LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Parlamenterên HDP’ê û şaredarên BDP’ê yên jin dest bi grevê kirin

Parlamenterên HDP’ê û şaredarên BDP’ê yên jin dest bi grevê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Parlementerên jin ên HDP’ê û rêveberên girtî yên Partiya BDP’ê li hemberî operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê dest bi girava birçîbûnê kirin.

Li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê li her deverê Kurdistanê û Ewropayê çalakiyên protesto kirinê têne lidarxistin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û rêveberên girtî yên Partiya Herêmên Demokratîk BDP’ê ên jin li hemberî operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê dest bi gireva birçîbûnê kirin e.

Li gorî hesabê medyaya civakî ya HDP’ê navên perlementerên ku ketine girvê wiha ne, Hevseroka HDP’ê Figen Yuksekdag, Cîgera Hevseroka HDP’ê Aysel Tugluk, Cîgiea Koma HDP’ê ya serokatiyê Çaglar Demirel parlementerên HDP’ê Burcu Çelik, Gulser Yildirim, hevşaredara bajarê mezin a Amedê Gulten Kişanak, Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun û Hevseroka giştî ya DPB’ê Sebahat Tuncel.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka operasyona Tirkiyê li dijî Efrîn ê li her deverê li dijî siyaeta Tirkiyê çalakî têne organîze kirin.

25.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً