LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Infographic- Komên radîkal ku bi Tirkiyê re êrîşî Efrîn dikin kîne ?

Infographic- Komên radîkal ku bi Tirkiyê re êrîşî Efrîn dikin kîne ?

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi armanca dagirkirina Herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve komên çekdar ku di destpêka şoreşa Sûriyê de avakiriye û ji aliyê wê ve bi perwerdeyên MÎT a Tirk ve hatine perwerde kirin û birêxistin kirin ku wan her car li cihekî bikartîne, vê carê li dijî Efrînê ev kom ji Idlibê ber bi Efrînê ve hatin şandin, hate ragihandin ku Tirkiyê bi van koman şerê hundirîn li Sûriyê pêk tîne.

Herî dawî li gorî belgeyên ku têne weşandin ji aliyê Tirkiyê ve komên çekdar her wiha yên El Qaydê ji bo şerekî Hundirîn têne bikaranîn û li gorî peyman û itîfaqên di navbera hêzêan de ew kom ber bi cihekî ve ku armanca wê hêzê ye têne şandin. Di 20 çileyê de ji aliyê Tirkiyê ve komên ku bi navê artêşa Azad ji bo dagirkirina Efrînê hatin e şandin. Li gorî hate ragihandin komên ku Tirkiyê berê wan daye Efrînê wiha ne:

1- Tûgaya Sultan Murad:

Di 24 Cotmeha 2012 an hatiye damezrandin . Ev grûpeke çekdar e li ser destê îstîxbarata Tirkiyê hatiyê avakirin , di nav raya giştî de tê belav kirin ku ev grûp ji pêkhateyên Tirkmanên sûrî pêktê , Navê wê nîşana herî mezin e ji bendestiya ji Tirkiyê re ye . Her wiha piştgiriya xwe ya aborî, leşkerî û lojistîk yekser ji Navenda Netewî ya MÎT a Tirkiyê digre.

2- Koma Hemze:

Ev grûp di 23 Nîsana 2016 an hatiye damezrandin. Her çeteyekî vê grûpê ji deverekeyê ye. Di sala 2016 an de ji aliyê Hikûmeta Erdoxan ve hatin e perwerde kirin û bi taybet li ser karê çetetiyê. Di 6 Hizêrana 2016 an grûpek din bi navê ( Tûgaya Semerqend) tevlî nava wan bû, navê wê ji bajarê Semerqend yê UZPEKISTN de ku girêdayî wê ye, Di Tebaxa 2016 an de ev grûp a yekmîn bû ku bajarokê Cerblisê bi alîkariya leşkerên Tirkiyê dagir kiribû ku piştî çeteyên DAIŞê jê vekişiyan.

3-Feyleq El Şam:

Di Adara 2014 an de hate ragihandin . Ev grûp wekî hevpeymanên HOMIS- ê tê naskirin ji hevpeymanên komên Îslamî pêk tê her wiha damezrandina vê hevpeymanê ji bo xurtkirina hêza îslamiyan li sûriya hat kirin. Ev Hevpeyman ji 19 komên îslamî pêk tê, hemî di bin sîwana komên birayên misliman de yên sûriyê ne ku ji Hekûmeta Tirkiyê piştgirî digre.

4- Tevgera NurEl-dîn Zingî :

Di dawiya sala 2011 an de ji aliyê Şêx Tewfîq Şihab Eldîn li Şêx Şilêman bakûrê rojavayê Helebê hat damezirandin. Ev kom ji nav komên tunderew yê herî giring e. Ji aliyê Tirkiyê ve bi aweyekî yekser piştgirî digre. Ev kom bi karê çetetiyê û tundûtûjiya dihat naskirin. Nîşaniya wê jî hate eşkerekirin ku Tîrmeha 2016 bi dîmenekê li ser Torên civakî zarokekî 15 salî serjêkirin .

5- Tevgera Ahrar Elşam:

Di sala 2011 an de hate avakirin. Yek ji komên çeteyên ku di bûyerên aloziya sûriyê de cih girtine . Bi çar komên terorîst re mîna ketîbeya Ehrar Elşam – Tevgera Elfejir Îslamî – komelên telî ah al îslamiyê – ketîbeya El îman, di nav hevpeymanên de ne , ev komên terorîst piştgiriyê û destek dayinê ji Tirkiyê û kendava ereban û cîhadîstên ereb digrin.

6-Tugaya Siqûr El cebel

Di 2011 an de hate avakirin. Ev koma çete li ser destê Tirkiyê hatiye perwerde kirin. Li parêzgeha Idlibê ji aliyê hekûmeta Tirkiyê ve hatin bikaranîn. Navê xwe ji Cebel El Zawiyê werdige.

7- El Cebhe El Şamiyê :

Ew kom ji bermahiyên komên terorîst pêk tê wekî alîgirên Nûr Eldîn Zingî, Ceyş Elmucahidîn, Cebha eşlamiya, Koma Isteqim kema Umrt, Cebhet Elesala û El Tenmiye, Ehrar Elşam, Siqûr elşa, Hereket Hizem her wiha bi dehan ji komên çetetiyê dikin pêk tê.

8- Ceyş El Nesir:

Ev kom ji gelek grûpên çeteyan pêk tê, piştgiriya lojistîk û çekên giran ji Tirkiyê werdigre, çalakiyên wan li gundewarê Hema , Idleb û Laziqiyê belav bûne. Ev grûp li ser bedena Yekîtiya Artêşa El Nesir bûne yek.

Di dawiyê de ev hemû gropên çete di ber berjewendiyên dewleta Tirkiyê de dihatin bi kar anîn, rola wan li hemberî rêjîma Sûriyê ber çav bû ku di heman demê de çawa gelê bajarê Helebê hatin xapandin û firotin û piştre bajarê Homsê û dema dawiyê firotina bajarê Idlibê li hember dagirkirina herêma Efrînê .

29.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً