LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şervanên enternasyonal berê xwe dane Efrînê

Şervanên enternasyonal berê xwe dane Efrînê

EFRÎN – Şervanên YPG û YPJ yên enternasyonalîst bi daxuyaniyeke çapemenî ragihandin ku wê tevlî ‘Berxwedana Serdemê’ ya Efrînê bibin û berê xwe dane Efrînê.

Berxwedana Serdemê” ya Efrînê ku li dijî artêşa Tirk tê dayîn, di roja xwe ya 6’an de ye.

Hêzên YPG û YPJ yên enternayonalîst daxuyaniyek dane çapemeniyê û destnîşan kirin ku wê cihê xwe di nava berxwedana Efrînê de bigirin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin.

Şervanên enternasyonal dane xuyakirin ku berxwedana Efrînê berxwedana mirovahiyê ya ku li dijî faşîzmê ye û gotin, mîna li Kobanê wê li Efrînê jî li dijî berbariyê şer bikin.

Hêzên YPJ’ê yên enternasyonal gotin, “Em hem ji bo gelê Efrînê hem jî ji bo tevahiya jinên li cîhanê li dijî dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê çekê radikin. Bakurê Sûriyeyê nîşanî me da ku eger em hêza xwe bikin yek, civakeke wekhev û demokratîk pêkan e.”

Bi navê şervanên enternasyonal ên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û hat ragihandin ku wê cihê xwe di nava refên berxwedana Efrînê de bigirin.

Şervanên enternasyonal dan xuyakirin ku ew ji bo tevlî şoreşa jinê bibin hatine Bakurê Sûriyeyê, bi vê armancê cihê xwe li nava refên YPJ’ê girtine û heta niha li dijî terora DAÎŞ’ê şer kirine.

Şervanan diyar kirin ku binketina DAÎŞ’ê ne dawiya şerê wan e û gotin, “Li Sûriyeyê gelek komên çete hene ku dixwazin têkoşîna me ya civakî qels bikin. Rêxistinên wekî Ehrar El Şam û El Qaîdeyê, ku cudahiya xwe ji DAÎŞ’ê nîne. Ew endamên artêşa azad in ku dewleta Tirk alîkariya wan dikin. Dewleta Tirk li gel wan, balafirên xwe yên şer radike û sivîlan dikuje.”

Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku rabe ser piyan, li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê jî xwest ultîmatomê bidin Erdogan û gelên Bakurê Sûriyeyê biparêzin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Koalîsyona Navneteweyî divê êdî bêdeng nemîne û hat gotin, “Dîktatoriya Erdogan heta niha gelek mirov kuşt. Ji ber vê yekê, divê civaka navneteweyî êdî siyaseta wî şermezar bike û têkiliyên xwe yên bi dewleta faşîst re qut bike. Em bang li gelên Tirkiyeyê jî dikin ku li pêşberî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin.”

Şervanên enternasyonal ên YPJ’ê dan xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk êrîşên li dijî azadiya jinê ne û gotin, “Ev heft sal in ku li Bakurê Sûriyeyê şoreşa Sûriyeyê pêk hatiye. YPJ jî parçeyek ji vê têkoşînê ye.Em li hemû qadan beşdarî jiyanê dibin û di karê ji nû ve avakirinê û geşkirina jiyanê de jin cih digirin. Em hem ji bo gelê Efrînê hem jî ji bo tevahiya jinên li cîhanê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê çekê radikin. Bakurê Sûriyeyê nîşanî me da ku eger em hêza xwe bikin yek, civakeke wekhev û demokratîk pêkan e.” Em li hemû qadan beşdarî jiyanê dibin û di karê ji nû ve avakirinê.

25.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً