî ku ji Ajansa CNN ya Amerîkî re ragihandine, hate eşker kirin ku Hêzên Amerîkî li nêzî bajarê Minbicê yê Bakurê Sûriyê bicih dibin di 19 Çileyê de rastî êrîşa Komên girêdayî Opozisyona Sûriyê yên bi ser Tirkiyê ve hatin e û ji aliyê xwe ve jî Hêzên Amerîkî bersiva êrîşan dane.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema Tirkiyê daxuyaniyên derbarê Efrîn û Minbicê de daye, komên çekdar yên bi navê Opozisyona Sûriyê li beramberî sînorê Bakurê Sûriyê bi taybet li heremên Kobanê, Minbic û Efrînê hatine bi cihkirin û ev 7 roj zêdetir ev kom li noqteyên Hêzên QSD ê didin û bi taybet rastî topbarana Artêşa Tirkiyê li Efrînê tên.

Tevî vê yekê îro li nzên bajarê Minbicê ku ew jî di plana Tirkiyê de ye Hêzên Ameîkî rastî êrîşa Komên Opozisyonê hatine û li gorî agahiyên berdest Hêzên Amerîkî jî bersiv dane, lê heta niha derbarê encamên dawî tu agahî ne hatine bidest xistin.

Ji bo opersayona derbasbûna artêşa Tirkiyê Herêma Efrînê Wezareta Derve ya Amerîkî di 19 Çileyê de daxuyanî da û tê de Tirkiyê hişyar kir ku tu gavan derbarê Efrîn de navêje.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha heremên Minbicê û Efrîn dem dem rastî topbarana Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê tê, lê heta niha çalakiyên vê operasyonê destpênekirine.

20.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً