LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Faktor û hesabên êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê?

Faktor û hesabên êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê?

Di nava nakokiyên ku li Rojehlata Navîn de rû didin de ji kurdan re jî pareke mezin heye. Sedema van nakokiyên ku li herêmê diqewimin pişta xwe dide parvekirina herêmê ji aliyê her hêzê ve û dayîna sîsteman li gorî xwe ye, yanî li gorî bercewendiyên xwe. Tişê ku niha li Herêma Efrîn a Bakurê Süriyê diqewime ne dûrî van hesaba ye. Emerîka, Rûsya, Îran û Tirkıyê naxwazin bê par ji Sûrî derkevin, ji ber vê yekê hesabên cuda cuda derdikevin ser erdê.

Tirkî û amdekariyên êrîşa li ser Efrîn ê

Dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyê ve herêma Efrîn xistiye bin dorpêça xwe de, ev dorpêc ne tenê bi destê xwe dike, lê di bin navê opozisyona Sûrî de jî ev dorpêç feriz kir, bi vê yekê hemû tabûr û komên girêdayî wê ji bo bercewendiyên welatê xwe bikar anî. Dewleta Tirk ji destpêka şoreşê ve grûpên çekdar yên bi navê Artêşa Azad li Kilîs û Entabê perwerde kir û wan li dijî kurdan bikar anî û hesabên van rojan dikir ji ber vê yekê jî bi destpêkirina êrîşa li ser Efrînê durûtiya wan derdikeve ku çiqas kîn li hember kurdan dikşînin. Çekdarên ku dewleta Tirk wan perwerde kiriye êrîşên xwe ji Serê Kaniyê destpêkirin û heta roja îro dest bi şerê xwe yê dawî ku ew jî bi nav dikin Şerê li dijî Efrîn ê şerê li dijî terorê ye.

Tirkî piştî dagirkirina bajarê Cerablus Ezaz û Bab ê

Bi rizgarkirina Hêzên QSD’ê bajarê Minbic ê ji çeteyê DAIŞ’ê, dewleta Tirk dest bi gefên xwe li dijî QSD’ê kir û yekser bengewazî kir ku bila ew oprrasyon raweste û hêzên QSD’ê vegerin Rojhelatî cemê Firatê. Piştî ku daxwazên Tirkiyê bi cih nehatin û li gorî hesabên wan çênebû dest bi êrîşkirina Cerablus Bab û Ezaz ê kir û bi itîfaqa bi Rûsya re ku Heleb beramberî vê herêmê bide derbas bû û armnca wê ya sereke ew bû ku riya di navbera Efrîn û Minbic ê de qut bike. Piştî ku Tirkî armnca xwe tevî bedelên giran pêk anî dev ji siyaseta xwe berneda û êrîş bi ser Girê Spî û seranserî sînorê Rojava û Bakurê Sûriyê de bir. Lê bi van êrîşan jî Tirkî nesekinî û bi bê dengiya Emerîka, Rûsiya û agahdariya rêjîma Sûrî û PDK êrîşek esmanî li ser çiyayên Qereçox û Şengalê de pêk anî, bi vê êrîşê dewleta Tirk xwest mesac bighîne kurdan ku AKP’ê ti carî kurdan qebûl neke û ewê her dem hewldana tunekirina wan bike.

Tirkî û Tehdîdên li ser Efrîn ê

Piştî ku Tirkî rêya di navbera Efrîn û Minbic ê de girt êdî dest bi hewldana êrîşa li ser Efrîn ê kir, ku plana wÊ ya serî bû. Ev demeke ku leşkerên Tirkiyê li ser sînorê Efrînê binpêkirinan ji aliyê gule barandina welatyên sivîl, Şewtandina mal û milkên welatiyan, êşkencekirina welatiyên Efrîn, avakirina dîwaran û avêtina topan li ser gundewarên Efrîn dike. Ev kiryar demekê ne ku bi awayekî zêde pêk tê, lê ji aliyekî din ve jî siyaset medarên Tirk gefan li ser Efrîn ê dixwin û ji aliyê din ve planên xwe amde dikirin. Ev plan wekî gav bi Idlibê destpêkir û Erdoxan xwest di riya Idlib re hin itîfaqan bi Rûsiya û Rêjîma Sûrî re avabike da ku derbasbûna xwe ya Efrînê rewa bike. Astana destpê bû û riyên guftûgoyan hatin destpêkirin, bi Astana Erdoxan leşkerên xwe şandin Idlibê û hin bargehên xwe avkirin. Tirkî bi derbasbûna wê herêmê xwest ku hemî grûpan têxe bin kontrola xwe de û rê li ber pêşveçûna Hêzên QSD’ê a ber bi ava Spî de qot bike, tiştên ku di rojên dawî de li wan herêmên diqewimin û bi taybet bi pêşketinên rêjîma Sûrî û girtina balfirgeha Ebû Eldihûr car din wêneya radestkirina Helebê ji rêjîma Sûrî beramberî Cerablius û Ezaz derdikeve pêşberî mirov. İhtîmal heye ku ew herêm beramberî Efrîn be, ji ber ku di siyasetê de ihtîmala dijminê duh dibe hevalê Îro heye. Ger itîfaq çêbibe û ya rast ihtîmal heye ku car din hêzên sermayedar bixwazin ku Erdoxan têxin goleke din de jî. Lê Erdoxan jî di vî şerî de li gorî ku diyar dibe dixwaze him ji aliyekî van grûpên di nav xwe de paqij bike û berê gelê Tirkî bi cihekî din bide, ji ber nakokiyên hundirîn yên Tirkiyê.

Êrîşa balafirên Tirkiyê li ser Efrîn ê

Di 20 Çileyê de belafirên artêşa Tirkî dest bi êrîşên esmanî li ser bajarê Efrîn ê de kir, di van rojên dawî de gelek berpirsên Tirk gotin ku ewê oprasyona Efrîn were destpêkirin û ewê sînorê xwe paqijbikin.

Tevî ku fermî biryara êrîşa Efrîn nehatibû dayîn jî di 19 Çileyê de û li gorî çavkaniyên herêmî ku nêzî 30 erebeyên bi çek û cebilxane û leşker ji herêma Hatay ya Tirkiyê ber bi sînorê Efrîn ê hatin şandin. Bi van gavan û amdakrina grûpên di nav Mertala Firatê de û bi çekirina, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Cankelî got ku şerê li dijî Efrînê bi bombebarana wê ya ser sînor destpêkiriye û ewê ne tenê ser sînor vê gavê bavêjin lê ewê derbasî herêmê bibin. Bi vê yekê Erdoxan jî got ku ewê operasyona bi navê Xisin Elzeytûn li ser Efrîn destpêbikin. Piştî vê daxuyaniyê 72 belafirên şer yên Tirkî 100 noqteyên li Efrîn û gundewarê wê bomberbaran kirin ku piraniya van noqteyan ên malên sivîl bûn. Di encama van êrîşan de û li gorî daxuyaniya YPG 6 sivîl û 3 Şervan Şehîd bûn û 13 sivîl jî birîndar bûn . Tevî van êrîşan dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş birin ser çeperên YPG û YPJ li ser sînor li gundê Kurdo û Baliya yên girêdayî navçeya Bilbilê.

Beramberî êrîşa li ser Efrîn çi bertek heye

Emerîka di daxuyaniyên xwe de dibêje ku êrîşên Tirkî li ser Efrîn wê ne aramiyekê li herêmê derxe û ew ne di bercewendiyên ti alî de ye, her wiha êrîşên Tirkî li ser Efrînê wê berê her kesî ji ser DAIŞ’ê de bughere û Emerîka vê naxwaze, her wiha ev êrîş xizmeta bercewendiyên herêmî nake. Ji aliyê xwe ve jî Hêzên hevpeymaniya navdewletî ya ku Emerîka serkêşiya wê dike got ku ewê hêzên parastina sînor ku ji 30 hezar leşkerî pêk tê ku bingeha wê QSD’ê be li bakurê Sûrıyê avabikin bi armanca ku hedef kiriye ku DAIŞ’ê derbasî herêmê nebe. Emerîka bi van gotinan helwesta xwe anî ziman .

Rusîya got ku ta niha çavdêrên me yên Rûsî li Efrînê ne û me ne venekşandine û got ku em ji êrîşên Tirkiyê li ser Efrîn bi tirs in û em dixwazin ku her alî hişyar be, di heman demê de perlementerekî Rûsî got ku ewê biçin YN da ku ji Tirkî dawaz bikin ku êrîşên xwe li ser Efrîn rawstînin .

Ji aliyê din ve dewleta Surî di daxuyaniya xwe de got ku êrîşa dewleta Tirkiyê li ser xaka Sûriyê qebûl nakin û ewê bersivê bidin, lê bi êrîşa Tirkî li ser Efrînê tu daxuyanî ji aliyê hikûmeta Sûriyê derneket û tersî wê Erdoxan got ku wan hikûmeta Sûriyê agahdar kirine.

Bi êrîşa dewleta Tirk li ser Efrînê tiştê ku heta niha diyar dibe tu bertekên cidî ji aliyê dewletan ve tune ne, lê ew nayê wê wateyê ku tu alî dengê xwe nake, ji ber ku him Emerîka û him Rûsiya jî kurdan esas digrin û ew baş hêza kurdan fam dikin.

Eger xwestekek wan ya dijber hebe jî ew dizanin ku rola wan jî li herêmê namîne ji ber ku ji sedî 30 Sûriyê bi av û petrola xwe di destê kurdan de, ji ber vê yekê beriya ku gavên bi vî awayî bavêjin ewê hesabên xwe baş bikin.

Ji aliyê din ve bi êrîşa roja destpêkê ya li ser Efrînê tiştê ku ji êrîşa 72 belfirên şer yên ku li 100 noqteyan xistine, ew êrîş wekî tehdîdên destpêkê bûn û ew zêdetir dixwazin bertek û nerîna dewletên Emerîka û Rûsya nas bikin.

(Rohan Ebdulah)

28.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً