LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi peymana di navbera Rêjîma Sûrî û Tirkiyê de Efrîn bû hedef

Bi peymana di navbera Rêjîma Sûrî û Tirkiyê de Efrîn bû hedef

EFRÎN- Hate ragihandin ku di rêya peymnana di navbera Rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de grûpên çekdar ji Idlibê ber bi Efrînê ve têne şandin û ev yek bi rêya peymana 6 heyvan a rawestandina şer henmberî Rêjîma Sûriyê dê pêk bê.

Li gorî rewşa heyî ya li seranserî parêzgeha Idlibê bêdengiyek heye, derdikeve holê ku di naverba Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê de her wiha Rûsya û Rêjîma Sûiyê ku piştgiriya wê dikin peymanek a rawestandina şer li Idlibê heye, ku bi vê tê pêşdîtin ku dixwazin berê şer bidin Efrînê.

Tê zanîn ku parêzgeha Idlib ê bi giştî di bin destê grupên ku tên bi nav kirin artêşa Azad de ye ku girêdayî dewleta Tirkiyê ye û şerê xwe bi rêjîma Sûriyê re her ku diçe berfireh dike. Di 20 çileyê de 6 hêzên sereke ku li Idilbê li dijî rêjîma Sûrî şer dikirin niha berê xwe didine opersyona li dijî Efrînê û hate ragihandin ku ev yek bi peymanek hevbeş a di navbera Rûsya, Sûriyê û Tirkiyê de hatiye îmze kirin.

Li gorî ku hate zanîn grûpên ku ji aliyê Tirkiyê ve ber bi Efrînê ve hatine şandin wiha ne: Eherar Elşam, steqim kema umirt, Ceyîş El Islam, Ceyîş El Nuxba, El Firqa El Şemaliyê ne.

Ev grûp li gorî çavkaniyek taybet li herêma Idilbê diyar kir ku ev hêzên sereke yên ku peymanek bi rêjîma Sûriyê re îmze kirine ku 6 heyvan bi rêjîma Sûriyê re şer nekin. Her wiha hate eşkere kirin ku hêzên dîtir tevlî vê peymanê bûne ku ji parêzgeha Idlibê vekşin ber bi Efrînê beramberî Rêjîmê şer nekin. Piştî ku rêjîma Sûriyê gihişte belafirgeha Ebu Elzuhûr û hêza sereke ku li Idilbê hebû, rêjîm hewil da ku vê hêzê parçe bike da ku di demên pêşde tune bike.

Çavkanî destnîşan kir ku grupên çekdar persbektîv ji dewleta Tirk girtine ku berê xwe bidin Efrîn ê û li hemberî hêzên QSD ê şer bikin.

29.012018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً