LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji QSD’ê bîlançoya 24 Çileyê: 16 çete hatin kuştin

Ji QSD’ê bîlançoya 24 Çileyê: 16 çete hatin kuştin

EFRÎN – Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ ê li ser êrîş û şerê 24’ê Çileyê yê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. tê de hate ragihand ku ji duh ve 16 çete hatin kuştin.

Di daxuyaniya QSD’ê de hat ragihandin ku derbên giran li hêzên Tirk hatine xistin û herî kêm 16 çete hatine kştin, gelek çete jî birîndar bûne.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye: ‘’Hêzên me duh li eniya Ezazê li ser rêya Vîlla Çelebî çalakiyek li dijî çeteyan kirine. Di vî şerî de 9 çete hatine kuştin, 6 çete jî birîndar bûne.

Artêşa Tirk di derengiya şevê ji hêla bakur ve top avêtin navenda Cindirêsê. Li navçeya Şerawa di navbera hêzên me û hêzên dagirker de şerekî giran çêbû. Di vî şerî de 3 çete hatin kuştin û artêşa Tirk heta bi derengiya şevê bi hawanan êrîş anîn.

Li girê Qudê çeteyan êrîş anîn, di şer de êrîşa çeteyan hate şikandin. Li vê qadê şer hê berdewam e.

Li derdora gundê Xelîl wesayiteke dijmin hate rûxandin. Di çalakiya eyaleta Şehbayê de 4 çete hatin kuştin. Her wiha li nêzî Hirbilê jî li dijî çeteyan bi çekên ferdî çalakiyek hatiye kirin. Li vir wesayiteke leşkerî hate rûxandin. Çend çete li vir hatin kuştin û birîndar bûn tam diyar nebû.

25.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً