LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Efrînê sivîl têne hedef kirin – Bi Wêne

Li Efrînê sivîl têne hedef kirin – Bi Wêne

EFRÎN – Ji destpêkirina Operasyona ku Tirkiyê ji bo dagirkirina Efrînê îlankiriye, hate eşker kirin ku artêşa Tirkiyê heta niha sivîlan hedef digre ku hejmara birîndaran bûye 14 û 6 sivîl jî ji duh ve şehîd bûn e.

Duh ji aliyê Serokatiya Erkana Tirkiyê ve Operasyona bi navê Şaxê Zeytonê ji bo dagirkirina Herêma Efrîn hate destpêkirin. Bi armanca ku Tirkiyê ragihandiye ew jî tunekirina terorê li nêzî sînor wê ye û ew jî Bakurê Sûriyê ye.

Ev zêdeyî heftiyekê ye ku ji aliyê artêşa Tikriyê ve û komên Opozisyonê yên girêdayî wê ku li Ezaz, Bab û Cerablisê bicih dibin Herêma Efrînê di henman demê de Bajarê Minbicê rastî topan tê.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê rojane û dem dem van heremên navborî topbaran dike, lê li gorî çavkaniyên heremê ji nava Herêma Efrînê ku rastî top û belafirên artêşa Tirk tên hate eşkere kirin ku Tirkiyê ne hedefên Leşkerî di topbarana xwe de hedef digre, lê ew Sivîlan û navenda bajar hedef digre. Li gorî çavkaniyan hate tekez kirin ku duh ji dema îalankirina Operasyona dagirkirina Efrînê 6 sivîl şehîd bûne û 13 sivîl jî birîndar bûne ku 3 ê ji wan birîna wan giran e. Di nav birîndaran de zarokên di temenê 9 û 11 an de şehîd bûne.

Herî dawî li gorî nexweşxaneya Avrîn di encama topbarana Tirkiyê de 8 kesên birîndarbûne navên wan eşkere kir: Hemeda Elelî 30 sal, Genco genco 56 sal, Yehya Ehmed hemada 9 sal, Xalid Hemada 11 sal, Amar binc 25 sal, Fehed elehmed 39 salî, Ibrahîm xelîl 45 salî, Zayîm oso 19 salî ye.

Ji ber rewşa giran ya hin birîndarn hin ji wan şehîd bûn ku yek ji wan zarokê di temenê 9 salî de Yihya Hemada ku tevî malbata xwe ji Idlibê koçber Efrînê kiribû jî hebû. Hemada di encama bombebarana balafiran destpêkê birîndar bû. Ew rakirin nexweşxaneyê û tevlî hemû hewldanan jî rizgar nebû û şehîd bû.


Her wiha ji aliyê Fermandariya YPG ê ji Efrînê daxuyaniya 20 ê Cileyê ya topbarana Tirkiyê hate dayîn tê de ev agahî hatin dayîn: 100 noqteyên sivîl hatin e hedef girtin, 13 sivîl birîndarbûne ji wan 3 rewşa wan jî girane, 3 şervan şehîd bûne û 6 sivîl jî jiyana xwe ji dest dan e.

Artêşa Tirk ji dema dest bitopbaranê kiriye gund û navçeyên Raco, gundê Qera Baba, Pira Heşarkê, Tepê Sor, Kevrê Ker û Hecîka topan davêje û herî dawî jî hewl da derbasî gundê Baliya yê girêdayî navçeya Bilbilê bibe, lê di encama berisvdayîna Hêzênên YPG û YPJ`ê êrîş hate şikandin û artêşa bi paşde vegeriya.

Di heman demê de çavkaniyan eşkere kirin ku balafirên artêşa Tirk bajaroka Til Rifet û gundê Şêx Îsa yên girêdayî kantona Şehbayê bombebaran dike.

21.01.2018

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً