LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hewldanê Tirkiyê ji dagirkirina Bakurê Sûriyê re tê şikandin

Hewldanê Tirkiyê ji dagirkirina Bakurê Sûriyê re tê şikandin

NAVENDA NÛÇEYAN- Hewldanê dewleta tirkiyê û Komên girêdayê wê bi dagirkerina Efrînê ji aliyê hêzên QSD, YPG û YPJ tê şikandin.

Di 19.01.2018 an de

Artêşa Tirk êrîşêî gundên Zîwan ê girêdayê Şehbayê û Celemê yê herêma Cindirêsê ya herêma Efrînê kirin.

Artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê wê bi hawanan kampa Robar a koçberan topbaran kirin, di encamê de ziyan gihîşt kampê.

Artêşa Tirk gundê Zormixarê topbaran kir.

Artêşa Tirk herêma Raco û gundên Cindirêsê ya kantonaEfrînê topbaran kir.

Artêşa Tirk û komên girêdayê wê gundên Herbel, Um El-Hoş û bajarê Arfadê yên kantona Şehbayê topbaran kirin.

Şervanên YPJ û YPG‘ê hewldana artêşa Tirk ku derbasî kantona Efrînê bibe şikandin. Hate ragihand ku di şerê li gundê Hezwanê de 4 çekdarên girêdayê artêşa Tirk hatin kuştin.

Artêşa Tirk û komên Mertala firatê topbaran li ser navçeyên kantona Efrîn û Şehbayê dikirin. Li aliyek din balafirên keşfê li ser Racoyê geriyan.

20.01.2018 an de

Leşkerên Artêşa Tirk gundê Xerabreşk ê herêma Dêrik ya Kantona Qamişlo gulebaran kirin û sewalên gundiyan kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker û çekdarên girêdayê wê xwestin di ser sînorê navçeya Bilbilê re derbasî Efrînê bibin, lê şervanên YPG bersiv dan wan û ew paşde vekişandin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk Balafirgeha Minx a Leşkerî ya li kantona Şehbayê bombebaran kirin.

Balafirên Artêşa Tirk bajarê Efrînê, navçeyên Şêrawa, Şera û Mabata û herêmên Cindirêsê û Raco bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk ku kantona Efrînê bombebaran kirin deverên welatiyên sivîl hedef girtin. 5 welatî birîndar bûne.

zarokê koçber ê 9 salî Yihya Hemad ku tevî malbata xwe ji Idlibê koçber Efrînê kiribû di encama bombebarana dewletaTirk a dagirker li ser Efrînê de şehîd bû.

Hejmara welatiyên Efrînê ku di êrîşên hewayî yên Artêşa Tirk de birîndar bûne derket 7’an.

Komên çekdar yên girêdayî Tirkiyê bajaroka Til Rifet û Bendava Şehba bi obîsan topbaran kirin.

Çekdarên Mertala Firatê 3 welatiyên sivîl ji herêmên Şahbayê bi hinceta ku têkîliya wan bi YPG′ re heye, revandin.

YPG′ê hewldanek ji derbasbûna artêşa Tirk têk bir.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşên artêşa Tirk ên li ser gundê Ereb Hesen dan, di encamê de şer derket.

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê deverên sivîlan li 6 gundên çiyayê, kampa Robar a koçberan û taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê berêvarê armanc girtin.

Di 21.01.2018 an de

Balafirên artêşa Tirkiyê gundê Hecîka bombebaran kirin û gundê Celemê, Îska, Basûfan û Xelîl topbaran kirin.

Artêşa Tirk gundê Qestel Meqdad ê navçeya Bibilê û herêma dîrokî ya bi navê Nebî Horî topbaran kirin. Her wiha bi guleyan erebeyên sivîlan li gundê Baliya kirin hedefa xwe.

Balafirên artêşa Tirk derdora navenda bajarê Efrînê û navçeya Mabata ku bi deh hezar sivîl têde hene bombebaran kirin.

Di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirkiyê li ser gundê Edamê de ya kantona Efrînê, yek jê zarok du sivîl birîndar bûn.

Êrîşa komên çekdar li ser gundê Baliya yê Efrînê ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate şikandin.

Di encama şerê giran yê dinavbera QSDê û artêşa Tirkiyê de 9 leşkerên artêşa Tirk û çekdarên wê hatin kuştin.

Di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk li ser gundê Cilbere ya Şêrawa de 3 sivîl şehîd bûn û 11 sivîlên din jî birîndar bûn.

Li gundê Şingêlê yê herêma Raco ya kantona Efrînê di navbera şervanên YPG û artêşa Tirk de şerên giran rû da.

Tirkiyê bi mebesta ku gelê Efrînê ji derve bide qûtkirin û kiryarên xwe yên derheqê sivîlan veşêre hemû torên peywendiyan li ser herêma Efrînê qût kiriye.

Şervanên YPG û YPJ`ê tangeke a artêşa Tirk li Efrînê rûxandin.

Di 22.01.2018 an de

Hêzên QSD′ê li derdora gundê Edama operasyonek leşkerî li dijî Artêşa Tirk li dar xist, di encamê de hejmarek mezin li leşkerên Tirk hatin kuştin.

Artêşa Tirk cihê sivîlan ên li gundê Hemdûn ê di navbera Amûdê û Dirbasiyê topbaran kir.

Artêşa Tirk gundê Dîkmedaş ê navçeya Şera bi hawan û obîsan topbaran kirin. Her wiha gundê Hemam û Dîwa yên girêdayî herêma Cindirêsê bê ser û ber topbaran kirin.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk kargeheke çêkirina qîrê hedef girtin.

Artêşa Tirk bi doçka û hawanan bajarê Serêkaniyê topbaran kir. Di encama destpêkê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûne. Di heman demê de qensasên Tirk li cihên bilind bi cih bûne û welatiyan gulebaran dikirin.

Sekvanên Artêşa Tirk welatiyê astengdar ê ji gundê Edama yê kantona Efrînê Îbo Receb Selîm kuştin.

Hejmara welatiyên sivîl ku di encama bombebarana artêşa Tirk de li Efrînê şehîd bûne, bi qasî hate zelalkirin 17 şehîd in.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Qestel Cindo û Dîkmedaş ên girêdayî Şera  ya kantona Efrînê bombebaran dike.

Artêşa Tirk nuqteyeke YPG’ê ya li herêma Dêrikê ya Herêma Cizîrê hedef girt û di navbera wê û YPG’ê de şer derket.

Li navçeya Raco du tangên artêşa Tirk hatin rûxandin û gelek leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Li derdora gundên Baliya, Kirdo û Xelîl ên Efrînê şerên giran di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk de rû da.

Artêşa Tirk a dagirker êrîşe noqteyên şervanên QSD`ê yên li Serêkaniyê û Til Helefê ya Kantona Hesekê kir.

Di 23.01.2018 an de

Şervanên QSD′ê li derdora gundê Qoda çalakiyek li dijî Artêşa Tirk li dar xistin, di encamê de 6 leşkerên Tirk û çekdarên girêdatê wê hatin kuştin.

Artêşa Tirk navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê topbaran kir.

Artêşa Tirk erebeyeke sivîlan ku ji gundê Meydan Ekbes diçû herêma Raco bi çeka doçka hedef girt. Di encamê de sivîlên di ereeyê de birîndar bûn.

Artêşa Tirk bi hawan û çekên sivik êrîşî sivîlên taxa Hilîliyê ya kantona Qamişlo kir.

Artêşa Tirk navenda navçeya Cindirêsê bi obîsan topbaran kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê raghandin ku di şerê vê rojê de 30 leşkerên artêşa Tirk û komên girêdayê wê hatin kuştin.

Artêşa Tirk gundê Zormixarê yê rojavayî bajarê Kobanê topbaran kir.

Şervanên QSD`ê li kantona Efrînê bersivên tûnd dane Artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê. Di encama şerê giran de bi dehan leşker û çekdar hatin kuştin. Her wiha tangek û du panzêr hatin rûxandin.

Di encama topbaran û bomebarana Artêşa Tirk li ser gundên herêmên Raco û Cindirêsê hejmara birîndaran gihîşt 10 kesan.

Artêşa Tirk û komên çekdar yn girêdayê wê ji rewşa hewaya nebaş sûd wergirtin û êrîşek berfireh birin ser gundê Hemamê yê herêma Cindirêsê. Şerek dijwar qewimî û hemû êrîşên çekdaran hate şikandin û derdorê gund paqij kirin. Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Ehmed Sebrî yê 50 salî birîndar bû.

Şervanên QSD`ê li herêma Efrînê derbeyên giran li artêşa Tirk xistin. Li gorî çavkaniyên leşkerî di şerê de, herî kêm 53 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Li gundê Umera yê Raco yê Efrînê şerên giran di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk de rû da.

Şervanên QSD`ê hewldana çeteyan a derbasbûna gundê Til Cîcan ê girêdayî kantona Şehbayê, şikandin û 15 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD`ê li gundê Umera yê girêdayî herêma Raco tangekeke artêşa Tirk rûxandin û leşkerên têde hemû hatin kuştin.

Di 24.01.2018 an de

Artêşa Tirk li nêzî gundê Baliya yê girêdayî navçeya Bilbilê erebeyeke sivîl hedef girt.

Di encama topbarana Artêşa Tirk herêma Raco de, welatiyekî sivîl şehîd bû û du sivîlên din jî birîndar bûn.

Balafirên Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Bilbilê bombebaran kirin.

Balafirên Artêşa Tirk a dagirker gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa û gundlê Celemê yê herêma Cindirêsê bombebaran kirin.

Balafirên Artêşa Tirk gundên navçeyên Şera û Şêrawa bombebaran kirin.

Balafirên Artêşa Tirk a dagirker li herêma Cindirêsê Ambolansa Heyva Sor a Kurd hedef girtin.

Şervanên QSD′ê li dijî Artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê çalakî li dar xistin, 7 leşkerên Tirk û çetkdar hatin kuştin, tankek û erebeyek hatin rûxandin.

Çekdarên di bin navê “Tugaya Yekemîn El-Mexawîr” a girêdayî artêşa Tirkiyeyê bi alîkariya balefir û takan derbasî gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê bûn û mal û milkên welatiyên sivîl talan kirin. Çeteyan her wiha malbateke sivîl girtin.

Di encama bombebarana balafirên Artêşa Tirkn li ser herêma Cindirêsê û gundewarên de, ziyan gihîşt mal û milkên welatiyan.

Balafirên Artêşa Tirk gundên navçeya Şera bombebaran kirin.

Şervanên QSD`ê çalakiyek li dijî Artêşa Tirk a dagirker û komên êekdar yên girêdayê wê li gundê Bazêrê ya girêdayî bajaroka Dar Izet pêk anîn û di encamê de 8 leşker û çekdar hatin kuştin.

Di encama bombebarana balafirên Artêşa Tirk li ser navçeha Racoyê de, sivîlek şehîd bû, du sivîl jî birîndar bûn.

27.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً