LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Belgeyên Wikileaks û itîrafên MÎT’ê Erdogan hetikand

Belgeyên Wikileaks û itîrafên MÎT’ê Erdogan hetikand

NAVENDA NÛÊEYAN – Li gorî itîrafên berpirsên MÎT a Tirk û belgeyên Wikileaks cardî têkiliya Tirkiyê bi komên çete û şerê li Sûriyê û Iraqê çêkirin derdikeve holê, herî dawî jî berpirsê MÎT ê bi operasyona Efrînê tehdîda derketina DAIŞ ê dixe rojevê.

Her roj ji şer û qeyrana ku li welatên Sûriyê û Iraq ê qewimî ne girêdan û têkiliya Tirkiyê bi DAIŞ ê re derdikevin holê, carekê Wilileaks û herî dawî jî itîrafên MÎT a Tirk vê yekê eşker dikin.

Li gorî itîrafa Rêveberên MÎT’ê yên ji aliyê HPG’ê ve hatin girtin, li alîkariya çek û cebilxaneyan a MÎT dide DAÎŞ’ê, El Nûsra û çeteyên bi navê ‘Artêşa Azad’ mikur hatin û gotin, bê çawa alîkariyê ji wan re dişînin.

Du rêveberên payebilind ên MÎT’ê ku Tebaxa 2017’an ji aliyê HPG’ê ve bi “Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Sakîne Cansiz” hatin girtin, mikur hatin bê MÎT’ê çawa alîkariya siyasî û çekdarî daye çeteyên DAÎŞ’ê, El Nûsra û ‘Artêşa Azad’. Rêveberên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel ên ji aliyê HPG’ê ve hatin girtin gotin, ji bo çeteyên DAÎŞ’ê û El Nûsra li Hatay, Dîlok û Rihayê kamp hatine avakirin.

Rêveberên MÎT’ê diyar kirin, li van cihan ku navê ‘Kampa penaberan’ lê hate kirin, çete hatin perwerdekirin, bi rêxistinkirin û ji bo şer bikin ber bi Sûriyeyê ve hatin şandin. Rêveberên MÎT’ê yên navborî eşkere kirin bê kîjan rêveberên MÎT’ê bi çeteyên DAÎŞ’ê û El Nûsra re mijûl bûne û ji bo çek û teqemenî ji çeteyan re bên şandin MÎT’ê TIR û otobusên taybet kirî ye. Rêveberên MÎT’ê li xwe mikur hatin ku ji bo birêxistinkirina çeteyan li otelên li Antalyayê ‘civînên taybet’ hatine lidarxistin û bi mînakan eşkere kirin ku bê DAÎŞ’î çawa weke tetîkkêşan ji aliyê MÎT’ê ve hatine bikaranîn, bi binçavkirina li derveyî qeydê li malên lêpirsînê ji bo welatên din hatine şandin.

Ev ne cara yekem e ku ji aliyê Navnetewî û Dadwerî ve jî dozgeriya têkiliya Tirkiyê bi DAIŞ ê re eşkere dibe lewra di sala 2016 an de li gorî malpera Wikileaks a ku derbarê têkiliya Tirkiyê bi DAIŞ ê re belge belavkiriye, di wê belgeyê de hate eşkere kirin ku Tirkiyê DAIŞ ê ji bo tehrîk kirina dewletên herêmî bikartîne ku karî be wan tehdîd bike û di wê belgeyê de copya gmail AKP ê li Tirkiyê derdixîne ku çawa Erdogan DAIŞ ê li Iraq ê bikarbîne.

Di belgeyê de hevkarî û tensîqa veşartî a di navbera Erdogan û DAIŞ ê de çawa Tirkiyê bi ketiye têkiliyên bi terorê re, malperê tekez kir ku bi van belgeyan tekez kir ku Erdogan bi vê yekê dibe sedema sereke a şerê hundirîn li Sûriyê û ketina DAIŞ ê piraniya heremên Sûriyê, her wiha dagirkirina DAIŞ ê ji sê parê Iraqê re.

Derbarê operasyona Efrînê de jî ku Tirkiyê niha bi wan koman dixwaze Efîrnê dagir bike ji aliyê Xelûsî Ekar ve serokê Istixbrata Tirkiyê ve hate diyar kirin ku eger aliyek vê operasyonê red bike ewê bibe sedma derketina DAIŞ ê li herêmê ji nû de. Bi vê yekê diyar dibe ku derketina DAIŞ ê ji nû de jî di destê Tirkiyê de ye û têkiliya semîmî ya di navbera wan de derdixîne holê.

Bi vê yekê tişta ku hate zanîn Tirkiyê niha nefsê dide çeteyan ku piştî têkçûna wan li Reqayê ji nû de tevgera xwe xurt bikin, bi vê yekê Tirkiyê dixwaze operasyona ku li Dêra zorê niha dimeşe lewaz bike.

25.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً