EFRÎN – Şervana YPJ′ê Avêsta Xabûr li Efrînê çalakiyeke fedayî kir, tankeke Artêşa Tirkiyê rûxand û tevlî karwanên şehîdan bû.
Şevê din li gundê Hemamê yê girêdayî herêma Cindirêsê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa Tirk de rû da û hemû hewldanên artêşa tikr ên derbasbûna gund ji aliyê şervanan ve hatin vala hatin derxistin.
Artêşa Tirkiyê di şer de tank û balafir bi kar anî. Şervana YPJ′ê Avêsta Xabûr li Efrînê çalakiyeke fedayî kir, tankeke Artêşa Tirk rûxand û tevlî karwanên şehîdan bû.
Zelûx Hemo (Avêsta Xabûr) di sala 1998′an de li navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê ji dayîk bûye û sala 2014′an beşdarî nava refên YPJê bûye.
28.01.2018
Rojev24