LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / DAIŞ û dewleta Tirk hevdu destek û teqwiye dikin

DAIŞ û dewleta Tirk hevdu destek û teqwiye dikin

DÊRAZOR – Di demeke ku êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê didome, çeteyên DAIŞ`ê êrîşên xwe li ser Dêra zorê zêde kiriye. Hate zanîn ku ev çar rojin çeteyên DAIŞ li heremeke berfireh ya ji gundê Xeranîc êrîşî çeperên QSD’ê dike.

Li gora agahiyên ji fermandarên QSD’ê hatin girtin de, çeteyên DAIŞ`ê ev çar rojan ji sînorê Iraqê heta navçeya Xeranîc ango bi dirêjahiya 46 km êrîşî çeperên hêzên wan kiriye. Hate gotin di êrîşan de heta niha çeteyên DAIŞ`ê 5 erebeyên bombebarkirî bi kar aniye û ev erebe beriya bighêjin çeperên QSD`ê hatin rûxandin.

Fermandarên QSD’ê yên li Dêrazorê dane zanîn piştî dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir, êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser çeperên wan gihîştiye asta herî bilind. Fermandaran dane xuyakirin ku heta niha hemû êrîşên DAIŞ hatine şikandin û gelek êrîşkarên DAIŞ`ê jî hatin kuştin.

Derbarê encamên şer ên dawî, fermandaran got ji ber dewamiya şer ew nikarin encameke zelal eşkere bikin.

Lê li gorî ku hate zanîn û li gorî dîmeneke ku hatiye weşandin de ji aliyê Hêzên QSD ê ve erebeyeke ya çeteyan ku xwestî ji gundê Xeranîc êrîşî çeperên QSD ê bike hate îmha kirin.

23.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً