LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Mehmûd: Tirkiyê heta vê kêliyê yek gav derbasî herêma Efrînê nebûye

Mehmûd: Tirkiyê heta vê kêliyê yek gav derbasî herêma Efrînê nebûye

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Fermî yê YPG‘ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku Tirkiyê komkujiyan derheqê sivîlan de pêk tîne û bi nûçeyên derew hewl dide kiryarên xwe veşêre.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û berxwedana serdemê ya li hemberî van êrîşan ji ANHA′yê re axivî û got, “Hêzên Sûriyeyê Demokratîk li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê berxwedana xwe didomînin. QSD′ê li navçeyên Efrînê operasyonên cûda li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tîne, di encamê de bi dehan çete û leşkerên Tirk hatin kuştin.”

Nûrî Mehmûd diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta vê kêliyê yek gav derbasî herêma Efrînê nebûne û hemû hewldanên wan ji aliyê QSD‘ê ve têne şikandin.

Piştî têkçûnê berê xwe dan sivîlan

Berdevkê Fermî yê YPG‘ê Nûrî Mehmûd bal kişand ku Artêşa dagirker û çeteyên wê sivîlan hedef digirin û wiha domand, “Piştî ku Artêşa Tirk û çeteyên Mertala Firatê derbeyên giran xwarin berê xwe dane sivîlan, gelek herêmên Efrînê bombebaran kirin, balafiran f16 li dijî sivîlan bi kar anîn. Her wiha êrîşî kampa Rûbar a koçberan û derheqên wan sivîlan de komkujî pêk anîn.”

Tirkiyê yasayên navdewletî binpê dike

Mehmûd destnîşan kir ku Artêşa dagirker yasayên şer nas nake û daxwaz ji gelê Efrînê kir ku rêbazên parastinê pêş bixînin û ev tişt anî ziman, “Dewleta Tirk sincê şer nas nake û yasayên navdewletî binpê dike, ji ber ku cûdahiyê naxe navbera sivîl û leşkeran. Ji ber vê, divê gelê me yê Efrînê balder be û li hember êrîşên hawayî û topan rêbazên parastinê pêş bixîne. Hêzên QSD‘ê jî hemû hewldanan dike da ku ziyan neghêje sivîlan.”

Tirkiyê rêzbarên DAIŞ‘ê bi kar tîne, hêza me têra xwe heye

Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku YPG/YPJ‘ê di şerê nava 6 salan de gelek tecrûbe wergirtin, rêbazên şer û parastinê pêş xistin û dê karibin li hember êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bibin bersiv. Mehmûd got, “Artêşa Tirk di êrîşên xwe de heman rêbazê DAIŞ‘ê bi kar tîne. Em di wê baweriyê de ne ku wê QSD‘ê li Efrînê êrîşên Tirkiyê bişkîne û wê rê nede Artêşa dagirker û çeteyên wê ku derbasî herêma Efrînê bibin.”

Nûçeyên çapemeniya Tirkiyê derew in

Berdevkê YPG‘ê diyar kir ku çapemeniya girêdayî dewleta Tirk derbarê buyerên li Efrînê rû dide nûçeyên ne rast belav dike û wiha anî ziman “Çapemeniya girêdayî dewleta Tirk nûçeyan belav dike, tê de dibêje ku wan gelek herêm li Efrînê bi dest xistine, ev yek di çarçoveya şerekî taybet pêk tê, em tekez dikin ku nûçeyên çapemeniya tirkan rastiya wan nîn e. Şervanên QSD‘ê hemû hewldanên wan ên derbasbûna herêmê şikand û bi dehan çeteyên wan kuştin.”

Armanca êrîşên li ser herêmên Cizîrê tevlihevî were derxistin

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên xeta sînor ên herêma Cizîrê Nûrî Mehmûd got “QSD‘ê li Efrînê derbeyên mezin li Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin, li ser vê têkçûyînê Artêşa dagirker berê xwe da herêmên Cizîrê, wekî Qamişlo, Serêkaniyê û Dêrikê û li vir sivîlan topbaran dike, dixwaze bi vê yekê tevliheviyekê derxîne. Hêza me di her demê de amade ye bersiva êrîşên li ser sînor bide.″

Berdevkê Fermî yê YPG‘ê Nûrî Mehmûd di dawiya axaftina xwe de got “Li Efrînê berxwedaneke dîrokê pêk tê, QSD‘ê serkefrinên mezin bi dest dixin. Îro dilê gel ji bo Efrînê lê dide. Êdî her kes rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê nas dike ku armanca wan dagirkirin e. Li ser vê yekê divê gelê me yê Bakurê Sûriyeyê ji vê yekê balder bin û li hember van êrîşan hevgirtina xwe xurtir bikin, îro roja serkeftinê ye, divê gelê me bi serbikeve.”

24.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً