LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji Fermandariya YPG`ê ya Efrînê daxuyanî: 6 sivîl şehîd bûn

Ji Fermandariya YPG`ê ya Efrînê daxuyanî: 6 sivîl şehîd bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPG`ê ya Kantona Efrînê derbarê êrîşên hewayî ên artêşa Tirk li ser kantona Efrîn ê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye:

ʺArtêşa Tirk a dagirker di dîroka 20.01.2018`an de, bi balafirên şer êrîşî kantona Efrîn, navçe û gundewarên wê kir.

Artêşa Tirk a dagirker, di bombebarana ku ji saet 16:00 heya niha berdewam dike de di serî de sivîlên herêmê, çeperên şervanên YPG, YPJ û Hêzên Şoreşger jî di nav de herî kêm 100 xalan hedef girt. Êrîşa ku bi 72 balafiran hat pêkanîn de navçe û gundên Efrînê ku piranî niştecîhên sivîl tê de ne hedef hate girtin. Her wiha navenda bajarê Efrînê, kampa penaberan a Rûbar û saziyên sivîl jî hatin hedef girtin. Di êrîşên ku heya van kêliyan didome de herî kêm 13 sivîl brîndar bûn û 3 ji wan rewşa wan giran e. Di encama êrîşan de 6 sivîl şehîd bûn. Herwiha 1 şervanên YPG û 2 şervanên YPJ`ê di van êrîşan de şehîd bûne. Herwiha bi êrîşan re hemwext leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Kurdo û Baliya yên girêdayî navçeya Bilbilê xwestin sînor derbas bikin. Li ser bersivdana şervanên YPG û YPJ`ê leşkerên artêşa dagirker neçar man ku paş de birevin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên ku dixwazin xaka Efrînê dagir bikin, piştî gelek hewldanên wan ên binpêkirina sînor ji alî şervanên YPG, YPJ û Hêzên Şoreşger ve vala hate derxistin bi êrîşên hewayî hewl didin ku sivîlên herêmê bitirsînin; niştecîhên Efrînê bidin revandin da ku bikaribin ji dagirkeriya xwe re rê vekin. Êrîşkirina artêşa Tirk a dagirker a raste rast li ser sivîlên herêmê û li hemû navçeyan neçariya wan ya li dijî hêzên YPG û YPJ`ê careke din diyar dike. Fêm dibe ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze bi bomberankirina sivîlan herêmê vala bike û sîvîlan bide revandin, bi vî awayî çeteyên xwe bajo ser Kantona Efrînê.

Em baş dizanin ku bêyî destûra hêzên navneteweyî û di serî de Rûsya, ku leşkerên xwe jî di Efrînê de digire, ne mimkun e ku ev êrîş pêk werin. Ji ber vê sedemê em ji van êrîşan bi qasî dewleta Tirk a dagirker, dewleta Rûsya yê jî berpirs dibînin û dibêjin ji komkujiya ku pêk were ew jî sûcdar in.

Em weke Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel ya Efrînê ji gelê xwe yê welatparêz, hemû pêkhateyên Bakûrê Sûriyê û gelê Kantona Efrînê re dibêjin ku; em bi dek û dolabên faşîzma Tirk û lîstokên wê yên faşîzan bin nakevin! Heya vê kêliyê tê dîtin ku bi tu awayî gelê Efrînê cîh û warên xwe bernade û weke ku dijmin plan dikir ji Efrînê dernakeve. Em jî li ser vê bingehê û di çarçoveya amadekariya ku demeke dirêj e tê kirin de, biryardariya xwe ya parastina xaka Efrînê û gelê Efrînê careke din diyar dikin! Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di bin her şert û mercî de di çeperên xwe de parastina welatê xwe li dijî faşîzma Tirk wê her tim bikin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û mirovahiya pêşverû dikin ku bi ruhê seferberiyê berê xwe bidin çeperên parastina Kantona Efrînê.ʺ

21.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً